28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turkan Altun: Rabe Cengizê min hevalên te hatin

Endam û rêveberên DFG’ê di 32’emîn salvegera kuştina rojnameger Cengîz Altûn de ew li ser gora wî bibîr anîn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, anî ziman ku eger çapemeniya azad gihiştibe îro bi têkoşîna şehîdên çapemeniyê ye. Dayika Cengîz Altûn Turkan Altîn jî got: “Rabe Cengizê min hevalên te hatin.”

Hêzên kontra di 24’ê sibata 1992’yan de li Êlihê êrişî rojnameger Cengîz Altun kirin û ew li kolanê qetil kirin. Hempîşeyên Altun û Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî di navde Altûn, di salvegera 22’yemîn a qetilkirina Altun de ew li ser gora wî ya Taxa Çamlicayê ya navendê bi bîr anîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) pêşengiya bîranînê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu, Namzetên Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, malbata Altûn û rojnameger tev li bîranînê bûn.  Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokê DFG’ê Serdan Altan diyar kir ku rojnameger Altûn ji ber ku polîtîkayên zext û zilmê yên li dijî gelê kurd derdixist holê lewma hedef hate girtin û wiha got: “Heke çapemeniya kurd gihiştibe asta niha, ev bi saya têkoşîna şehîdên çapemeniyê ye. Cengîz bi rojnamegeriya xwe ve êşa gelê kurd nîşanî cîhanê da û zextên dewletê raxist ber çavan. Lewma hedef hate girtin. Ji hêla kesên nedixwestin rastî derkeve holê ve hedef hate girtin. Bedela wê çi dibe bila bibe Cengîz paşvegav neavêt. Em jî li ser rêya wî ne û em ê pênûsa kevneşopiya Çapemeniya Azad li erdê nehêlin. Em ê di rêya wî de têbikoşin. Em hemû hevalên xwe yên di vê rêyê de şehîd bûne birêz û biminet bi bibîr tînin.”

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî destnîşan kir ku Altûn serî li ber gefan netewand û bi pey rastiyan ket û wiha domand: “Cengîz li dijî komkujî, girtin û binçavkirinên ku zîhniyeta faşîst hêjayî kurdan dibîne li ber xwe da û di kevneşopiya Çapemeniya Azad de israr kir. Lewma hate qetilkirin. Bi qetilkirina Cengîz re bi hezaran Cengîz rabûn. Niha rastiyan dinivîsin. Li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Têkoşîna kevneşopiya Çapemeniya Azad dîrokî ye. Di vê têkoşîna dîrokî de Cengîz xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna wan bûye ronahiya pêşeroja gelê kurd.”

Dayika Altûn, Turkan Altûn jî bi gotina “Rabe Cengîzê min vaye hevalên te hatine” dest bi axaftina kir. Altûn, got ku kurê xwest rastiyan derxîne holê û ji bo ronîkirina komkujiyên li dijî gelê kurd dihatin kirin têkoşiya. Altûn, wiha domand: “Ez bûm şahida kelecana rojnamegeriyê ya Cengîzê xwe. Ne zextan ne jî gefan nekarîn rê li ber lêgerîna wî ya ji bo derxistina rastiyan li holê bigirin. Ez bi wî serbilind im. Niha li vê derê û li gelek deverên din Cengîzên min hene. Û dê her hebin jî.”

Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Altûn û soza domandina têkoşînê dan.