3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd ji bo edaletê li qadan e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di nava hefteyê de li seranserê Ewropayê kurd û dostên xwe li qadan bûn. Ji gelek neteweyên cuda jî gel beşdarî çalakiyan bûn û piştgirî dan daxwazên gelê kurd. Ev jî diyar dike ku li erdnîgariya Ewropayê bêedaletiya heyî ne tenê gelê kurd hemû civakê bi awayekî cidî nerehet dike.

Di nava 10 salên borî de li naverasta Ewropayê li paytexta Fransa Parîsê du komkujî pêk hatin. 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de, hatin qetilkirin. Piştî vê komkujiyê bi 9 salan ango di 23’yê kanûna 2022’yan de jî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya li Parîsê di serî de gelê kurd û dostên wan gelek kes li qadan bûn. Di çalakiyan de weke her carê doza edalet, ronîkirina komkujiyê û aşkerakirina kujeran hebû.

Bêguman li pişt komkujiyên di 23’yê kanûna 2022’an û 9’ê çileya 2013’an de dewleta tirk a mêtinger û deshilata faşîst a AKP/MHP’ê heye. Weke di van komkujiyan de jî diyar dibe dewleta tirk a dagirker û qirker hebûna xwe spartiye tunebûna gelê kurd. Li hundir û derve, hemû derfet û têkiliyên xwe ji bo vê siyaseta qirker bikar tîne. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê siyasetê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Komkujiyên li Parîsê jî di encama van polîtîkayan de hatin kirin. Lewma, ev komkujî bi tu awayî ne ji rêzê û bûyerên edlîne ev êrişên terorîstî ên dewleta tirk in.

Çi heyfe ku dewleta Fransa, di van herdu komkujiyan de jî wek dewleteke serbixwe tevnegeriya. Eger wê failê komkujiya 9’ê çileya 2013’an aşkera bikira, we Komkujiya 23’yê Kanûnê pêk nehata. Bêdengî û sergirtina êrişên li hemberî gelê kurd, tê wateya hevkariya bi desthilata faşîst a AKP-MHP’ê re. Li gel vê tê wateya erêkirina komkujiyên li dijî gelê kurd. Ev jî aşkera dike ku hedefgirtina pêşengên gelê kurd di çerçoveyek konseptek berfireh ya navneteweyî de pêk te.

Berpirsiyarên herdu komkujiyên li Parîsê, rejîma faşîst a AKP-MHP û MÎT’a tirk e. Her çendî ev komkujî bi destê tetîkkêşan û hevkariyan hin servîsên tarî hatibe kirin jî hêza li pişt van komkujiyan diyar e. Divê dewleta Fransa ji bo ronîkirina komkujiyê demildest têkeve hereketê. Çalakiyên ku ji aliyê gel û dostên wan tên kirin jî doza vê yekê dikin. Di van 10 salên derbasbûyî de gelê kurd bi hêrsek mezin li dijî vê siyaseta înkar û qirkirinê gel bi hêrsek mezin li qadan e û daxwaza edaletê dike. Divê ev deng ji aliyê herkesên ku alîgirê heq û edaletê ye ve were bihîstin. Bêguman ev çalakiyên gelê kurd û dostên wan ên li dijî komkujiyên li Parîsê gelekî xurt û birûmet in. Lê wisa diyar dibe ku li ser van axan êdî edalat winda bûye ango hatiye windakirin û li şûna wê berjewendiyên li ser hesabên deshilatdaran tên pêşxistin derdikevin pêş. Ev jî bi xwe re nirxên civakê têk dibe. Lewma li hemberî van êrîşên ku li ser nirxên civakê pêş dikevin îro li seransere Ewropayê û gelek deverên cuda gel bi hêrsek mezin li ser piyan e û banga edalatê dike. Israra vê bangê wê ne tenê ronîkirina komkujiyên li Parîsê ye, di heman demê de bi xwe re edaletê jî bîne.

Ji vî aliyê ve di nava hefteyê de li seranserê Ewropayê kurd û dostên xwe li qadan bûn. Ji gelek neteweyên cuda jî gel beşdarî çalakiyan bûn û piştgirî dan daxwazên gelê kurd. Ev jî diyar dike ku li erdnîgariya Ewropayê bêedaletiya heyî ne tenê gelê kurd hemû civakê bi awayekî cidî nerehet dike. Ji ber vê yekê banga ji bo ronîkirina komkujiyên li Parîsê ji aliyê civakê gelekî bi nirx û girîng tê dîtin. Xwedîderketina li edaletê ne tenê dewleta tirk hemû hevkarên wên yên li Ewropayê jî bi awayekî cidî nerehet û aciz dike. Lewma ji bo pêşîlêgirtina van çalakiyên edalatê çi ji destê wan tên dikin û dixwazin gel bêdeng bikin.

Tevî hemû hewldanan jî, me di van çend rojên derbasbûyî de dît ku gel di helwesta xwe de bi israr e. Ev yek ji bo gelek derdoran peyamek xurt e. Divê ev payama gel bê dîtin û perdeya tarî ya li ser komkujiyan demildest bê rakirin. Di vir de jî erka sereke dikeve ser milê rêvebiriya hikûmeta Fransayê. Êdî dem hatiye ku dawî li bêdengiya xwe bîne û ji bo ronîkirina van meseleyê têkeve hereketê. Ji aliyêdin divê bê zanîn ku ronîkirina van komkujiyan û aşkerakirina sûcdaran wê rêvebiriya hikûmeta Fransayê ji bin tometa hevkariyê jî rizgar bike. Eger vê neke dê di çavê gelê kurd û dostên wan de heta hetayê weke hevkarê vê komkujiyê were dîtin.

Jixwe dewleta tirk a dagirker û qirker jî, ji bo ev bûyer aşkera nebe û sûcên terorî yên ku li nava axa welatekî din pêk tîne dernekeve holê; çi ji dest tê dike. Divê bê zanîn ku di qada navneteweyî de ronîkirina komkujiyên li Parîsê wê bi xwe re perdeya reş a li ser gelek êrîşên dewleta tirk jî rake. Bi taybet êrîşên li Başûr, rojavayê Kurdistanê yên li ser gelên sivîlan û li van herêma şehîdxistina pêşengên civakê di asta komkujiyên li Parîsê de ne û divê ji ber van êrîşan jî dewleta tirk di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Ji bo ku pêşî li vê darizandinê venekin, hêzên navneteweyî van êrîşên terorîstî yên dewlata tirk ên li Ewropa û li Kurdistanê ji nedîtinê ve tên.

Ev ne helwesteke ku ji bêhêziyê tê. Bêguman ev stratejiyeke û di bingeha vê stratejiyê de tifaqa li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd heye. Di vê tifaqa qirêj de gelê kurd û pêşengên wê tên qetilkirin. Lewma em dibêjin bêdengiya li dijî van komkujiyan hevkariya bi kujeran re ye.