12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî Rojava êrîşên qirkirinê tên kirin

Dewleta tirk duh jî bombe li saziyên li Rojava barand ku xizmet didan bi milyonan mirovî. Ji ber êrîşên qirkirinê kantonên Kobanê û Cizîrê tarî bûn. Cîhan li pêşberî êrîşên dewleta tirk bêdeng e

Dewleta tirk duh jî di saetên destpêkê yên rojê de êrîş bir ser Eyn Îsa, Kobanê û Dirbêsiyê, li Kantona Cizîrê jî bombe li gelek navendên ku xizmeta gel dikin, barand.

Dewleta tirk êrîş bir ser stasyona elektrîkê ya li Eyn Îsayê, nuqteya asayî ya li başûrê bajêr û li Kobanê jî bombe li stasyona elektrîkê û navenda ku weke Lafarge tê naskirin, barand.

Di encama êrîşan de li Kobanê û 300 gundên li derdorê, her wiha li Eyn Îsayê elektrîk qut bû. Dagirkeran li Kobanê her wiha êrîş birin ser depoyeke genim. Arkujiya li bajêr jî bû hedefa êrîşên dewleta tirk.

Li Amûdê jî stasyona elektrîkê, li gundê Kotih ê li rojavayê navçeyê û gundê Merkeba hatin bombekirin.

Dewleta tirk ku li Cizîr û Tirbespiyê êrîş bir ser santralên elektrîkê û avahiyên xizmetê, bi balafirên bêmirov bombe li nuqteyeke rejîma Sûriyeyê jî barand. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 5 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşî rojnamegeran jî kirin

Dewleta tirk êrîş bir ser rojnamevanan jî ku li herêmê dîmen dikişandin. Saet derdora 16:30’î cihê ku rojnamevan lê bûn ku êrîşa li ser depoya genim a li Kobanê dikişandin, bi balafireek bêmirov hate bombekirin. Di encama êrîşê de rojnamevanek birîndar bû.

Li kantona Cizîrê elektrîk bi temamî qut bû

Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker li Kantona Cizîrê elektrîk bi temamî qut bûye. Ofîsa Ragihandin û Enerjiyê ya Kantona Cizîrê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber stasyonên gaz û elektrîkê bi balafirên bêmirov hatin bombekirin, li gelek febrîqeyan hilberîn rawestiya ye.

Stasyonên elektrîk û gazê gelek caran hatin bombekirin

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li herêma Koçerat a Dêrikê navenda bikaranîna petrolê ya Tifla bombe kirin. Di encama êrîşê de xisar li wesayitên li navendê bû. Artêşa Tirk a dagirker stasyona gazê ya li gundê Siwêdiyê ku di navbera Girkê Legê û Dêrikê de ye 10 caran bombe kir.

Cîhan li hemberî êrîşan bêdeng e

Li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker saziyên navneteweyî bêdeng in. Dewleta tirk bi bombekirina navendên xizmetê sûcê şer kir, lê heta niha nerazîbûn nehatiye nîşandan.

QSD: Êrîş wê bêbersiv nemînin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk da û got, “Êrîş wê bêbersiv nemîne.”

Daxuyanî wiha ye:

“Wezareta Parastinê ya dewleta tirk a dagirker di çarçoveya îdiayên xwe yên derew yên dûbare de îdia kir ku di êrîşên wê yên domdar ên li ser herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin şervanên me şehîd bûne. Em diyar dikin ku ev îdia derew in. Ev îdia amûrên sabit ên dagirkeran e. Dagirker bi rêya van amûran hewl dide sûcên xwe yên hedefkirina binesazî, navndên xizmetguzarî, qadên niştecihbûnê û jêderên debarê veşêre. Belgeyên bi dîmen îsbat dikin ku ew sûc ji tevahî îdiayên dûbare yên Tirkiyeyê mezintir û zelaltir in. Ev belge raste rast e dewleta Tirk krîmînalîze dikin.

Dewleta tirk a dagirker di du rojên borî de bi balafirên xwe yên şer û yên bê mirov saziyên enerjî û yên kehrebeyê, dîsa embarên genim, ekîbên agirkujiyê, malên sivîlan, baxçeyên wan, jêderên debara wan, rêyên serke û derdora bajaran kirin hedef. Ji ber van êrîşan wêraniyeke mezin çêbû. Di encamê de gihandina xizmetan, enerjî, kehrebe û av jî di nav de ji bo sed hezaran kesî rawestiya.

Hedefên rasterast û erîşên dijminane, dijbertiya dewleta Tirk a dagirker a li tevahî şêwazên jiyanê û hêmanên wê yên li herêmê diyar dikin. Ev êriş aşkera sûcên şer in, armanc jê ew e ku ziyaneke mezin bighîne jiyana şêniyan û wan bitirse. Her wiha rûyê rast ê fikrê bi sûc ê dagirkeran nîşan dide.

Em teqez dikin ku bersivdayîna êrîşan mafekî me yê rewa ye. Em ê ji her demê bêtir gelê xwe û herêmên xwe bi xurtî biparêzin. Şervanên me dê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê bersiv nehêlin; em vê soza xwe bi gelê xwe yê berxwedêr re nû dikin.”