13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran ji bo tedawiyê tirkî li edîtorê me Bûlût ferz kir

Bi hinceta ku “nexweşiya xwe bi kurdî vedibêje” tedawiya edîtorê rojnameya me Zeynel Bûlût ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê girtî ye, ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin.

Edîtorê Rojnameya me Zeynel Abîdîn Bûlût, li gel 15 hempîşeyên xwe di 16’ê hezîrana 2022’yan de hat girtin û li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê tê ragirtin. Bûlût, ji ber nexweşiya xwe rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Di dema tedawiyê de zexta “bi tirkî biaxive” li Bûlût hate kirin. Bûlût, di hevdîtina bi ziyaretvanan de bi awayekî nivîskî bûyer vegot.

Bûlût, da zanîn ku di 14’ê gulanê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û nexweşiya xwe bi kurdî vegotiye û leşkeran bi gotina “Bi kurdî neaxive, bi tirkî biaxive, bi tu tirkî dizanî” mudaxeleyê wî kirine û wiha got: “Min bertek nîşanî leşkeran da û ji wan re got, ‘nîjadperestiyê nekin. Ez bi kîjan zimanî bixwazim dê bi wî zimanî biaxivim. Kurdî, zimanê min ê dayikê ye û xwe bi kurdî baştir vedibêjim. Lewma hûn nikarin xwe têkil bikin bê ka ez ê bi kîjan zimanî biaxivim’.”

‘Kurdî qedexe ye’

Di berdewamê de Bûlût, destnîşan kir ku li ser vê nîqaşê bijîşk ketiye navberê û ji bo qanihkirinê ji leşkeran re re gotiye: “Nexweş bi kîjan zimanî xwe herî baş vebêje bi wî zimanî diaxive.” Lê li gel vê yeke jî leşkeran di ya xwe de israr kirine û xwestine ku rojnameger Bûlût bi tirkî biaxive. Dema Bûlût gilî û gazincên xwe bi kurdî vegotiye leşker dîsa ketine navberê û ji Bûlût re gotine: “Axaftina bi kurdî qedexe ye ma tu çima fêm nakî. Bi tirkî biaxive.”

Li ser vê yekê Bûlût ji leşkeran re ev tişt dibêje: “Binêrin, ez rojnameger im û weke şexs bi mafê xwe yên însanî dizanim. Weke nexweşekî jî bi mafê nexweşan dizanim. Lewma hûn nikarin axaftina min a bi kurdî qedexe bikin, hûn nikarin asteng bikin.” Piştî van gotinan leşker ji Bûlût re dibêjin: “Em fêm nakin”. Bûlût jî ev bersiv dide leşkeran: “Heke hûn fêm nekin ew pirsgirêka we ye. Wê demê ji xwe re wergêrekî bînin.”

Bijîjk bertek nîşan dide

Piştre bijîşkê nexweşxaneyê dîsa dikeve navberê û ji leşkeran re dibêje; “Ez bi kurdî dizanim, ma çi tişt ji wê xwezayîtir e ku nexweşê min derdê xwe bi kurdî vebêje?” Li ser gotina leşkeran a “Erê lê bi tirkî dizane” jî bijîşk wiha bertek nîşan dide: “Heke bi erebî yan jî inglîzî biaxiviya gelo dê we dîsa jî heman bertek nîşan dabûya?”

Piştî nîqaşê, leşkeran destûr nedaye ku Bûlût were tedawîkirin û destê wî ji pişt ve bi şidiyayî kelemçe kirine. Leşkeran Bûlût bi saetan li baxçeyê nexweşxaneyê dane sekinandin û piştre jî birin girtîgehê.

Bûlût, daye zanîn ku wê bi rêya parêzerên xwe giliya leşkeran  bike.