spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî û dostên kurdan berê xwe didin Parîsê

9’ê çile salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar in. Ji bo meşa navendî ya ku wê di 9’ê çile salvegera komkujiya Parîsê de were kirin, Kurdistanî û dostên wan ji Îngilistanê berê xwe didin Parîsê.

Ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê wê bi pêşengiya TJK-E’yê li Parîsê meşeke navendî were kirin. Ji bo tevlîbûna meşê ji dehan bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan bi rê ketin. Ji bo tevlîbûna meşa Parîsê li Londonê gelek otobus û wesayîtên taybet bi rê ketin. Li ser wesayîtan flamayên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin daliqandin. Jinan û ciwanan stranên şoreşgeriyê gotin. Meşvanan flamayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Jiyan a Londonê Denîz Poyraz diyar kir ku faîlê komkujiyan dewleta tirk e û got: “Tevî ku komkujî bi hemû aliyên xwe ve jî tê zanîn, lê dewleta Fransa vê yekê bi eşkere nayîne ziman û hewl dide vî sûcî binixumîne. Lê jinên kurd wê dest ji vê dozê bernedin û hesab bipirsin. Têkoşîna jinên kurd bi ruhê Sara û Evînan wê her tim ji hemû gelan re bibe îlhama azadiyê. Em bi vê ruh û zanebûnê tevlî meşa Parîsê dibin.”

Dîsa ji hemû kantonên Swîsreyê bi dehan otobus bi rê ketin. Girseya ku li Baselê kom bûyî, bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir.