6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Neçûna CPT’yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî nêzîkatiya CPT ya ku hat Tirkiyeyê û serdana Îmraliyê nekir, daxuyanî da û got: " CPT li gorî nêrîna dewletê nêzî Îmraliyê dibe."

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat Tirkiyeyê û neçû Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî helwesta CPT daxuyanî da û anî ziman ku ev nayê qebûlkirin.

Buroya Huqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyê de diyar kir ku şandeya CPT’yê neçûye îmraliyê û têkildarî tecrîda li Îmraliyê tenê agahiya “Bi rayedarên têkildar re bi taybet jî derheqê pêwendiyên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin a bi derve û çendek mijarên din hatin nîqaşkirin.” daye. Weke ku tê fêmkirin, şandeya CPT’yê demeke dirêj li Tirkiyeyê maye. Lê neçûye serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê û bi miwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Veysî Aktaş, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Omer Hayrî Konar ku 35 meh in bi tu awayî agahî ji wan nayên girtin re hevdîtin nekirine. Mîna berê jî kiribûn, derheqê miwekîlên me de bi rayedaran re têkildarî ‘pêwendiyên wan ên bi derve re’ axivî ne.

Ev ne li gorî berpirsyariya CPT ye

Ev nêzikatiya CPT’yê, ne li gorî peywira wê ya pêşîlêgirtina îşkenceyê ye. Cezayên disiplînê yên derqanûnû û qedexeyên derhiqûqî ji hêla dadgeriyên înfazê ve bi awayekî sîstematîk tên dayîn. Mercên înfazê û ‘pêvajoyên darazê’ ji lêkolîn û venêrîna parêzeran re hatine girtin. Mafê parastinê li Îmraliyê bi temamî ji holê hatiye rakirin, di serî de hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, têkiliya miwekîlên me ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ev pêwendî hema hema ev sê sal in hatine qutkirin. Parêzer nikarin têkildarî rewşa tenduristî û ragirtina wan tu agahiyan bi dest bixin. Tevî vê rewşê jî CPT’yê tenê di hevdîtina bi rayedaran re mijar anîne rojevê. Ev nêzikatiya wan nayê qebûlkirin.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) gotibû ku divê ‘tavilê bi parêzerên xwe re bikarin hevdîtinê bikin.’ Sal û nîvek e Tirkiyeyê biryara tevdîrê bicih neaniye. Tevî vê yekê jî mijara pêwendiyên bi derve re bi awayekî sînor hatiye nîqaşkirin û bi temamî terkî keyfiyeta dewlet û rayedaran hatiye kirin. Lê rejîma muebeta girankirî û mercên agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê ku 25 sal in didome, awayekî îşkenceyê ye û dijmirovî ye. Lê nêzikatiyên saziyên neteweyî û navneteweyî berevajî qedexeya îşkenceyê ye.

Rê li ber fikara ku mercên tecrîdê didome vekir

Di serdema mijdar-kanûn-çileyê de daxwaz û agahdariyên têkildarî birêz Ocalan û Îmraliyê de, di 15’ê sibata 2024’an de ji CPT’yê re ragihand. Hêj dema şande li Tirkiyeyê agahiya wê ji geşedanên rojane hebû, rapora hevdîtinên di 22’yê îlona 2022’yan de nehatibû parvekirin, piştî wê dîrokê erdhej çêbûn û mercên heyî xerabtir bûn. Vê jî ferz dikir ku li Îmraliyê yekser çavdêrî û lêkolîn were kirin. Lê dîsa beriya ziyaretek were kirin, vegeriyan. Vê rewşê jî fikarên domandina rewşa îşkence û mercên derhiqûqî û derexlaqî yên li Îmraliyê di me de ava kir.

Divê tespît û çavdêrî bi raya giştî re bê parvekirin  

Di rewşa heyî de CPT’yê tu bendewarî û şîretên me esas negirtin, dewletê ji bo başkirina rewşa heyî tu gav neavêt. Lewma jî divê CPT tavilê tespît û çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bike. Ji bo rewşa agahînegirtinê ku li dijî qedexeya îşkenceyê ye bi dawî bibe û malbat û parêzer bikarin biçin serdanê, divê CPT ne li gorî nêrîna dewletê tevbigere. Divê rola xwe bi awayekî çalak pêk bîne.”