7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê terîqeta Menzîlê jiyana xwe ji dest da

Serokê terîqata Menzîlê Abdulbakî Erol ku bi alîkariya xwe ya AKP’ê û têkiliyên xwe yên bi dewletê re dihat naskirin jiyana xwe ji dest da.

Serokê terîqata Menzîlê ku bi têkiliyên xwe yên bi dewletê û alîkariya xwe ya AKP’ê re tê nasîn Abdulbakî Erol (Elhuseynî), li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hesabê bi navê ‘Menzil Yolu’ ku nêzî terîqetê ye mirina Erol ragihand.

Erol ku di sala 1949’an de hatibû dinyayê, di sala 1993’yan de piştî mirina kekê xwe Mûhammed Raşît Elhuseynî hatibû ser postê terîqetê.

Terîqeta Menzîlê ku navenda wê li Semsûrê ye, bi alîkariya xwe ya AKP’ê bi nav û deng e. Terîqet xwe di Wezareta Tenduristiyê xwe bi rêxistin kiriye. Ji ber vê rêxistinbûnê endamê terîqetê Recep Akdag  bi salan wezîrtiya tenduristiyê kir. Di dema Akdag de bi sedan qadroyên terîqetê li wezaretê hatin bicihkirin.

Di erdheja Mereşê de jî desthilata AKP’ê hejmarek zêde zarok radestî vê terîqetê kir û hê jî aqûbeta van zarokan nayê zanîn.