4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lavrov bêyî ku serdana Hewlêrê bike vegeriya Rûsyayê

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ragihand ku Sergey Lavrov vegeriyaye welat. Li gorî hin dezgehên medyayê dihat payîn ku Lavrov serdana Herêma Kurdistanê bike, lê Lavrov vegeriya Rûsyayê

Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ragihand ku Sergey Lavrov vegeriyaye welat. Li gorî medya PDK’ê dihat payîn ku Lavrov serdana Herêma Kurdistanê bike, lê Lavrov vegeriya Rûsyayê.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û şandeya li gel de di êvara 5’ê Sibatê de gihişt paytext Bexdayê. Lavrov duh bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re civiya, piştre li gel serokkomarê Iraqê civiya. Herwiha Lavrov bi rayedarên din yên Iraqê re li Bexdayê civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov danê sibehê ji Iraqê derketiye û gihiştiye Rûsyayê.

Hêjayî gotinê ye beriya ku Lavrov serdana Iraqê bike, medya PDK’ê ragihandibû ku wê Lavrov piştî serdana Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Lê Lavrov bê ku serdana Hewlêrê bike, vegeriya Rûsyayê.