4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn

Di doza Parlamenterê Êlihê û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir de biryar hat dayîn ku parlamenteriya wî ji Meclisê bê pirsîn.

Parlamenterê Êlihê û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir bi angaşta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna duyemîn a Bayindir li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Keskîn Bayindir tev li danişînê nebû û parêzerên wî Burhan Arta û Yunsu Muratakan di danişînê de amade bûn.

Piştî tespîta nasnameyê parêzerên Bayindir parastina miwekîlên xwe kirin û parastinên xwe yên berê dubare kirin û xwestin miwekîlê wan bê beraetkirin. Parêzeran diyar kir ku miwekîlê wan bûye parlamenter û hemû tevdîrên kontrola edlî bên rakirin û darizandina wî bê sekinandin.

Dozger xwest ku parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn û sekinandina darizandinê li gorî bersiva ji Meclisê were dê binirxînin. Şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser Bayindir berdewam bike û parlamenteriya wî dê ji Meclisê bê pirsîn ka mebûs e an na û biryara sekinandina darizandinê dê li gorî bersiva ji Meclisê bê were aşkerakirin.

Dadgehê danişînê taloqî 8’ê mijdarê kir.