2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yusif: Hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye azadiya Rêber Apo dixwazin

Endama Mecilisa Giştî ya PYD’ê Perwîn Yusif, diyar kir ku kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, bi pêşwazîkirinek xurt didome û got: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya Rêber Apo dixwazin.”

Pêngava ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendên cîhanê ji aliyê dostên kurdan ve hatibû destpêkirin her ku diçe li nava hemû gelên cîhanê belav dibe. Piştî meşên li Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropayê, niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan hatiye destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan ku di 13’ê sibatê de dest pê kir, dê heta 4’ê Nîsanê bidome. Armanc ewe ku bi milyonan îmze bên komkirin. Ji  bo vê yekê komîsyon hatine avakirin û ev komîsyon mal bi mal, tax bi tax digerin û îmzeyan kom dikin. Pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzeyan dide. Komîte kampanyayê piştî îmze kom kir dê ji Yekîtiya Ewropayê re bişîne.

Têkildarî hamleyê û kampanya îmzeyan Endama Mecilisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif pirsên rojnameya mebersivandin.  Berwîn Yusif, diyar kir ku ew di serî de komploya navdewletî ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelên herêmê pêk hatiye şermezar dikin û wiha got: “Em dizanin ku 25 sal in ev komplo didome. Lê li aliyê din li dijî vê komployê jî berxwedan jî didome. Berxwedana mezin jî li Îmraliyê ji  aliyê Rêber Apo ve pêş dikeve.  Ev berxwedan li  Kurdistanê dengvedanek mezin dide. Ji bo gelê kurd dibe hêz, qutred û baweriyek. Ji bo gelê herêmê jî dibe hêz ku teslîmiyetê red bikin û berxwedanê mezin bikin. Ji bo komplo pûç bibe û edalet li  cîhanê rast pêk bê, dîsa ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk bê, 25 sal in gelek hewldan û çalakî pêk hatin. Gelê kurd û gelê herêmê li dijî vê komployê berxwedanek mezin pêş xist.”

Mafê jiyanê binpê dikin

Pervîn Yusif  da zanîn ku ev komploya ku 25 sal in didome, di dîrokê de şermeke mezin e û wiha lê zêde kir: “Ji bo em karibin vê dîroka  reş li rastî û heqîqeta wê vegerînin, ji bo edaleta rast pêş bikeve, gelê me bi gelê herêmê re dadikevin qadan. Dengê xwe digînin raya giştî ya cîhanê. Rewşa Rêbertiya me bi can tecrîdan her ku diçe girantir dibe. 25 sal in bêdaletiyek mezin heye. Ne tenê ji aliyê fizikî, mafê wî yê azadiya jiyanê jî hatiye binpêkirin û sînorkirin. Malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtine.”

Înîsiyatifek hevpar îlan kirin

Yusif, da zanîn ku weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo mezin bûne û wiha berrdewam kir: “ Em bi fikr û felsefeya Rêber Apo tev li şoreşê bûne û bi vê fikrê azad bûne, bi nexşerêya Rêber Apo ku ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peşkeş kiriye mezin bûne; erkekî me yê mirovî, neteweyî kurdewarî û bawerî heye ku em asta têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Da ku em karibin vê bêdengiya navdewletî bişkînin. Em wekî înîsiyatifa gel, me bi partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tevgerên jin û ciwanan re înîsiyatifek hevpar îlan kir. Ev înîsiyatif ji bo piştgiriya hamleya cîhanî hatiye avakirin. Ev hamleya ku bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest pê kiriye, cihê kefxweşiyê ye. Em dibînin ku gelên biyanî û gelên din pirsgireka kurd wekî pirsgirêka bingehîn dibînin. Kilîda çareseriya vê pirsgirêkê Rêber Apo dibînin. Ji bo wê me daxuyanî dan. Me dest bi rêzeçalakiyan kir. Di van rêzeçalakiyan de meş, daxuyanî û mîtîng hene. Dîsa bi nûnerên ol, eşîr û pêkhateyên herêmê re hevdîtin tên kirin. Di vê çarçoveyê de bajar bi bajar meşên gel hatin lidarxistin. Li Kantona Kamişlo, li Hesekê û bajar bi bajar bi giştî meşên girseyî hatin lidarxistin. Ji Reqa heta Minbiçê ku pêkhatiyên xwe ereb bûn meş pêk hatin.  Ev çalakî hem ji bo piştgiriya pêngavê, hem ji bo xwedîderketina Rêber Apo û hem jî ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê pêk hatin.”

Hemû gel piştgiriyê didin

Yusif destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên mezin ên girseyî pêk hatin û wiha pêde çû: “Di van meşan de gel helwest û nerazibûnên xwe anîn ziman. Hemûyan bi yek dengî gotin ‘Bê Serok jiyan nabe’ û xwestin ev pergal bê hilweşandin. Diyar kirin ku dem hatiye ku dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û Rêber Apo fizikî bi mere bijî. Gelê kurd, ereb, suryan piştgiriyê didin vê hamleyê.

Bi îmzeyan xebatek nû dest pê kir

Pervîn Yusf anî ziman ku bi taybet piştî 15’ê Sibatê bi komkirina îmzeyan hamle derbasî merhaleya duyemîn bû û wiha dirêj kir: “Armanca komkirina îmzeyan ewe ku em dengê hemû gel û pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigînin raya giştî ya cîhanê. Hamleya îmzeyan ku di 13’ê sibatê de dest pê kir, dê heta 4’ê Nîsanê bidome.  Ji bo komkirina îmzeyan komîsyon hatin avakirin. Komîsyonên ku mal bi mal bigerin û komîsyonên ragihandinê hatin avakirin. Her kes li gorî erk û peyvira xwe tev digere. Piştî 4’ê Nîsanê em armanc dikin ku îmzeyên me kom kirin radestî Yekîtiya Ewropa bikin. Em bikaribin vê bêdengiyê bişkînin. Em jî rewşa îmraliyê qebûl nakin. Ji bo vê yekê em dixwazin CPT, Saziyên Ewropa, Saziyên Navdewletî û Mafên mirovan li ser vê rewşê rawestin û demek nêzîk Rêberê me fizîkî azad bibe.”

Hemû pêkhate pêngavê erênî û bi coş pêşwazî dikin

Pervîn Yusif bibîr xist ku ev xebata îmzeyan ji aliyê gel ve bi erênî hat pêşwazîkirin û wiha axivî: “Li gel gelê kurd, gelên ereb, asûr, suryan, keldan, ermenî û turkmen hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn piştgiriyek mezin didin pêngavê. Hemû pêkhate raste rast din ava komîteyan de cihê xwe digirin. Pêl bi pêl ev pêngav mezin dibe. Armanc ewe ku em bi milyonan kes tev li vê pêngavê bibin û tu malan ji bîr nekin. Niha komîsyonên xebatê, mal bi mal, tax bi tax li deriyan didin û her kesî beşdarî kampanyayê dikin. Malbatên ku ne li malê bin, piştre bixwe tên serî li komîsyonan didin û ew jî dixwazin di nava kampanyayê de cih bigirin. Gel erka xwe ya wîcdanî û politîk zane û tev li hamleyê dibin. Gel piştgireyek mezin dide kampanya îmzeyan.”

Dê kêkoşîna me her bidome

Yusif herî dawî diyar kir ku pişytî îmzeyan jî dê têkoşîna wan bidome û wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Heta ku Rêberê me azad bibe, heta neheqî û bêedaletî li ser gelê me hebe, heta êrîşên li Kurdistanê tê meşandin,  heta ku em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigêjin statuya xwe, heta ku Sûriyeyek demokratik avabikin, gel têkoşîna xwe berdewam dike. Bi taybet, ji bo azadiya Rêber Apo çi dikeve ser milê gel, amade ye. Em tenê xwe bi vê xebata îmzeyan bi sînor nakin. Dê rêzeçalakiyên me heta encam bê girtin bidomin. Dîsa ji bo mîtîngên 4’ê Nisanê tên amadekarî têne kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo dê têkoşîna me bidome. “