28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd kilîda çareseriyê ne

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, têkildarî deklerasyona ku bi raya giştî re parve kirin got: “Di bingeha hemû pirsgirêkan de pirsgirêka kurd heye. Çareseriya pirsgirêka kurd kilida çareseriya Rojhilata Navîn e.”

564 nivîskar û hunermendan di 7’ê çileyê de li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” îmze kirin û ji bo çareseriyê aştî û diyalog xwestin. Hunermend, nivîskar û wêjevanan xwest her kes bibe dengê aştiyê. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan li ser naverok û armanca deklerasyona ku di 7’ê çileyê de li Amed û Stenbolê bi raya giştî re parve kirin nirxandin kir. Fîdan anî ziman ku niha li bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê rewşek gelek aloz heye û wiha got: “Gelek qeyran hene. Bi her awayî ji bo mirovahî rewşek derawarte heye. Li hemberî vê rewşa derawarte ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî, divê berî her tiştî pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Çareseriya pirsgirêka kurdan û Kurdistanê kilîda çareseriya gelek pirsgirêkan e.  Ne tenê li bakurê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê, li çar dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirine û tevahiya Rojhilata Navîn em bawer dikin ku kilîda çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye.”

Omer Fîdan ji bo çareserkirina pirsirêkan û dawîkirina qeyranan, xwest her kes û hemû endamên civakê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha lê zêde kir: “Em jî wekî nivîskar, wêjevan û hunermend, me kampanyayek da destpêkirin. Me daxuyaniyek da. Bang li tevahiya gel kir. Me xwest ev pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Me xwest bi rêya diyalog û müzakereyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de bê çareserkirin.”

Fîdan bibîr xist ku daxuyanî dualî hat xwendin û wiha berdewam kir: “Hem li Stenbolê û hem jî li Amedê hemwext daxuyanî hat dayîn. Li Stenbolê daxuyanî ji aliyê wêjevan û hunermendên wir ve hat xwendin. Yek jî li Amedê hat xwendin. Ez bi xwe tev li ya Amedê bûm. Eleqeyek gelek mezin hebû. Jixwe ligel ku di demek pir kin de hat amadekirin, eleqe zêde bû. Tê zanîn ku di her alî de pergal dixwaze tirs û xofekê têxe dile kesan. Lê ligel vê yekê 564 kesan îmze avêtin bin vê daxuyaniyê û piştgiriya xwe anîn ziman. Ev serkeftinek gelek mezin e. Baldarî û xwesteka ku bi diyalog û muzakereyan pirsgirêk çareser bibe gelek muhîm e.  Li cihê daxuyaniyê jî bi dehan hunermend û wêjevan beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgiriya xwe diyar kirin. Ev gelek girîng e.”

Daxuyanî berxwedanek e

Omer Fîdan bal kişand ser nasnameya 564 nivîskar wêşevan û hunermendan û wiha berdewam kir: “Nasnameyên cuda jî hene. Lê ji ber ku di demek pir kin de ev daxuyanî hat amadekirin, bi giranî kurd in. Ev daxuyanî li hemberî rewşa heyî hem îtîrazek e, hem têkoşîn û berxwedanek e.”

Hem jî ji bo rizgariya ji vê rewş û aloziyê, pêşniyaran tîne.

Omer Fîdan bal kişand ser wateya li Amed û Stenbolê û wiha lê zêde kir: “Ev mesele dualî ye. Me meseleya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girt dest. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkê herdu aliyan eleqeder dike, li Tirkiyeyê ango li Stenbolê tirkiya daxuyaniyê hat xwendin. Li Kurdistanê jî kurdiya wê hat xwendin. Ji ber ku mesele dualî ye, aliyek Kurdistan û aliyek Tirkiye ye, li Amed û Stenbolê daxuyanî hat xwendin.”

Omer Fîdan, ji bo hunermendên tirk û kesên dixwazin pirsgirêk çareser bibe jî bang kir û wiha got: “Ev karê ku me kir ji aliyê gelek sazî û dezgehên din jî ve hat kirin. Ji ber ku ya me di demek kin de pêk hat û gelek kesan piştgirî da, zêde deng veda. Me di bangê de jî got. Ev ne tenê karê hunermend, nivîskar, rewşenbir û rojnamevan û siyasetmedaran e. Em dibêjin tevahiya gelên ku li vir dijîn, divê li hemberî rewşa heyî bi awayekî wêrek bertekên xwe û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Doz û daxwaza aştiyê xurt bikin. Ev bang ji bo hemû raya giştî ye. Ne tenê ji bo beşek civakê ye. Divê her ferdê civakê li dijî vê rewşa heyî nerazibûnên we nîşan bide û ji bo çareseriyê têkeve nava hewldanan. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi riya diyalog û muzakereyan di nava hewldanan de bin.”

Omer Fîdan ji bo siberojê li ser plan û xebatên ku bike jî rawestiya û wiha pêde çû: “Me pekî PENa Kurd me piştgiriyek xurt da. Lê me serkêşiya vê yekê nekir. Em dema nivîskariyê dikin, em dibêjin em wijdana gel in. Divê ku nivîskar karibin bibin neynîka gel. Di çarçoveya daxwazên gel de ji bo pêdiviya çareseriya pirsgirêkan têkevin nava hewldanan. Divê nivîskar her tim bi awayekî wêrek karibin gotina xwe bibêjin. Em wekî şexs û wekî sazî ne tenê li bakurê  Kurdistanê, li çar aliyê Kurdistanê em dixwazin, pirsgirêkên ji bo kurdan tên derxistin,  bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Em bawer dikin ku dema pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê ji bo hemû rojhilata navîn aştî û wekheviyê bîne. Wê ji bo aştiya cîhanê jî bibe mînakek xweş. Em wekî PENa Kurd jî çi bikeve ser milê me li gorî hiqûqa gerdûnî, azadiya ramanê û çarçoveya mafên mirovan de em ê di nava hewldanan de bin ku ev pirsgirêk mezintir nebin. Ev agir gurtir nebe. Ji bo aştiyek birûmet pêş bikeve em ê di nava hewldanan de bin.”