7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reîsî dest bi tûra Afrîqayê kir

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ji bo sê rojan derket tûra Afrîqayê. Reîsî tûra xwe bi Kenyayê da destpêkirin.

Piştî 11 salan di asta herî bilind de Îranê bi welatên Afrîkayê re têkilî danî. Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî derket tûra Afrîkayê. Reîsî tûra xwe bi paytexta Kenya Naîrobiyê da destpêkirin. Bi vê tûrê Îran hewl dide tecrîda dîplomatîk a li ser xwe bişikîne.

Reîsî ji aliyê Serokkomarê Kenyayê Wîllîam Rûto ve hate pêşwazîkirin. Serokkomarê Îranê wê piştre serdana Ûganda û Zîmbabweyê bike. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (ÎRNA), li gel Reîsî Wezîrê Karên Derve û karsaz jî tev lî tûra Afrîkayê bûne.

Îran hefteya borî jî beşdarî Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) bûbû ku Çîn û Rûsya endamên wê yên damezrîner in ku di sala 2001’ê de hatibû avakirin.