28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger xwest ku girtina rojnamegeran bê domandin

Di danişîna doza ku 15 girtî 18 rojnameger tên darizandin de dozger xwest ku rojnameger girtî bên darizandin û girtina wê bê domandin.

Danişîna ewil a doza 15’ê girtî 18 rojnamegeran li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike. Di danişînê de parastina rojnamegerên girtî bi dawî bû û rojnamegerên ku berdayî tên darizandin jî parastina xwe kirin.

Rojnameger Kadîr Bayram ku berdayî tê darizandin, got ku naveroka doznameyê vala ye. Rojnameger Esmer Tûnç jî ev tişt parastin kir: “Spasiya hevalên ku du roj in bi armanca piştevaniyê li vir in dikim. Sûcdariyên li min xebatên min ên karê min in. Naveroka 800 rûpel doznameyê bi tevahî ji xebatên pîşeyî pêk tê. Gelo ku mirov li vî welatî bibe kameraman sûc e? Weke ku Serdar Altan jî got; em ne ji bo hesab bidin ji bo ku hesab bipirsin li vir in.”

Rojnameger Mehme Yalçin jî destnîşan kir ku 10 sal in rojnamegeriyê dike û bal kişand ser naveroka axaftinên xwe yên bi telefonê û der barê mijarê de ev tişt got: “Ji vê xwezatir tiştek tuneye.”

Piştî parastina rojnamegeran şahidin vekirî û nepen hatin guhdarîkirin.

Şahid: Tu sûc nehatiye kirin

Mehmet Çelîk ku weke şahid parastin kir, got ku li şîrketa Ariyê êvarê saet ji 18.00’an heta saet 22.00’an weke nobedar xebat kiriye û ev tişt got: “Min nedît ku tu sûc hat kirin. Xebatkarên şîrketê nas nakim. Tenê dizanibûm ku rojnamegerên tên darizandin belgefîlman amade dikin û rojnamegeriyê dikin.” Piştî ku îfadeyên wî yên beriya bi bîra wî hat xistin jî Çelîk ev tişt gotin: “Min tiştek wisa negotiye.”

Şahidê nepen ji “çalakiyan” nas dike

Şahida/ê nepen bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û deng û dîmenê wî hatin guhertin. Şahid, angaşt kir ku rojnamegerên navê wan hatine xwendin hemûyan nas dike. Li ser pirsa serokê dadgehê ya “tu wan ji kuder nas dikî” jî şahid, ev bersiv da: “Ji çalakiyên ku li Amedê tên lidarxistin nas dikim.”

Ji şahid Azîz Orûç hat pirsin. Şahid, ev angaşt kirin: “Li qada çapameniyê ya rêxistinê kar dike û peywir digirt. Beriya niha wî ji min re gotibû ku ji kuderê perwerde digire û li qadên cuda xebat dike. Bi talîmatên ku digire weşanên progandayê dike û ji qenala ku li Ewropayê weşanê dike re radigihîne.”

Şahid, angaşt kir ku rojnameger li Produksiyona PEL’ê honandin, montaj û bernameyan çêdikin û bi “armanca rêxistinî” ji Stêrk û Medya TV’yê re dişînin.

Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr, ji şahid pirsa ku xwediyê Produksiyona PEL’ê nas dike ya na kir. Şahid, angaşt kir ku 2-3 caran li der ve bi xwediyê PEL’ê re rûniştiye.

Daxuyaniyên şahida vekirî Kûday

Şahida vekirî Kezban Kûday jî angaştên xwe yên beriya niha neparast û got ku tiştên wê gotine rastiyê nîşan nadin û Produksiyona PEL’ê röportaj û bernameyan bi awayekî legal dikişine û ji herkesî re vekirî parve dike.

Daxwaza berdewama girtinê

Dozger, mütalaaya xwe aşkera kir. Dozger, bi hinceta “delîlên heyî, naverok û wesfa sûcên hatine kirin, berhevkirina delîlan” daxwaza berdewama girtina rojnamegeran kir.

Danişîn bi parastina parêzeran a der barê mütalaa û doznameyê de didome.