4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dû resmekî ketim, li Helebê û li ber dengê kemanê

Enes Yildiz

Her mirov di rojên dereng de qiyameta xwe radike, gavek, bêhnek û gûvîniyek heye, di vê resmê de û li Helebê û li ber dengê kemanê…

Ez rabûm min berê xwa da bajarê Helebê, kî ji bîr bûye, kî ji bîr nabe, di sirgûnê de û di çerxa zeman de gûvîniyekî kûr hebû. Şopên kederê hebûn, li Helebê, Şopên, lehengekî, dengê birîndarekî dihat bîra min. Li Helebê, evîna welatekî, bê derfetiya zemanekî, kûl kedera deverekî dihat bîra min.

Di serboriya vî bajarî de stranek vêdikeve, li Helebê û bi dengê kemanê. Di kolana teng de jî posterek bilind dibe. Kê birîna xwe ji bîr kiribe, kê siya xwe vegeriya be, livir rawestiya ye. Heleb… ew bajarê ku rûyên gilover, rûyên esmer, di romaneke jibîrnebûyî de dihatin bîra min. Di çaryek sedsalekê de hatiye, di vir de derbas bûne. Dê bila zengilên mirîyan deng vede, li ser asîmanê Helebê. Zeman li terka xwe ketibe, esman, ax, li terka xwe ketibin jî, qewmekî belek, di hêvîya vejîneke din de ye. Yên dewa xwe dikirin, ev bajar hez kirine. Yên evîna xwe, serhildana xwe jî wenda dikirin, ev der rawestgeha wan e. Yên bi bedena xwe, bi rihê xwe jî resmekî xwe neqş kirine, li vî bajarî rawestiyane. Ax cihê kul kederê, ax jaro, ax kesera li ser keştiyê. Ax, ew rûyê ku berê xwe daye sirgunê.

Heleb, cihê lehengan e. Piştê mirinê kes disa dest bernade, vê stranê, vê destanê, qijînîyek bilind dibe, li pişt asoyên vê êvarê.

Di birîna mîrê xwe de vejineke din heye, hesp dibezandin, li çiya, deştê û heta hetayê. Pencere, derî, di ser hev de kavil bûne. Jinên kurmanc jî kulilk diçandin, heta li rex peravê. Îca! civînên taxan, dengê guleyan, Rojnivisa bajareki hebu, şer û qiyameta çar salan hebû. Mezelê nemiran, rojên keserê, kedera sedsalê, hin kes derdiketin, ji zîndanê. Kê xwestibe, welatekî bi nav bike, xwe li vî bajarî ragirtî ye. Yên kemana xxwe lê didan, yên herfên kurmancî dixwendin, ji vî bajarî bûn. Ewên ku li ser xeta Şam, Stenbolê mêvan nin, sirgûn in, dildar in, ji vî bajarî nin.

Kebab li ser agir sor dibû. Bi sedan sehnê reş yê televîzyonan li ser ban û bînayan. Li nav sukê, şevên Helebê û keldumana nargîlê heye.

Jinekî por zer, li ber derî çenteyê xwe tevlîhev dikir. Yekê pere dihejmartin, yekê jî di nav goristana şehîdan de giya berhev dikir. Ez li şopekê rast dihatim ku şopekî bê sermîyan, evîneke bê derfet û nîvçe mabe jî, şibake, dîwar, xaniyên pênç qatî di ser hev de ruxiyabûn. Dewran, dewran, rojnivîsa kê, çîroka kê, destana kê bibêjim.

Heleb, heleba mîran e û deng dide, çiyayeyekî, lehengek, li benda xeberê… Kê sirgun, kê pervaneyê di payîz û kederê de digerîne…

Çerxa zeman li dora keştiyê. Kesên vî bajarî şer kirine, kesên ku lehengên neteweya xwe ne, rupelên pirtûkan, bîna rojnameyekî, dengê stranan, her tişt di vê dewranê de li pey xwe hiştin e. Ez di kîjan qeraxê de dilgiran im. Şîna kê bigrim, ji çi re şad bibim, xerîbê çi me an go min çi ji bîr vekiriye. Ji bo jînê her şînekî diqewirînim datînim, li ser vî birînê….

Niha! bê ku çerxa zeman vegere, bê ku kesekî mişext, kesekî ku çenteyên xwe li deverekê bîr ve bike, zeman wisa jî li derengiyê ketiye.

Helep…dengê kemana jina çerkez, qapûtê Memduh Selîm Begê Wanî, kedera nîvço ya Osman Sebrî, li ber guhê min dikeve. Qêrîna, kesên ku sirgunê xwe, sirgunê axê bûne, qêrîna kesên ku pirtûkên sedsalekî xistine valîza xwe.

Helep, her di xeyala min de bû.

Ez çûm min dît ka ev bajarê bedew, di nav xirbeyan de û di nav wêraniyê de çendî caran bedew e. Îca min çi dît û çi nedît. Li ber daristanekî kesk de  kêlgoreke bêdeng û di navbera mînareyên bilind de jî roja bilind diçû ava. Di parkê de bîna qehweyê difuriya. Şehîdên ku dewa doza xwe kiribun, yek bi yek resmên terîxê. Alekî rengo rengo liba dibû. Di balkon û kolanan de heyata xweş û coşa heyatê. Zarok ber bi hembêza dayika xwe ve dibeziyan û şopdarên sedsalekî jî li pişt deriyên hesinî vedigeriyan. Di vî bajarî de kî dikandare, kî cil û bergan difiroşe xwediyê yek rêyê bûn. Min di resmekî de didît ku birîndarên sirgunkirî, terka vira kirine, terka evînekê kirine, guleyên herbê jî di sengeran de di nav xanî odeyan de zeng girtine. Ew mirovê ku doza neteweyekî kiriye, di belga darê de di hatinekî de û di umrê qeraxekî de ye.

Ew mirovê dewa qewmeki dikir, niha! suretê wî posterê wî di kolanekî Helebê de ye…

Ez niha! li dû resmekî ketim e, li Helebê, di dengê kemanê de şopekî didim ser, şopa ku didin li dû hev…