3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qazî lîderekî karîzmatîk bû

Qazî ji zarokatiyê mirovekî mutewazî û xizmetkar bû. Cesaret, netirsî, xwendin û hevkariya xelkê ji sifetên wî yên berçav bûn. Kesên Qazî Mihemed dîtine, behsa lehengiya wî dikin. Qazî mirovekî karîzmatîk bû.

Daxwaza Qazî ya herî dawiyê di bin werîsê sêdarê de ji hemû kurdan re ev e: “Ji çend rojên jiyana bêqîmet a vê dinê re xwe nefiroşin dijmin. Çimkî dijmin qet cihê baweriyê nîne.”

Bi vê gotinê re min xwest bînim bîra herkesî ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de kurdên bakurê Kurdistanê bi cîbicîkirina xwezî, wesiyet û hesretên Pêşewa Qazî Mihemed dengê xwe li dijî dîktatorên selefî bikar bînin û dîsa jî serkeftineke mezin ji qedera xwe ya pêşerojê re bike mîratekî bêmirin.

Qazî Mihemed kurê Qazî Elî li roja 1’ê gulana 1900’an li Mehabad di nava malbateke naskirî û dewlemend de hate dinê. Karê qezawetê ji bav-kalên wî re weke mîratekê gihabû wî jî. Qaziyekî dadmend, zana, rewşenbîr û di çareserkirina pirsgirêkên xelkê de weke bavekî dilovan tevger dikir. Sala 1930’an bi Mîna Qazî (1908-1998) re zewicî û di 17 salên jiyana xwe ya bi hev re bûne xwediyê 9 zarokan ku yek ji wan dema hê biçûk bû di dergûşê de xeniqî. Ewên din: Îsmet 1931, Kurî Reş(Elî ) 1933, Ifet 1935, Munîr 1937, Fewziye 1939, Sûhêyil 1941, Perwîn 1941( ew û Sûhêyil cêwî bûn) û Meryem Qazî 1945.

Ji xeynî Munîr û Fewziye Qazî hemû zarokên din wefat kirin.

Mîna di serdema her du rejîmên Pehlewî û Xûmêynî rastî zehmetî û astengiyên mezin hat. Sala 1984’an ji hêla îstixbarata Îranê ve hate girtin û gef li wê kirin ku ger li dijî rejîmê biaxive yê zarokên wê jî bêne kuştin. Li pey wan gefan sala 1989’an keça wê Ifet li welatê Swêdê hat şehîdkirin. Mîna Qazî roja 18’ê sibata 1998’an li Mehabadê wefat kir.

Birayê Qazî yê biçûk Sedrî El-Îslam Qazî di 8’ê gulana 1902’yan da hate dinê û serdema komara Kurdistan di parlamentoya Îranê de nûnerê xelkê Mehabadê bû. Pismamê wan general Ebûlhusên Sêyfê Qazî sala 1904’an hate dinê ku di serdema komarê de hem şiwirmendê Qazî bû û hem jî di karê leşkeriyê general û serleşkerî nava artêşa komarê bû.

Qazî Mihemed li Îran û Kurdistanê kesayetiyek naskirî û xwedî xwendineke kûr û berfireh li ser civaka kurd û Îranê bû. Heta di salên 1940’an û şûnve ew xwendina wî a piralî zêdetir bû ji Dr. Qasimlo 40 sal şûnde li ser rewşa civakî-siyasî ya rojhilatê Kurdistanê hebû. Ji ber vê jî weke rêberekî mezin yê weke Simkoyê Şikak pirî caran bûye armanca dijpropagandeyên Pan-Îranîst û ragehandina alîgira rejîmên ku li Îranê desthilatdar bûn.

Qazî Mihemed dema ku bû serokê sê rêxistinên J.K (Jiyanewey Kurd), Hizbî Demokratî Kurdistan û serokkomarê Kurdistanê bi tedbîr û siyaseteke lîberal bû destêka vegûrînên gelek mezin li Kurdistan û Îranê. Qazî di nava J.K’ê de bi navê Bînayî dihate naskirin. Ew zêdetir ji axaftinê mirovê kar û xebatê bû.

Sinorên komarê biçûk lê sinorên wê yên manewî hemû Kurdistana mezin kiribûn bin bandora xwe. Komareke serbixwe ku di nava dilê sistemek monarşî yan jî seltenetî da hatibû ragihandin. Bi pêşnegiya Pêşewa Qazî cudatiyên mezin di navbera komara Kurdistan û hikûmeta Milî ya Azerbaycanê de hebûn. Bi taybetî di mijara demokrasiyê de Mehabad weke paytexta komarê ji Tebrêzê azadtir bû ku paytexta hikûmeta Azerbaycanê bû. Wan ferqên mezin em dikarin di dema têkçûna herdu komar û helwesta rêberên du aliyan de bibînin.

Pêwîste em bi çavê îro li duh nenêrin. Serdema komarê derfet kêm lê sûd standina ji wan derfetên kêm weke zêr hatin bikaranîn. Ceufer Pîşewerî di dema tengaviyê û êrîşa artêşa Îranê reviya û li nêzî Baku bi destê KGB’ê hat kuştin, lê Qazî di nava gelê xwe de ma û bû şehîdê doza xwe. Li pey dadgehkirina leşkerî ya rêberên komarê civaka pir xemgîn bû û tenê li bihara sala 1947’an li bajarê Xûremawa weke navenda Luristanê gel rabû serhildanê û hinek kes bi destê polîsên dij şoreşê hatin kuştin. Encam ezmûnên pêkhatin û têkçûna komarê zêde û destkeftiya herî zêde ya wê pêngava dîrokî ew e ku îro hemû lîderên kurd li ser wê mijarê xwedî analîz û xwe berdewamkerên rêbaza komara Kurdistanê dizanin.

Îlankirina komarê

Îro li çar aliyên Kurdistanê rêbaza Qazî Mihemed û ezmûnên komara Kurdistan a sala 1946’an berdewam e. Kantonên Rojava û PJAK’ê bi aşkerahî li ser wê rêbazê dimeşin û xwedîtiyê ji sembolên wê bizava dîrokî dikin.

22’yê çileya sala 1946’an di rûpelên dîroka siyasî ya Kurdistanê de rojeke girîng e. Ji wê rojê û şûnda şêweyên rêbaz û xebata kurdan a siyasî hat guherîn. Derfet pir kêm bûn, lê serkêşên kurdan zû bi vê rastiyê hesiyan ku pêwîste ji wan derfetên zêrîn sûdeke herî zêde bistînin. Sala 1930’an li pey hevdîtinên siyasî lîderê kurd Simko bi destê dewleta Îranê hatibû terorkirin. Simko li rojhilatê Kurdistanê mezintirîn dijminê desthilatdariya Riza Pehlewî bû ku bi hevkariya ingilîzan li ser textê selteneta Qacîriyan rûniştibû. Li pey şikestina serhildana Simko, Riza Pehlewî jî mîna dîktatorekî cinayetkar dest bi siyaseta xwe ya asîmîlasiyonê li Kurdistanê kiribû. Li pey çêbûna peymana Seidabad a di navbera her çar dewletên Îran, Tirkiye, Iraq û Afganistanê da li 8’ê tîrmeha 1937’an li koşka Seidabad pêk hat, şer û dijberiya li dijî bizavên azadîxwaz li Îranê derbasî pêvajoyek nû bibû. Zimanê kurdî qedexe û heta bikaranîna kincên kurdî jî li gor yasayên hikûmeta nû tawaneke mezin dihate hesibandin.

Riza Pehlewî di çaxê şerê cihanî yê duyemîn da alîgirê siyaseta Hitler bû. Ev helwest bû sedem ku ji sala 1941’an hêzên Sovyetê ji bakur û hêzên ingilîzan jî ji başûr Îranê dagir bikin. Wan dawî bi selteneta Riza Pehlewî ya 20 salan anîn û kurê wî Mihemed Riza Pehlewî li cihê wî bû şahê Îranê.

Ji wê salê û pêve kurdan di bin serokatiya J.K’ê, çend rewşenbîrên naskirî û kesayetiyên mîna Qazî Mihemed de li wê herêma ku bêalî bû, dest bi liv û lebateke berfirhe kirin. Li pey van çalakiyan ramanên gel di warên: siyasî, dîrokî û civakî da hatin guherandin. Zemîn hatibû amadekirin ku bi piştgîriya gel hinek mafên meşrû û sirûştî destber bibin. Êdî ew bû wercehrxaneke nû û jiyana kurdan derbasî pêvajoyeke nû bû. Ji serdema Simko û şûnve “pirsa kurd” êdî bibû pirseke sereke ya dewleta navendî ya Îranê. Pirsa ku hîn jî nehatiye çareserkirin.

 Destkeftên Komara Kurdistanê

Qazî Mihemed ji malbateke naskirî ye ku di warê rewşenbîrî, siyasî û çandî de xizmetên mezin ji doza Kurdistanê re kirine. Jiyana wî kurt û tenê 47 sal bûn, lê kar û fedakariyên wî bûn sedem ku di dîrokê da bibe xwedî navekî nemir. Sala 1929’an bû rêveberê îdara çand û perwerdeya bajarê Mehabadê û di yekemîn sala kar û çalakiyên xwe de xwendingehek ji keçan re da duristkirin. Ew ji malbateke dewlemend û kurdperwer bû. Ji ber wê jî carna ger dewletê projeke nivcomayî bidawî neanîba, Qazî bi pere û îmkanên xwe yên şexsî ew proje temam dikir. Ji zarokatiyê mirovekî mutewazî û xizmetkar bû. Cesaret, netirsî, xwendin û hevkariya xelkê ji sifetên wî yên berçav bûn. Heta roja îro jî ew kesên ku ji nêz ve Qazî Mihemed dîtine, behsa lehengî û awayê qezawetkirina wî dikin. Qazî mirovekî bi karîzmatîk bû. Ji ber wê jî beriya ku bibe serokkomarê Kurdistanê, paşnavê ”Pêşewa” ji aliyê gel ve jêra hatibû dayîn. Ev siftên pêşewa û rêberitiyê piştî ku dewleta Pehlewî li pareke axa rojhilatê Kurdistanê hate derxistin, baştir ji dost û dijminên kurdan re eşkera bûn. Di wan salên ku Îran ji bakur û başûr ve ji hêla hêzên Sovyet û ingilîzan ve hatibû dagirkirin, pareke Azerbaycan û Kurdistanê bûn herêmên bêalî û hêzên Sovyetê têde bûn. Kurdan li pey sistbûna desthilatdariya dîktator Riza Pehlewî komela J.K’ê damezirandin, piştre li gor pêwîstiyên siyaseta wê demê sala 1945an navê komelê bû Hizbî Demokratî Kurdistan û Qazî Mihemed wek serokê partiyê hate hilbijartin. Ev hem daxwaza gel û hem jî daxwaza wan kesên siyasetmedar bû ku beriya wê bi awayekî aktîv ji bo bilindkirina sewiya rewşenbîya gel xebitîbûn. Bi hatina Qazî Mihemed re baweriya gel bi vê hereketa siyasî zêdetir bû û karê siyasî li rojhilatê Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nû bû.

Roja 22’ê çileya 1946’an li qada Çiwar Çira komara Kurdistan hate damezrandin. Cejna wê roja dîrokî hêşta jî ji bîra xelkê neçûye. Temenê wê kurt, lê destkeftiyên wê pir bûn. Destkeftên ku heya roja îro jî bandora xwe ya li ser civaka Kurdistanê ji dest nedane û di rûpelên dîroka Kurdistanê de xalên balkêş in.

 Hinek ji wan xalan ev in:

 1-Beriya pêkhatina komarê hestên neteweyî di nava kurdan de zêde bihêz nebû. Li pey şehadeta Simkoyê Şikak dewleta navendiya Îranê bi şêweyên sîstematîk dest bi siyaseta xwe ya asîmîlasiyon û cihguherîna kurdan a li ser axa Kurdistanê kiribûn. Beriya çêbûna komarê berpirsên J.K’ê bi çêkirina komên şanoyê hestên kurdan ên neteweyî careke din xistibûn gerê û ew ji xewa mirinê şiyar kiribûn. Şanoya Dayikî Nîştiman yek ji wan bû ku rêberên J.K’ê ew hereketa çê organîze kiribûn.

 2-Karê çandî û ragehandinê di çaxê komarê da xwedî buhayekî pir giran bû. Di wê sala pîroz de rayedarên komarê çapxane anîn Mehabadê û ev jî nîşaneke wê rastiyê bû ku şaristanî û pêşkeftin li cem rayedarên kurd xwedî qîmeteke bêhempa ye. Li pey wê kovar, rojname, salname, pirtûk û belavok hatin weşandin û gel bi hêzeke bêdawî ketin pey xwendin û bilindkirina zaniyariyên xwe yên civakî-siyasî. Li pey desthilata Simkoyê Şikak ew cara duyem bû li avakirina saziyan li pey Urmiyê li Mehabadê jî bibûn karekî sereke yê rayedarên komara Kurdistanê.

3-Jin û xizmeta ji bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî olî, neteweyî û exlaqî-wijdanî bû. Ji mala xwe destpê kir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka Yekîtiya Yayanî-Jinên- Kurdistanê. Bertekên axa, şêx, mela û oldarên civakî li dijî karekî wiha tund û dijwar bû. Lê Pêşewa Qazî çend rojan bi wan re kete nava behs, şêwir û axaftinên dûr û dirêj. Di dawiyê da ew tev hatin ser rêya Qazî û zanîn ku di civakeke demokratîk da divê jin û mêr xwedî hemû mafên wekhev bin. Hezimkirina vê pêngavê ji gelek kesan re zehmet bû, lê Qazî di pêşengiya wê şoreşa nûxwaziyê de bû û kesî nedikarî li dij bisekine.

 4-Komar xwedî manîfestoyeke kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bibûn. Wan teva bi dil û can xebat dikirin ku ji vê derfeta zêrîn sûdên herî mezin bistînin û liyaqeta xwebirêveberiyê ji dost û dijminên xwe re îspat bikin.

Hêza di bin serkêşiya general Mistefa Barzanî de riheke nîştimanperwerî û mezin xistibû nava civaka rojhilatê Kurdistanê. Pêşgermiya wan a bi paşerojê bi hebûna hêza Barzaniyan ra mezintir bibû. Tirsa herî mezin a artêşa Îranê jî ji hêza Barzaniyan bû. Di çed şerên ku di navbera herdu aliyan da qewimîn, ji aliyê kurd hêzên Îranî ve tê şikandin. Ezmûnên wiha dagirkerên ecem bi vê rastiyê hesibandibûn ku nikarin wiha rihet bikevin nava sinorên komara Kurdistanê.

 5-Di warê aborî da hêdî-hêdî rewşa jiyana xelkê dihate guherandin. Şîrketek bi navê ”Tereqî” ji bo armacên ticarî bi welatên biyanî re hate çêkirin ku perçe û tûtin bi hev re didan guherandin.

 6-Bi çêbûna komarê re kurd bûn xwedî artêşeke milî û ciwanên kurd bi şev û roja dixebitîn ku xwe hînî hunera şerkirinê û taktîkên xweparastinê biken. General û serleşkerên kurd bi hezeke bêdawî kar dikirin ku artêşa wan bikarîbe di rojên teng de sînorên welatê xwe biparêzin.

 7-Zimanê kurdî bû zimanê fêrmî yê xwendinê û heta meleyên mizgeftan jî xûtbeya roja înê bi kurdî pêşkêş dikirin. Xwendin bi zimanê zikmakî, marşa neteweyî (Ey Reqîb) çêbûna ala Kurdistanê, şano, radyo, ji dayikbûna çîneke rewşenbîr, şaîrên neteweyî û çend tiştên din di çaxê komarê de ketin nava jiyana kurdan a siyasî û civakî.

 8-Di nava sînorên komara Kurdistanê da kêmneteweyên azerî, asûrî û ermenî mîna kurdan xwedî hemû mafan bûn. Ev nîşana îspata wê rastiyê ye ku bîr û ramanên serokkomarê Kurdistanê bi demokrasiyeke modern û hemdem re hatibûn avdan. Pêşewa agahdarî rewşa cîhanê ya siyasî bû û dixwest kurd mîna welatên demokratîk xwedî hemû prensîbên aştîxwazî û demokratîk be.

Piştî ku Sovyet, Ingilistan û Îran li ser hinek protokolên aborî-siyasî li hev hatin, her du komarên Kurdistan û hikûmeta Azerbayicanê bûn qurbana berjewendiyên wan dewletan. Peymanên ku pêwîst bû di şer de herdu alî hevkariya hev bikin û bi bê xebera hev bi dewleta navendî re ti protokol çênekirin. Paşverûtiya axa, serokeşîret û çînên civaka Kurdistanê û hwd tev bûn sedem ku komar rastî şikestinê bê.

Rojeke reş

Roja 31’ê adara 1947’an Pêşewa Qazî, Ebulqasim Sedrê Qazî û General Mihemed Husênxanê Seyfê Qazî li qada Çiwar Çira hatin îdam kirin. Ew roja ku ji doza kurdan re şikesteke mezin bû lê ew bêhêvî nebûn û wesiyeta Qazî hê ji bîr nekirine. Komar têkçû lê bizava kurd nesekinî û hê jî berdewame ku ya herî dawiyê şoreşa Jin-Jiyan-Azadî ye. Her wiha ew roja reş bû deqek reş di rûpelên dîroka Îranê de.

Dadgehkirina wan leşkerî û ti derfet û prensîbên exlaqî ku karîbin ew mafên xwe biparêzin, nedan lîderên kurd. Li pey îdamkirina wan li Mehabadê li Neqedê, Bukan û Seqizê jî hinek şoreşgerên kurd hatin îdamkirin. Gelek kes neçar man ku ji Kurdistanê derkevin. Têkçûna hikûmeta Milî ya Azerbaycanê de hezaran kes hatin kuştin lê hejmara hemû şehîdên komara Kurdistanê nêzî 40 kesan bû. Ev yek ji ber dûrbînî û fedakariyên Pêşewa Qazî bûn ku rê li ber gelek trajediyên mezin li Kurdistanê girt.

Em bi hêvîn wê rojekê felsefe, bîr û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed ên demokratîk dîsa jî li ser axa Kurdistana mezin bêne peyakirin.