18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêpirsîna bertîlê ya li Amedê gihîşt Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê ew kir şaredar

Lêpirsîna der barê nelirêtiya li Şaredariya Rezan a Amedê berfireh bû û ji bo Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê ew weke şaredar tayînî Şaredariya Rezan kiribû qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.

Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re şaredarên AKP’ê û AKP’iyên ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ew kirin şaredar dest bi nelirêtiyan kirin. Di vê çarçoveyê de Cîgirê Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK ew tayînî Şaredariya Rezan kiribû Siddik Aycil û xebatkarê şaredariyê yê bi navê Firat Kiliç ji ber nelirêtiya ku li şaredariyê kiribûn, hatin girtin.

Derket holê ku ev lêpirsîn hatiye berfirehkirin û di çarçoveya lêpirsînê de Beyoglû jî duh îfade daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê û serdozgeriyê qedexeya derketina derveyî welat daniye ser Beyoglû.