27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li Licê îşkence li şivanan kir

Li navçeya Licê ya Amedê dîmenên ku leşker tundiyê li şivanan dikin derketin holê. Ji şivanan Hanîfî Yalavûz got: “Ji şerê qewimî me kirin berpirsiyar. Me avêtin erdê û bi pehînan li serê me dan.”

Li çolter mezraya Metmûrê ya bi ser gundê Bêşiştê ya navçeya Licêya Amedê ji malbata Yalavûz 4 kesên ku şivaniyê dikin, bi tundiya polîsan re rûbirû man. Tê gotin bûyer di 3’yê hezîranê de qewimî ye. Bikarhenêrê TikTokê yê bi navê “Uzman Çavuş Komutan Berk (Çawişê Pispor Fermandar Berk)” dîmenê îşkence û tundiyê li ser medya dîjîtal bi gotina “întîkam (tolhildan)” belav kir. Bi vê belavkirinê re dîmen derket holê.

Dîmenên ku hatin belavkirin

Di dîmen de tê xuyakirin ku 3 kes ji pişt ve hatine kelemçekirin, li erdê hatine dirêjkirin û kesek jî rûniştî bi leşkeran re diaxive. Gelek leşkerên ku derketine operasyonê jî li ber serê kesên li erdê hatine dirêjkirin, disekinin. Welatiyek li erdê hatiye dirêjkirin dibêje, “Ez ji bo nane xwe li vir radikevim” û leşkerê ku dîmen jî digire, jê re dibêje, “Xwedî nizanim we…”

Behsa tundiya leşkeran kir

Hanîfî Yalavûz ê ku di dîmen de cih digire û ji paş ve kelemçekirî li erdê hatiye dirêjkirin, tiştên hatine serê wan ji Ajansa Mezopotamyayê re qal kir. Yalavuz wiha behsa bûyerê dike: “Bûyer di 3’yê hezîranê de qewimî. Bi şev bû em li ber heywanên xwe bûn. Em 4 kes bûn. Ez û birayê min, kurapê min û lawê xwe bûn. Seat li derdora 03.20’an bû, şer derket. Piştî şer me zeft kirin û me sûcdar kirin. Ji me re gotin, ‘yên ku guleyan berdidin me hûn in’. Paşê me li erdê dirêj kirin. Destê me ji paş ve kelemçe kirin. Îşkence û heqaret li me kirin. Bi pehînan li serê me dan.”

‘Paşê gazî min kirin û lêborîn xwestin’

Yalavuz, anî ziman ku piştî tundiya li wan hatiye kirin li qereqola gund îfade dane û wiha axivî: “Serê sibehê saet 05.00’an bû me ji qereqolê berdan, me şandin gund. Gotin, ‘biçin leşker li wir li benda we ne’. Em çûn me îfade dan. Dotira rojê jî gazî min kirin ku biçin qereqolê. Fermandarê wan got, ‘li ser navê wan ez lêborîna xwe dixwazim, me nizanibû. Îşkence û heqaret li we kirin e. Cezaya pêwîst em ê bidin wan’. Paşê min berdan. Yê ku di wî dîmenê de diaxive ez im. Ez hin bêtir axivî bûm, axaftina min birî ne. Min digot em ji bo pere qezenc bikin, bi şev û roj li vir dixebitin. Em ji bo nanê xwe li ber heywanên xwe ne. Bi şev û roj mehek û nîv e em li wir in.”