7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li navenda erdhejê cenaze li benda derxistinê ne

Li Bazarcixê şev bi erdhejê û şiliyê derbas bû. Ev der navenda erdhejê ye. Xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didome. Tîmên xebatê kêm in û cenaze û birîndar di bin kavilan de li benda derxistinê ne.

Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê ye, li navenda navçeyê karesatek mezin rû daye. Li navçeyê tenê dîmenên bobelatê li ber çavan e. Duh bi şev li navçeyê di heman demê de jî şiliyek zêde hebû û ji ber şiliyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibû sekinandin.  Yek ji avahiya ku tê gotin herî zêde mirov di bin de mane Avahiya Demîroglû ye. Ji ber şiliyê bi şev xebata lêgerînê li vir jî hatibû sekinandin.

Duh bi şev tîmên nû hatin navçeyê. Tîmên lêgerînê û rizgariyê li Avahiya Yoksûl a li Cadeya Cengîz Topel ku 5 jê zarok herî kêm 11 kes di bin kavil de ye, dest bi xebatê kirin. Ji ber şiliyê xebat hatibû sekinandin û bi tîrêjên şeveqê re carek din xebat dest pê kir. Tîmên rizgariyê li çend xalên navçeyê xebatê didomînin û ji ber hilweşandina mezin ev tîm têra xebatê nakin.

Bertek nîşanî nebelavkirina konan dan

Welatiyan şeva xwe di bin kon û naylon, wesayît û brandayên kamyonetan de derbas kirin û bertek nîşan dan ku alîkariya konan ji wan re nayê kirin. Welatiyan anî ziman ku betaniyeyên ku Kizilayê şandiye navçeyê têr nekirine û seranserî şevê ji ber sermayê dev û zimanê wan li hev ketiye.

Cenaze di bin kavilan de tên dîtin

Bi destpêka rojê re rûxandin ango karesata li taxên Cengiz Topel û Fatîhê xwe raxist ber çavan. Li van her du taxan jî me di dîmenên ku girtin de hat dîtin ku hin avahî hilweşiyane û xesarek mezin çêbûye. Hê jî li hin avahiyan tu xebat nehatiye destpêkirin. Di kavilê hin avahiyan de jî cenaze tên dîtin. Di kavilê avahiyek li taxa Cengiz Topel de cenazeyê jinekê hat dîtin.

Welatiyek ku bi awayek perîşan li benda tîmên rizgariyê ye ku dest bi xebata lêgerînê bikin û diyar kir ku bûka wî û du neviyên wî di bin kavilê avahiyê de ne û tevî hemû hewldanên wî jî tîm nehatine şandin.

Li aliyê din wesayîta mobîl a xwarinê ku ji bo navçeyê hatiye şandin dê xwarinê bide welatiyan.

Erdhejên peyhatî didomin

Navçe adeta veguheriye karesatek mezin. Saet li derdora 06.13’an erdhejek bi pileya 5,3 ku navenda wê Golbaşi ye pêk hat û bû sedema tirşe. Li navçeyê erdhejên peyhatî bênavber berdewam dikin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

MA / Abdurrahman Gok – Azad Altay