9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina rojnamegeran bi dawî bû

Di danişîna rojnamegeran de parastina rojnamegeran bi dawî bû. Rojnamegeran bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û gotin ku ev 13 meh in bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin.

Danişîna ewil a doza 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegerên di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di roja duyemîn de didome. Rojnameger Elîf Ungur got ku zaravayê kurdî kirmanckî zimanê wê yê dayikê ye û ji ber ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bike, lêborînê xwest. Ungur, anî ziman ku bernameyan çêdike, bernameyên medya ekolojî û medya çandê ne.

Ungur, diyar kir ku di çarçoveya şexsîtiya sûc de ew tawanbariya “endamtiya rêxistinê” ya li wan tê kirin qebûl nakin. Bi domdarî Ungur destnîşan kir ku nûçeyên “Belgefîlma Hezâ û gîtara ji Nûdem Durak re hatiye dayîn” ku bernameya wê çêkiriye sûc nîne û got ku nûçeyên wê ji bo başiya raya giştî ne. Ungur, got ku zextên li ser çapemeniya kurd dê weke binpêkirina azadiyan li wan vegere û wiha domand: “Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di bin zextê de ye. Polîtîkaya heyî ji bo domandina van zextan e.”

Sûcên li Dogûhan hatine kirin

Rojnameger Sûat Doguhan jî di parastina xwe de anî ziman ku zêdetirî 13 meh in girtî ne û ev tişt gotin: “Demekî dirêj bû û em westiyan. Şertê darizandina adilane, darizandineke zû ye. Lê me 13 meh piştre rûyê dadgehê dît. Ez li cihê xwe yê kar xebitî me û ev yek weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Ez şirîkê PÎA’yê me û ev tiştekî veşarî nîne. Bi awayekî fermî hatiye avakirin û ev kargeh baca xwe dide. Sazî li rex hev hene û ev yek jî weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Hemû kes dizane ku li Tirkiyeyê çapemenî, televîzyon, radyo û hwd. li Îkîtellî ya Stenbolê li rex hev in. Heke ji ber vê li têkiliyeke rêxistinî bigerin, wê demê divê xebatkarên wê çapemeniyê tevek endamên rêxistinê bin.”

Bi domdarî Dogûhan bi lêv kir ku di tapeyên telefonan de axaftina wî ya bi xalê wî re ku li Swîsreyê ji ber sûcekî edlî girtîgehê de ye weke sûc hatiye nîşandan û got: “Dozger gotiye qey dikare ji vir sûcekî biafirîne. Îdianame bi awayekî wiha bêcidiyet hatiye amadekirin.”

‘Em tehliyeyê dixwazin’

Piştî hatina wergêr jî Mehmet Şahîn bersiv da 2 tawanbariyên duh hatibûn kirin.

Piştre jî Mazlum Guler axivî û got ku weke kameravan dixebite. Guler, anî ziman ku kameraman xwe tevî naveroka bernameyê nake û wiha got: “Em endamên rêxistinê nînin. Dixwazin bên tehliyekirin.”

Rojnameger Ramzan Gecîkan jî diyar kir ku li PÎA’yê weke kameraman dixebite û ev tişt anî ziman: “Di kargeha PÎA’yê de para min jî heye. Ewraqên noterê yên ji ber vê şirîkatiyê weke delîl hatine nîşandan. Nayê qebûlkirin ku ewraqekî fermî weke delîl bê nîşandan. Li ser telefonê bi hevalên xwe yên xebatê re min hevdîtin kirine û ev tiştekî asayî ye. Ya neasayî, neaxaftina min e. Girtina me veguherî cezayê. Em daxwaza tehliyeya xwe dikin.”

Rojnameger Îbrahîm Koyuncu jî destnîşan kir ku dema girtî wan îdianame mereq kirine û dema hatî jî wan tu sûc nedîtine. Koyuncu, tawanbarî red kir û xwest bê tehliyekirin.

Abdurrahman Oncu jî got ku ew kameravan e û wiha domand: “Kameravan xwe têkilî naveroka bernameyan nakin. Ji vê berpirsyar nînin. Ji bo ku derheqê min de sûcekî biafirînin, wêne û stranên birayê min ê jiyana xwe ji dest dayîn weke yên min bin hatine nîşandan. Ez van tawanbariyan qebûl nakim û daxwaza tehliyeya xwe dikim.”

Remziye Temel jî got ku li kargehê li sekreter û muhasebeyê dinêre û anî ziman ku ji ber karê xwe tê darizandin. Temel pirsa “Gelo ma karê ez dikim, mirov dike endamê rêxistinê?” kir û daxwaza tehliyeya xwe kir.

‘Li erdnîgariya kurdan çand û hüner çima sûc e?’

Rojnameger Neşe Toprak jî parastina xwe bi kurdî kir û wiha got: “Ez wênesaz im û bernameya hunerê pêşkeş dikim. Ji ber vê yekê hewl didin min weke endama rêxistinê nîşan bidin. Di heman demê de aktîvîsta jin im. Ez hewl didim vê di xebat û bernameyên xwe de jî nîşan bidim. Ez li erdnîgariya kurdan bernameyên ku berhemên jinan û jiyana wan vedibêjin çêdikim. Hewl didim ev keda wan bê naskirin û zanîn. Jin di her qadê de tên astengkirin û aliyekê wê jî çapemenî ye. Lewma min li çapemeniyê dest bi xebatê kir. Ez ji ber vê bernameya çand û hunerê têm darizandin. Min li gelek deveran têkildarî jinan pêşkeşî kir. Min li erdnîgariya kurdan jî kir. Çima pêşkeşkirina çend û hunerê ya li erdnîgariya kurdan dibe sûc?”

‘Piştî 10 mehan dozname hat amadekirin’

Rojnameger Lezgîz Akdenîz parastina xwe bi kurdî kir.

Parastina Akdenîz wiha ye:

“Divê ku du sê mehan de dozname bihata amadekirin. Lê 10 meh şûn ve hat amadekirin. Meheke çavê me li ser doznameyê bû. Her çiqas dereng be jî gihîşt destê me. Dozname 800 rûpel e, min her rûpelek wê xwend. Min ji doznameyê fêm nekir ku ev saleke çima em girtî ne.

Dozger gelek zehmetî kişandiye

Diyar e dema ku dozger vê doznameyê amade kiriye, gelek zehmetiyan kişandiye. Tevî ku dozname ji 800 rûpelî pêk tê jî lê dozger der barê xebatên me rojnamegeriyê de negotiye ‘rojnameger’ û ‘çapemenî’. Çima ev peyv di doznameyê de derbas nabin? Di doznmeyê de dozger li rastî çi hatibe nivîsandiye. Heke ku dozger carek jî di doznameyê de bigota ‘rojnamevan’ û ‘çapemenî’ wê dozname mîna kevirên domînoyê yek bi yek biketina. Lewma dozger pir zoriyê kişandiye. Ev ne hêsan e.

Prensîbên rojnamegeriyê

Di doznameyê de ji me re tê gotin ku ‘hûnê di çarçoveya ku îktidar diyar bike de rojnamegeriyê bikin’. Heke rojnamevaniya te ne li gorî îktidarê be tu ne rojnamevanî. Tiştek wiha tune ye. Li gorî vî û li gorî wan rojnamevanî nîne. Prensîbên gerdûnî yên rojnamevaniyê hene. Ev prensîbên bingehînin. Rojnameger nikare li hember tiştên diqewimin bêdeng bimîne.

Nûçeyên min kirine sûc

Bi salane ez rojnamegeriyê dikim. Dozname ji nûçeyên ku min çêkiriye pêk tê. Nûçeyên min derbarê Mehmet Sîncar, Hamît Gezgîncî yê şahide Zindana Amedê, nûçeyên min der barê serpêhatiya windayan de çêkirine, nûçeyên min bi malbatên kesên ketine greva birçîbûnê re çêkirine ne sûc in û nabe bibin sûc. Nûçe di malpera MA’yê de hene û ji her kesî re vekirî ye. Di doznameyê de hatiye gotin ku nimreya Stêrk TV çima pê re ye. Vê yekê kirine sûc. Li salonê gelek rojnamevan hene û nimreya min bi hemûyan re heye. Ev nabe sûc.

Dozger nûçeya nameya girtiyan wek ku min nivîsandibe daye nîşandan. Nûçeya min a der barê Baxçeyên Hewselê de Nûçeciwan jî bi kar aniye û kirine sûc. Nûçeyê min ji wan re neşandiye. Nûçeya min di MA’yê de hatiye weşandin. Vaye ev jî nûçeyan a di MA’yê de ye.

Bîranîna Apê Mûsa kirine sûc

Beşdariya bîranîna Apê Mûsa jî kirine sûc. Apê Mûsa rûspî, ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê gelê kurd bû. 70 salî bû hat revandin û bi awayek hovane hat qetilkirin. Em ji bo ku carek din kes li welat neyê revandin û qetilkirin bi bîr tînin. Ya ku divê bê sûcdarkirin ne bîranîna Apê Mûsa be, divê yên ku hovîtiyê kirine werin sûcdarkirin û mehkûmkirin. Helwesta dozger di vir de darizandina mafên mirovan e.

Ez yek şahidên veşarî jî nas nakim. Ew jî min nas nakin. Ez sûcdariya ku wan li min kiriye qebûl nakim. Dozname bi nakokiyan tije ye. Dozger xebata min a rojnamegeriyê wek fermanê nirxandiye. Qey mirov dibêje têkiliya min bi rêxistinê re heye daye nîşandan. Ez ji dozger dipirsim, birêz dozger çima hûn viya dispêrin?

Bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe

Em rojnameger in, em xebatên rojnamegeriyê dikin. Salek e em bi sepanên li dijî hiqûqê ne re rû bi rû mane. Em dixwazin ev bêhiqûqî di vê danişînê de bi dawî bibe.”

Piştî parastin temam bûn, serokê dadgehê saetek navber da danişînê. Piştî navberê danişîn berdewam dike.