spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna Malbata Şenyaşar 800 roj li pey xwe hiştin

Ferît Şenyaşar: "Mezinên me dibêjin we li ku winda kiriye li wir bigerin, me jî edalet li ber vê avahiyê winda kir û em li vir digerin. 3 endamên malbata me li ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a 800 roj in berdewam dike de axivî, bi lêv kir ku têkoşîna wan a edalatê 800 roj li pey xwe hiştine û heta ku edalet pêk were têkoşîna wan wê bidome.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê 800 roj in dewam dike. Baroya Rihayê, endamên Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Rihayê beşdarî çalakiya nobetê ya malbatê ku 800 roj li pey xwe hiştin bûn. Girseyê li ber edliyeyê pankarta ku li ser, “Em 5 sal in edaletê dixwazin” dinivîsand daliqandin.

‘Heta edalet pêk were têkoşîn wê bidome’

Di çalakiyê de pêşî parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku têkoşîna wan a çalakiya Nobeda Edaletê 800 roj li pey xwe hiştine û wiha got: “Mezinên me dibêjin we li ku winda kiriye li wir bigerin, me jî edalet li ber vê avahiye winda kir û em li vir digerin. 3 endamên malbata me li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin. Ev komkujî li ber çavê qamerayan û hemû kesan pêk hat. Lê hê jî qeydên nexweşxaneyê radestî Serdozger nehatine kirin. Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heke têkoşîna me nebûya wê ev komkujî bibûya kiryara ne diyar. Di destê me de qeydên polîsan hene û em ê bi van qeydan gilî bikin. Serdozgerê ku 4 sal in tu gav neavetiye, 5 sal in birayê min di hucreye yek kesî de radigire.”

Ferît Şenyaşar bi domdarî diyar kir ku têkoşîna wan a Nobeda Edaletê wê li Meclisê jî bidomê û ev tişt gotin: “Dayik ji ber nexweşiya xwe wê hefteyê 3 rojan çalakiya xwe li ber edliyeyê bidomîne. Ez jî dê hefteyê 3 rojan li Enqereyê bim û çalakiya xwe li wir jî bidomînim. Ez bawer im sazî û rêxistinên sivîl yên Rihayê wê dayikê bi tenê nehelin.”

‘Hûn çima kujeran nagirin?’

Dû re dayika Emîne Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku kujerên malbata wan bi serbestî digerin û ev tişt anîn ziman: “Zarokê min 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Lê kujerên malbata me serbest digerin. Hûn çima kujeran nagirin? Ev çawa edalet e? Besê edî bila zarokê min berdin. Bila qeydên nexweşxaneye derxin ku hemû dinya komkujiyê bibîne.”

Daxuyanî bi dirûşma “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.