5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsmet Çardak ê bi sandalyeyê ji girtîgehê derket jiyana xwe ji dest da

Îsmet Çardak ê ku bi hinceta "ji bo ewlehiyê xetere ye" nedihat berdan, piştî îtiraza parêzeran di 28’ê sibatê de bi sandalyeya bi teker ji girtîgehê derket, 15 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Îsmet Çardak ê di Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê de ku nexweşîna “genetîk mîopatî” lê peyda bûbû, piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) “Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” di 28’ê sibata 2024’an de hat berdan. ATK’ê di meha Çileyê de rapor dabû Çardak. Lê ji ber nivîsa midûriyeta polîsan a Amedê ku gotibû “ji bo civakê xetere ye” berdana wî hatibû astengkirin. Piştî vê parêzerên Çardak îtiraz kirin. Piştî îtiraza li Dadgeriya Înfazê Çardak hat berdan. Çardak bi sandalyeya biteker ji girtîgehê derketibû. Lê hêj 15 rojên Çardar li malê derbas nebû îro jiyana xwe ji dest da û cenazeye wî li Amedê spartin axê.