28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurê min kamil bûye

Hesen Hemkê

Serê sibehê malbat li ser xwarina taştê li hev civiyane û bi hev re taştê dixwin. Bav dibîne ku keça wî destê xwe bi jor ve hevraz dike û xwe vedizilîne û stûyê xwe diqirçîne. Bavê wê ji hevjîna xwe re dibêje: Wer xuyaye ku keça te kamil bûye û dawa zewacê li me dike. Heke mirovekî şîrhelal were wê bixwaze em ê keça te bidinê. Roja din dîsa li ser taştê birayê wê yê jê biçûktir jî heman tevgerê dike û destê xwe bi jor ve vedizilîne û pişta xwe diqirçîne. Bavê wî ji hevjîna xwe re dibêje; Welehî kurê min êdî bûye zilam, ez îro naçim cot wê kurê min li şûna min cot bike. Lawik li hêviyê bû ku bavê wî heman tiştî ji bo wî jî bêje lê bavê wî cot kir barê wî.