27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lehengên xwe li dijî tariyê kirin ronahiya Newrozê

Di dîrokê de lehengên ku bûne malên dîrokê bi berxwedan û têkoşîna xwe bûne malê dîrokê. Di dîroka kurdan de jî Newroz bi berxwedan û têkoşîna ji bo parastina vîn û nasnameyê di rûpelên dîrokê de cih girt. Agirê Newroza ku bi hezaran sal in ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye remza têkoşîna li dijî zilmê, îsal jî bi riha vejînê gur dibe. Agirê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq vêxistiye, bi 3 neftikên Mazlum Dogan pêxistine qet venemirî û heya îro her ku çû geştir bû. Li dijî qedexekirinên Newrozan û polîtîkayên asîmîlasyonê ji Mazlum Dogan heya Sema Yuceyê gelek lehengên gelê kurd bi agirê berdane bedena xwe ve ala têkoşînê bilind kirin û heya îro ev ala têkoşînê qet nehat xwarê. Gelê kurd û li gel êrişên tên kirin û bi kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin Newroza 2024’an pêşwazî dikin.

Me ji xwest em têkoşîna kesên ku bi agirberdane bedana xwe Newroz gur kirin û bandora têkoşîna wan a ser dîrokê, careke din raxin ber çavan.

 Têkoşîna Mazlum Dogan

Mazlum Dogan di sala 1955’an de li gundê Teman a navçeya Depa Xarpêtê ji dayik bû. Dogan di sala 1974’an de qeyda xwe li Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê çêkir û di civînên Tûzlûçayir û Dîkmenên de Abdullah Ocalan û hevalên pê re bûn nas kir. Dogan ê piştre tev li xebatan bûy, li Êlih, Amed û Rihayê têkoşîna azadiya gelê kurd da meşandin di 20 îlona 1979’an de li ser riya Êlih û Mêrdînê hate binçavkirin. Dogan ê bi nasnameyeke cuda ve hatiye girtin tevî hemû îşkenceyên jê re hatine kirin, nasnameya xwe ya rast eşkere nekir. Piştre nasnameya Dogan hate eşkerekirin û şandin Gîrtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Dogan di vê girtîgehê de rastî îşkenceyên giran ên derveyî mirovahiyê ya îdareya leşkerî hat û li dijî polîtîkayên “Tirkkirinê” di 21’ê Adara 1982’yan de bi sê zilikên şixarteyê agir berda bedena xwe û Nowroz pîroz kir. Dogan bi vê yêkê kevneşopiyeke nû ya berxwedanê da destpêkirin.

 Agir kir destana Newrozê

Dogan ê di dîroka têkoşîna gelê kurd de wek “Kawayê Hemdem” tê pênasekirin piştî Kawayê Hesinkar bû ji remzên herî girîng ên Newrozê. Der barê Dogan de gelek helbest hatin nivîsandin, stran hatin gotin, çîrok û pirtûk hatin nivîsandin û di nava demê de bû destanek. Mazlum Dogan ê ji serî heya piyan bûye remza têkoşîn û biryarbûnê li dijî zilma wek feraseta Dehaq dihat meşandin di qawîşa xwe ya tarî de ji gelê kurd re bû agirê Newroz û ronahiyê hêviyê. Destana Kawayê Hemdem belavî gelan bû û sedan malbatên kurd navên zarokên xwe kirin Mazlum. Dê îsal agirê ewil ê Newrozê di 15’ê adarê de li welatê Mazlum Dogan navçeya Depa Xarpêtê were vêxistin.

Bû meşaleya ser bircên Sûrê

Piştî 8 salan 21’ê Adara 1990’an, danê nîvro Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê bi dirûşma “Bijî Newroz” agir berda bedena xwe. Alkan di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê ji dayik bû. Malbata Alkanê jî xizmên malbata Elî Şêr a di serhildana Koçgiriyê de pêşengtiya serhildana Koçgiriyê kiribû û hatibûn sirgunkirin in. Malbata Alkanê piştre koçî Îzmîrê kir. Zekiye di sala 1987’an de Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcle ya Amedê qezenc kir. Di 14’ê adara 1990’î de li navçeya Stewra Mêrdînê 13 ARGK’î jiyana xwe ji dest dan û pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Alkan a qedexe nas nekir, bi gotina “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” agir berda bedana xwe û bû Newroz.

Abdullah Ocalan remza azadiyê ne hêsan e

Alkan a ji bo bibe bijîşk hatibû Amedê bi çalakiya xwe ve ji bo jinên kurd bû pêşeng û çavkaniya sirûştê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çalakiya Alkanê vê nirxandinê kiribû: “Çalakiya Zekiye Alkanê ya agir berdaye bedena xwe û agirê Newrozê bilind kiriye jî remza nehêsanbûna azadiyê ye.”

Sînor nas nekir

Di 22’yê 1992’yan de vê carê Rahşan Demîrel li Îzmîrê canê xwe diyarî azadiyê kir. Rehşan Demîrel a di sala 1975’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê bi temênê xwe yê biçûk ve li gel malbata xwe koçî Îzmîrê dike. Lê belê malbat gelek caran diçe serdana welatê xwe û zarokên xwe jî bi xwe re dibin da ku ji axa xwe veneqetin. Hêj ku Rahşan biçûk bû, zext û zordariyên dewletê yên ser nasnameya xwe hesiyabû. Lewma dema ku malbat cilan jê re distend her tim dixwest rengên kesk û sor û zer di nav de bin. Dema ku rojekê bi van cilên xwe yên kesk û sor û zer diçe dibistanê, mamoste şimaqakê lê dixe lê Rahşan jî bi heman awayî nerazîbûna xwe nîşan dide. Rahşana ku serhildanên li bajarê xwê Nisêbîn û navçeya Cizîra Şirnexê ên salên 1990’î li Îzmîrê dişopîne, hêrs dibe û bi çalakiya xwe ve van serhildanan dibe Îzmîrê. Rahşan rojek berî Newroza sala 1992’yan astengkirina Newrozê ji kanalên televîzyonê hîn bû. Wezîrê Karên Hundirîn ê demê Îsmet Sezgîn wê demê wiha daxuyanî da: “Dê îsal Newroz neyê pîrozkirin. Yên ku pîroz dikin dê derbarê wan de çi hewce be were kirin.”

 Newroz dê bê pîrozkirin

Rahşan a hêj 17 salî bû piştî van daxuyaniyan di 22’yê adara 1992’yan de serê sibê ji malê dertê û derdikeve ser Kadefekaleyê. Berî ku ji malê derbikeve li ser perçeyeke kartonê wiha dinivîse: “Ez ê xwe di Kadîfekaleyê de bikim Newroz. Ez neçarim ji Newrozên Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê re bibim bersiv. Xwedî li min derbikevin. Ez xebarê didim Îsmet Sezgîn, dê Newroz were pîrozkirin. Bi lastîkê nebe jî em dê bi canê me ve were pîrozkirin!” Cenazeyê Rahşanê bi tevlîbûna 20 hezar kesan li bajarê wê Nisêbîna Mêrdînê hate veşartin. Agirê Newrozê yê Rahşan Demirelê li Kadîfekaleyê berdaye bedena xwe tax bi tax girseyîbûnê belavî Îzmîrê bû. Newroza ku heya wê dîrokê bi awayeke veşartî dihat pîrozkirin sala paştir li Asarlik-Menemen, Bûca, Karabaglar û Gazîemîrê ku hejmara kurdan li wan deran zêde ye, bi girseyî hatin pîrozkirin. Agirê Newrozê yê Rahşanê vêxistiye salên şûndatir bi girseyî li Bûca û cihên cudatir hate vêxistin û çend salên dawî li Qada Gundogdû ya Îzmîrê tê gurkirin.

Bêrîevan û ronahî cîhan ronî kirin

Agirê Newrozê yê Rahşan û Zekiye gur kirine ji sînorên Kurdistanê û Tirkiyeyê balavî Elmanyayê û li wê derê jî bi agirberdana bedenên xwe yên du jinên kurd bûn peyam û li cîhanê belav bûn. Jinên şoreşger di 21’ê adara 1994’an de li bajarê Mannheîm a Almanyayê bi agirberdana bedenên xwe ve qedexeyên Newrozê yên dewleta Elmanyayê protesto kirin. Ronahî di malbateke welatparêz de sala 1972’yan li navçeya Elbîstan a Mereşê hate dinê û di sala 1979’an de tevî malbata xwe ve koçî Swîsrê kir. Ronahî li vê derê li gel birayên xwe, komeke muzîkê ava kir û têkoşîna gelê kurd bi stranan xwe da jiyîn. Ronahî piştre ser têkoşîna gelê kurd hûr bû û xwest daxwaza jinên kurd ragihîne jinên cîhanê. Ronahiya bi Bêrîvanê nas kiriye, jê re bû rêheval.

Bedenaxwe kirin dîrayira mirovahiyê

Ronahî û Bêrîvanê rêhevaltiya xwe veguherandin têkoşînê û li pey çalakiya xwe ev name hiştin: “Dewleta Almanyayê bi awayeke eşkere dijminatiya xwe îlan kiriye. Komeleyên me hatine girtin, reng û alên me yên neteweyî hatine xespkirin, dehan welatparêzên me hatine binçavkirin û girtin. Elmanya li pey nijadperestiya tirkan diçe. Bi kêfxweşî piştevaniya polîtîkayên çeteya Demîrel-Çîller-Gureş dike, ji bo domandina şerê qirêj û qirkirina gelê kurd çi ji destê wê tê dike. Qirkirinên li Kurdistanê bi çekên Elmanyayê tên kirin. Herî dawî di meşên Newroza 1994’an de dewleta Elmanyayê bi sepanên li dijî welatparêzên kurd ve Hîtler jî derbas kir û ev yek ji bo sebra me bûye konaxa dawî.”

Di hovîtiya li Cizîr, Şirnex û Amedê hatiye meşandin de para dewleta Elmanyayê mezin e. Dewleta Elmanyayê bi van kirinên xwe ve sûcê mirovahiyê kiriye û dê teqez hesaba van bide. Em Mazlûm Dogan ê bi sê neftikan agir berdaya bedena xwe û rê nîşanî gelê kurd daye, li Ferhatên ku xwedî li vê çalakiyê derketine û bûne bersiv, li Zekiye Alkana ser sûrên Amedê agir berdaye bedena xwe û bûna neferên têkoşîna azadiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em dibînin ku ala em ji wan dewr digirin, dê li ser bircan were cîkirin û ev yek pir nêz e. Em bi îradeya xwe dikevin ser şopa Necmiyên ku digotin ‘Agirî venemirînin’. Ji Mêtingeriyê û dagirkeriyê re bersiva herî xurt bi şewitandina bedenên xwe ve bersiv tê dayîn. Duh bi şev Wezîrê Karên Hundirîn Manfred Kanther got ku, ‘Dê ji îro şûn de li dijî PKK’ê nêzîkatiya me pir dijwartir be. Bila PKK’yî vê yekê baş zanibin, dê li her derê nikarin bi rehetî tevbigerin.’ Ev gotin me gaveke din nêzî biryara me kir. Em dizanin û pê bawer in ku agirê azadiyê yê ku em vêdixin dê bibe sedema vêxistina agirên mezintir. Bila bedenên me, fikrên me ji gelê kurd û tevahiya mirovahiyê re bibin diyarî.”

 Yên gihiştine rêza agir

Çalakiya Rojahî û Eylemê li Kurdistanê û Elmanyayê bandoreke mezin da avakirin û her du wek “Şehîdên Newrozê” hatin îlankirin. Dewleta Elmanyayê piştî çalakiyê tirsiya û xwest tevlîbûna cenazeyan asteng bike. Nêzî 50 hezar kes astengkirina 10 hezaran polîsan berteref kirin û bi merasîmeke heybet Ronahî û Bêrîvanê oxir kirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bi nirxandina “Yên gihiştine raza agir” derbarê Bêrîvan û Ronahiyê de ev tişt gotin: “Heke azadî ewqas hêsan bûye Bêrîvan û Ronahî agir bernedidan bedenên xwe. Ev heval nameyên xwedî wateyên mezin li pey xwe hiştin. Ne pêkan e ku rêzdayîneke mezîn neyê nîşandan. Tê fêmkirin ku bi zanebûn û nirxandinên têr û tije jiya ne. Çalakiyên xwe jî wisa plansazî dikin ku, wisa xurt rê li ber têkçûnê digirin, xwe winda nakin û çalakiyek ku serkeftinek têkûz plan dikin, incax ewqas dibe. Xwe şewitandineke wisa bi pêt plankirin, ji bo pêşî li têkçûnê bigirin ciheke ku kesek nikare were û agirê wan vemirîne hilbijartin, nîşan dide ku ew ji bo xwe çiqas biplnan û encamgir in. Heke tê dê bijî, dê wekî wan bijî.”

 Lehenga serhildêr Sema Yuce

4 sal piştre ya ku bi azweriya azadiyê agirê Newrozê berdaye bedena xwe Sema Yuce bû. Yuce ya ku bi gotina “Ez dixwazin ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê bibim pirek ji agir” di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeh Çanakkaleyê agir berda bedena xwe. Yuce ya piştî çalakiya xwe bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteyê Tipê ya Cerrahpaşaya Stenbolê piştî 84 rojan di 17’ê hezîranê de bû nemir. Piştî ku Yuce jiyana ji dest da Hozan Serhat têkoşîna wê strana xwe ya bi navê “Keça Serhildanê ya Agiriyê” di dilê gelê kurd de bi cih kir. Yuce di sala 1971’an li Agiriyê hate dine, dibistana seretayî û lîseyê li Agiriyê xwend. Yuce di sala 1987’an de Beşa Civaknasiyê ya ODTU’yê qezenc kir.  Yuce li vê derê biryara tevlîbûna têkoşîna azadiyê da û di encama îxbareke sala 1992’yan de li Agiriyê hate binçavkirin û piştre jî hate girtin.

 8’ê Adarê û 21’ê Adarê

Sema Yuce ya der barê wê de 22 sal cezayê giran a hefsê hatiye dayîn têkildarî çalakiya xwe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, jinên kurd, gelên Anatoliyayê û cîhanê re nameyek nivîsand. Yuce di nameya xwe de sedema agirberdana bedena xwe ya di Newrozê de vegot. Yuce kevneşopiya Newrozê ya ji Mazlûm Dogan re destpêkiriye anî ziman û ev tişt gotin: “Ez dixwazim mejiyê xwe, bedena xwe û dilê xwe ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê bikim pirek ji agir. Ji bo bibim xwendekarê baş ê Kawayê Hemdemî Mazlûm Dogan, wekî Zekiyeyê bişewitim û wekî Rahşanê bibim Nowroz. Ez dixwazim li pey şopa rêhevalên xwe yên bûne Newroz bi biryardarî bimeşim. Sedema tacdarkirina çalakiya min a baweriya malmezinî ‘jin jî dikarin bibin rêheval’ ev e: tevî malmeziniyê ji hemû pênaseyan cudakirinê dixwazim  malmeziniya çalakiya mezin a mirovê ji rêzê vegotin e.”

Yuce wiha got: “Yê ku dixwaze xwe bide têkoşîna azadiyê jinê û ji derdorê xwe re dibêje “Birdoziya rizgariya jinê, bîrdoziya ku dê jinê ji xweliyên xwe ava bike ye”. Piştî ku Yuce jiyana xwe ji dest da, di serî de ji bo jinên kurd, ji bo tevahiya jinên cîhanê bû mînak. Gelê kurd navê Sema Yuce li zarokên xwe kir û qet nede jibîrkirin. Her wiha navê Yuce di têkoşîna jinên kurd de jî bû remzek.

 Elefteria Fortulaki

Ji jinên ku bi agirberdana xwe Newrozê silav kirine yek jî Elefteria Fortulaki bû. Fortulaki di 24’ê adara 2006’an de li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanosa ya li paytexta Yewnanîstanê Atînayê, agir berda bedena xwe. Çalakiya Fortulaki nîşan da ku Newroz bûye rastiyeke gerdûnî. Elefteriya di zimanê yewnanan de tê wateya “azadiyê”. Dema Elefteria çalakiya xwe li dar xistibû zewicî bû, 2 zarokên wê hebûn. Kurê wê Ernesto 23 mehî, keça wê Clara jî hêj 13 mehî bû. Fortulaki di nameya xwe ya li pey xwe hiştiye de destnîşan kir ku Paradîgmaya Abdullah Ocalan hemû jin û gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne û wiha xîtabî Abdullah Ocalan kir: “Kes nikare roja me tarî bike”. Fortulakî da zanîn ku ew ne ji bo şer, ji ber heskirina jiyanê çalakiya xwe li dar xistiye û wiha pê de çûbû: “Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya tevahiya gelên cîhanê ye.”

Fortulaki di nameya xwe de derbarê çalakiya xwe de ev tişt anîbûn ziman: “Hevalno, sedema hilbijartina cihê vê çalakiya min; Heval Rohat jî çend sal berî niha agir berdabû bedena xwe. Dayika min ji min re dibêje ku ji ber ez ji Yewnanîstanê hez nakim bi zimanê kurdî diaxivim. Dayika min, ez ji Yewnanîstanê hez dikim, ev der weletê min e. Ez Kurdistanê jî bi qasî welatê xwe hez dikim. Ez zimanê yewnanî pir hez dikim lê belê zimanê kurdî jî bi qasî zimanê xwe yê zikmakî hez dikim. Dayê, dayîka min, biratiya gelan tiştekî pir xweş e. Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Kurd zimanê xwe yê zikmakî û mafê xwe yê perwerdeyê dixwazin. Jiyaneke birûmet dixwazin. Dayika min ji ber vê yekê hêzên Kurdistanê çar perçe kirine, kurdan dikujin. Di zanîngehê de ziman û perwerdeya bi yewnanî ye. Lê belê ya kurdan nîn e. Divê zarokên me her du zimanan jî hîn bibin, dayika wan yewnan, bavê wan kurd e. Îsal hinekî derengî jî be ez Newrozê pîroz dikim. Wekî Zekiye Alkan, wekî Sema Yuce, wekî Ronahî, Berîvan û wekî Rahşan Demîrel û wekî hemû çalakgerên mezin ên din. Biryarbûna wan gelê kurd û Kurdistanê bilind kir. Dîroka kurdan mezin kir.”

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya 