6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA’yê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dema azadiya jinan e

TJA’yê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Êlih û Îzmîrê bi daxuyaniya starta çalakiyên 8’ê Adarê da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Êlih û Îzmîrê da.

Êlih

Jinên ku li ser Kolana Gulistanê civiyan, bi dirûşm, çepik û tililiyan govend gerandin. Piştre jî bi komî heta pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya li Bulwara Turgut Ozal meşiyan. Di meşê de ajokaran bi qorneyê û jinên jî li şaneşîn û pacên malên xwe, bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan çalakgeran. Welatiyên li ser rêyê jî bi tililî û nîşaneyên serkeftinê meş silav kirin.

Di meşê de jinan pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ve ber bi 8’ê Adarê ve” vekirin û wêneyên RojvelatKizmaz, Îpek Er, Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û Denîz Poyraz hilgirtin. Jinan di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu, namzetên hevşaredariyan, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn.

Girse ji kolana Gulistanê heta pêşiya avahiya DBP’ê meşiya. Piştî meşê li vir daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya beriya daxuyaniyê axivî û jinên li dijî tundiyê li ber xwe didin silav kir. Kaya, anî ziman ku ew ji vir, ji Kurdistanê bi ser navê TJA’yê silavan ji hemû jinên cîhanê re dişinin û wiha got: “Ez hemû jinên li dijî tundiyê li ber xwe didin silav dikim. Berxwedana wan tevan berxwedana me ye. Jinên hêja, bi dehan sala ye em di bin navê TJA’yê de têdikoşin. Hemû êrişên li dijî nirxên me, sedema serhildan û têkoşîna me ne. Em berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo birêz Abdullah Ocalan silav dikin. Em silavan ji bo dayikên ev berxwedan mezin kirin dişînin.”Piştî Kaya, aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Yildiz Işik metna daxuyaniyê xwend.

 Îzmîr

Tevgera Jinên Azad (TJA) starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Kurdistanê li Êlihê û li Tirkiyeyê jî li Îzmîrê bi daxuyaniyekê da. Jinan starta çalakiyan li pêşiya Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepeyêdan. Di çalakiyê de pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” û dovîzên “Destê xwe ji bedena min, ruhê min û ji mejiyê min bikişîne” û “Bi jin, jiyan, azadiyê em komkukujiyên li dijî jinan bidin sekinandin” vekirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin hilgirtin.  Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Na ji tecrîdê re, aştî a niha”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Cînayetên jinan polîtîk in” berzkirin. Beriya daxuyaniyê jinan tililî berz kirin û govend gerandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Ayfer Yildirim daxuyanî da û ji ewil têkoşîna azadiyê ya jinan a li gelek deverên cîhanê silav kir û jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Bi domdarî Yildirim anî ziman ku bi hêza ji Roza, Sara, Evîn, Zelal û bi hezaran jinan digirin dê di 8’ê Adarê de li qadan, kolanan û meydanan bin. Piştre jî metna hevpar hate xwendin.

Gunreş: Jinên kurd serhildêr in

Piştre jî Parlamenter Bêrîtan Guneş axivî û wiha got: “Jinên kurd ev 100 sal in serî li ber pergala mêrê serdest netewandin. Ji Leyla Qasiman heta Viyanan, jinên kurd her tim li ber xwe dan. Dayikên me di Nobeta Edaletê de û ciwan û gelê me jî li kolanan dibêje ‘jin, jiyan, azadî.’”

Piştî axaftinan jî Koroya Denîz Poyraz derket ser dikê û daxuyanî bi dawî bû.

Metna hevpar a TJA’yê ya li Êlih û Îzmîrê hatiye xwendin wiha ye:

Di vê dema ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin de, beriya her tiştî, em tevahiya jinên ku li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, silav dikin. Em jinên ku ji bo azadiya jinê têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku dê bîranîna wan rêya me ronî bike. Bi hêza ku me ji hezaran jinên pêşeng ên wek Rozayan, Sarayan, Evînan, Zelalan wergirtiye, di 8’ê Adara îsal de jî em ê dîsa li qadan, kuçeyan û meydanan  bin.

Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, em 8’ê Adarê dîsa di binê siya şeran, qeyranên aborî, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û newekheviyan de; lê di heman demê de bi têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî polîtîkayên mêrsalar pêşwazî dikin.

Di sedsala 21’emîn a ku têkoşîna zayendî bûye qada têkoşînê ya bingehîn de, jin li malan, li kuçeyan, li kargehan û li tevhiya qadên jiyanê xwedî li azadiya xwe, mafên xwe, nirxên xwe û keda xwe derdikevin û destkeftiyên xwe yên ku bûne armanca hişmendiya mêrsalar diparêzin. Di vê serdema ku tundiya li hemberî jinê zêdetir dibe, kuştinên jinan vediguherin qirkirinê û di heman demê de gelek destkeftiyên jinan dixwazin careke din bên desteserkirin de, em dizanin ku berxwedana jinê di pêvajoya li pêşiya me de diyarker e. Şerên piraliyî yên ku di serî de li Rojava, li tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn tên meşandin, di bingeha xwe de li dijî nirx û afrîneriyên cewherî yên jinan in. Şerê ku dijminatiya jinê ji xwe re dike çavkanî, herî zêde jî jinên Kurd ji xwe re dike armanc. Yên ku pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagehan Akarsel li Silêmaniyê, Evîn Goyî li Parîsê, Firyal Silêman Xalid li Kerkukê qetil kirine divê bizanibin ku têkoşîna azadiya jinê dê teqez bi ser bikeve!

Bi “polîtîkayên şerê taybet” ên ku li Kurdistanê wek polîtîkayên dewletê tên afirandin, ev tundî û qetliyam gihîştine asteke cuda ya gelekî girîng. Remziye Apaydin, Denîz Poyraz, Fîrdevs Babat, Sakîne Kultur bi tenê çend ji dehan jinên ku di encama van polîtîkayên şerê taybet ên ku bi destê dewletê tên sepandin jiyana xwe ji dest dane ne. Heman polîtîka bi destê kesên xwedîunîforma ve li hemberî jinên Kurd ên ciwan; bi destê saziyên olperest û paşverû yên îslama siyasî li hemberî civakê; bi destê qeyûman li hemberî saziyên jinan û vîna gelên Kurdistanê tên sepandin. Di heman demê de di tevahiya saziyan de û di tevahiya qadên jiyanê de “mêrbûn” tê vejandin û koletî li jinan tê ferzkirin. Sîxurkirin, madeyên hişbir û fuhûş wek amûrên şerê bîrdozî tên bikaranîn û aliyekî din ê van polîtîkayn jî destdirêjî jî di nav de hemû cureyên îstîsmara zarokan e. Em vê hişmendiya mîlîtarîst a ku beden, ziman, çand, nasname û bi kurtasî hebûna jinên Kurd ji xwe re dike armanc, nepejirînin!

Em ji Musa Orhanan, Onur Genceran, Îbrahîm Barkinan pir baş pê dizanin ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi vegotinên cudaker, bi efûyên ku di binê navê sererastkirina înfazan de tênê derxistin, kujer û kiryarên tundiyê ji aliyê vê pergalê ve çawa tên parastin! Em hevkarên wan kesên ku hêza dewletê li pişta wan e, zirxê xwe yê “polîtîkaya bêcezahiştinê” li xwe kirine, dizanin dê tu tiştek bi wan nebe û bi tu awayî dev ji kiryarbûnê bernadin jî, baş nas dikin!

Qeyrana aborî ya ku hêzên kapîtalîst û modernîst afirandine û her roj hinekî din kûr dibe, her ku diçe domdartir dibe. Çavakaniyên ku malê civakê ne dikin xizmeta komeke elît û xizanî û nangiraniyê ji gel re rewa dibînin. Li palûkeyan, zeviyan, kargehan, li tevahiya qadên giştî jin wek hêza kar a erzan tê dîtin û rûberî mêtingerî û tundiyeke giran dibe. Di vê çarçoveyê de, em wek TJA di wê baweriyê de ne ku bi 8’ê Adarê têkoşîna kedê ya rêxistinbûyî ya hevpar a jinan dê bigihîje xwediyê wateyeke nû. Li hemberî van polîtîkayên ku dijminatiya jinê dikin û li dijî gel in em ê civakê biparêzin, berxwedanê geş bikin.

Ji aliyê mekanîzmayên darazê yên ku di destê desthilatdariyê de bûne amûr ve, jin her roj bi operasyonên siyasî tên girtin û zindanîkirin. TJA jî bi awayekî bi pergal û gelek canan rûberî tundiya darazê bûye. Sepanên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dermirovî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî domahîlka van polîtîkayan in. Wek TJA, em careke din dibêjin ku em ê xwedî li nasnameya xwe û destkeftiyên xwe derkevin.

Di vê sala borî de, di erdheja 6’ê Reşemiyê ya ku di encama polîtîkayên rantxurî û talanê ya pergala dewletperest a mêrsalar de li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê veguherî hilweşîneke mezin de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bêmal man. Her çiqas ji bo tevahiya civakê bandoreke hilweşîner a erdhejê çêbûbe jî, ji bo jinan û zarokan rewş gelekî xerabtir bûye. Desthilatdariya ku bûye sedema tevahiya vê hilweşînê, erdhej jî veguherandiye derfeteke ku desthilatdariya xwe bidomîne. Wargehên Kurdan û elewiyan ji nû ve dagir kiriye, avaniya demografîk guherandiye, erdnîgariya me bêmirov hiştiye, zarokên ku malbatên xwe wenda kirine dane terîqetên olperest û çeteyan û ew rûberî îstîsmarê kirine ku hilweşîn girantir bûye, polîtîkayên xwe yên dijberî xwezayê domandine û talankirina avê, axê, daristanan û tevahiya qadên jiyanê domandiye. Wek TJA, em ê ava xwe, axa xwe, daristanên xwe, xwezaya xwe û tevahiya qadên xwe yên jiyanê biparêzin.

Zimanê me yê dayîkê, nasnameya me tên înkarkirin û bi plîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakê tê tunekirin. Wek TJA; ji bo zindîtirkirina zimanê me yê zikmakî, çanda me û nasnameya me, di serî de jinên Kurd, em bangê li tevahiya civakê dikin ku bi me re têbikoşin û di serî de Kurdî, ji bo ku tevahiya zimanan bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Di vê 8’ê Adarê de, bi ezmûnên xwe yên ku me ji dîrokê palavtine, ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di avakirina bajarên azadîparêziya jinê de gelekî girîng in, em amade ne. Me berendamên xwe bi pêşhilbijartineke ku gelek kes beşdar bûnê û bi rêbaza lihevkirina bajêr diyar kirin û me careke din derxist holê ku demokrasiya xwecihî encax bi civakê re bi pêş dikeve. Em bi biryar in ku em hişmendiya ku tevahiya qadên civakê di destekî de kom dike, zêde navendî ye û “rêveberiyên xwecihî wek qadên xwezayî yên hişmendiya mêrsalar” dibîne veguherînin. Bi hêza jinan a di qadên xwecihî de guherîner û veguherîner em ê siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin. Em bi biryar in ku bi hevserokatî û nûneriya wekhev, di tevahiya qadên jiyanê de em vîna jinê hêzdartir bikin û hişmendiya rêveberiyêên xwecihî yên demokratîk li civakê belav bikin. Em bi ser ketin, me bi dest xist. Niha dem dema ku em serkeftina xwe û destkeftiyên xwe careke din geştir bikin. Rabe; Dem Dema Azadiya Jinan e!

Ev rewşa civakê ya ku di nava qeyranên piralî de maye, encama rejîma tecrîdê ya ku li Îmraliyê tê sepandin e. Her ku rejîma tecrîdê ya li hemberî Rêzdar Ocalan kûrtir dibe, di serî de jin, tevahiya civakê bi heman awayî dikeve binê pêkutiyê. Di 8’ê Adara îsal de jî, em careke din dibêjin ku, di serî de çareseriya kêşeya Kurd a demokratîk û aştiyane, muxatabê bingehîn ê çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî Rêzdar Ocalan e û em careke din dibêjin ku divê demildest bi wî re hevdîtin bê çêkirin. Li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, paradîgmaya civaka “demokratîk, xwezaparêz û azadiya jinê” ya ku Rêzdar Ocalan bi pêş xistiye, gavê herî girîng ê rêya ku ber bi jiyaneke aştiyane û civakeke demokratîk ve diçe ye. Tekane rêya sepandina vê paradîgmayê jî ew e ku bê şert û merc pêkanîna azadiya fizîkî ya cenabê wî ye.

Di vê çarçoveyê de, em Nobetên Edaletê yên bi armanca piştgirîdana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û şikênandina tecrîda li Îmraliyê yên ku li gelek bajaran hatine destpêkirin, silav dikin û em careke din bangê li sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku daxwazên wan demildest bînin cih.

Di 8’ê Adara 2024’an a ku me şiyara “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” veguherand eniya berxwedanê de, em careke din bangî di serî de jinên Kurd, tevahiya jinan dikin ku li hemberî faşîzmê û mêrsalariyê, piştgiriyê bidin berxwedanê û wê geş bikin. Bi hêza ku em ji vê bangê digirin, em 8’ê Adarê, roja têkoşînê ya tevahiya jinan, pîroz dikin. Jin, jiyan, azadî.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê