3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kursiyê biteker nedane girtiyê berasteng

Şaban Kaygûsûzê ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, diyar kir ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de kursiyê biteker nedane wî û ji ber ku cendirmeyan alîkariya wî nekiriye, di nav xeleka leşkeran de bi lingekî hewl daye têkeve hundirê nexweşxaneyê.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Hamdûllah Yagiz Kesen rewşa girtiyê berasteng Şaban Kaygûsûz ragihand. Nexweşê ji sedî 90 astengdar Şaban Kaygûsûz (25) ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ye û di Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê ya Hejmara 2’yan de ye, ji ber ku dema ew birine nexweşxaneyê kursiyê biteker nedane wî, hewl daye bi lingekî têkeve hundirê nexweşxaneyê. Kaygûsûz di 2 û 9’ê adarê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê piştî ku leşkeran aliyê wî nekiriye ji hewl daye û ji neçarî li ser lingekî meşiyaye.

Bijîşk hişyar kiriye

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê di 20’ê adarê de bi Kaygûsûz re hevdîtin pêk anîn. Li gorî îfadeyên parêzeran Kaygûsûz di 2 û 9’ê adarê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û di dema sewqkirinê de rastî binpêkirinên mafan hatiye.

Kaygûsûz behsa tiştên ku dema sewqkirina nexweşxaneyê de hatine serê wî kir. Kaygûsûz diyar kir ku ji ber ku bijîşk jê re gotiye di dema sewqkirinê de dibe protez xwêdanê bide û ji ber vê kêm çêbibe û wî jî guh daye vê hişyariya bijîşk û protez nexistiye lingê xwe. Kaygûsûz diyar kir ku her çend protezên wî ne li cem wî bûne jî, cendirmeyan jê re gotine “Proteza xwe têxe lingê xwe, em bi te dizanin. Ger tu nexî lingê xwe em ê bi tu awayî alîkariya te nekin.”

Kursiyê biteker nedanê

Kaygûsûz diyar kir ku ew li ser lingekî bi çindikan li wesayîta rîngê siwar bûye û demeke dirêj di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin. Dema ji bo nûkirina rapora astengdariyê ew birine desteya tenduristiyê, cendirmeyan bi milê wî negirtiye û kursiyê biteker jî nedane wî û jê re gotine, “Here ji xwe re bîne.” Kaygûsûz anî ziman ku cendirmeyan ji bo kursiyê biteker a di wesayîta rîngê de jî gotine “Em nikarin bibin sedema qedexeyê” û got ku cendirme li dora wî bûne xelek lê bi tu awayî alîkariya wî nekirine.

Her wiha Kaygûsûz anî ziman ku roja hevdîtinê jî di heman rojê de bûye û ji ber vê tenê 5 deqeyan malbata xwe dîtiye.

Kaygûsûz diyar kir ku ew bi lingekî klînîk bi klînîk geriyaye û bêyî ku karibe rapora xwe ya astengdariya nû bike bi heman awayî, bi lingekî çûye li wesayîta rîngê siwar bûye û dîsa ew anîne girtîgehê.

Kaygûsûz anî ziman ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de û di hundirê nexweşxaneyê de ji ber ku bi çindikan meşiyaye nerihet bûye û ji ber vê çar rojan bênavber vereşiyaye.

OHD’ê ya Şaxa Mêrsînê bertek nîşanî tiştên li Kaygûsûz hatine kirin da. OHD’ê diyar kir ku ev bûyer weke binpêkirina mafan û zexta derûnî wesifand û got: “Çawa tiştekî wiha tînin serê mirovekî bêdestûling? Çawa bi wî bi vî awayî anîne û bi saetan ew li ser piyan dane sekinandin. Li nexweşxaneyê bi dehan kursiyên bteker hene. Lê neanîne. Leşkeran serhişkî kiriye û gotine ‘Wan protezên xwe bi keys bike û tu bixwe karê xwe bike, em ê aliyê de nekin.'”

Şaban kaygûsûz kî ye?

Şaban Kaygûsûz (25) ku ji sedî 90b berteng e û di Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê ya Hejmara 2’yan de, di sala 2018’an de li Şirnexê di pevçûnekê de birîndar bû. Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne. Dema hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sêrtê û piştî mehekê sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê hat kirin û di doza wê de cezayê muebetê lê hat birîn. Kaygûsûz di 20’ê cotmeha 2021’î de ji Amedê sewqî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T’yê ya Hejmara 2’yan hat kirin. Kaygûsûz ku destê wî yê rastê û lingê wî yê rastê tune ne, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da wî. Kaygûsûz di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.