18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Orûç: Em ê dest ji gotina heqîqetê bernedin

Di roja duyemîn de darizandina rojnamegeran didome, Edîtorê ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç” di parastina xwe de wiha got: “Heke ku heqîqetek hebe û tu dest jê berdî wî nenivisînî nabe.”

Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 18 rojnamegerên kurd li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike. Rojnamegerên girtî û negirtî û parêzerên xwe di danişînê de amade ne. Her wiha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, rêveber û parêzerên ÎHD, OHD, MLSA, TGS’ê û malbat dozê dişopînin.

‘Em ê rojnamegeriyê bidomînin’

Parastina rojnameger Mehmet Şahîn duh nîvco mabû. Şahîn îro dê parastina xwe bikira lê bi hinceta ku wergerê kurdî ne amade ye, danişînê bi parastina rojnameger Azîz Orûç berdewam kir.

Orûç spasiya hemû kesên ku piştgiriya daye wan kir û destnîşan kir ku ew ê rojnamegeriyê berdewam bikin.

Oruç bi bîr xist ku di sala 2011’an de 15 mehan di girtîgehê de maye û beraat bûye û di sala 2020’an de careke din hat girtin û dîsa beraat bûye. Oruç bi bîr xist ku di danişîna din a 6 meh berê de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê beraat bû û wiha got: “Ez careke din hatim binçavkirin û ez niha dîsa li dadgehê me.” Oruç anî ziman ku nûçe û bernameyên ku çêkiriye dibin mijara sûcdariyê  û wiha bertek nîşanî sûcdariyan da: “Nûçeyên min çêkirine ji min dipirsin dibêjin çima te çêkiriye. Te çima bernameyan çêkiriye.”

Oruç anî ziman ku îdianameya wan ji nûçe û bernameyên çêkirine tije ye û got: “Ez cara yekem e ku îdianameyek ji nûçeyan pêk tê dibînim. Di îdianameyê de ji me re, ‘hûn rojnameger in, lê hûn terorîst in’ hatiye gotin. Me wisa reş dikin.”

‘Em ne sûcdar in’

Oruç anî ziman ku di serdema AKP’ê de ji siyasetmedaran heta nanpêj her kes wekî “terorîst” hatiye binavkirin û bi bîr xist ku Serokkomar Erdogan endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî wekî “terorîst” bi nav kir. Oruç parastina xwe wiha domand: “Heke endamekî Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi sûcdarkirineke bi vî rengî re rû bi rû bimîne, yên mayî jî hûn bifikirin. Di pergaleke bi vî rengî de biryareke li gorî Destûra Bingehîn wê çawa derkeve? Em nizanin ku me çiqasî qala wê kiriye. 2 roj in gelo me çiqasî derde xwe da fêmkirin û ziman. Darizandina piştî 400 rojan bi serê xwe sosretiyek e. Em ne sûcdar in. Ji me re dibêjin ‘Çima hûn nûçeyên magazîn û sporê çênakin’. Me dikaribû bikira, lê dema ku rastiyek-heqîqetek heye, heke em wê nenevisînin, li wê nepirsin nabe.”

‘Di îdianameyê de delîl tune ne’

Oruç diyar kir ku ji sala 2012’an û vir ve bi hezaran nûçeyan çêkiriye û got: “Wêneyê nûçeyên rojnamegeran weke delîl nîşan didin. Min îdianameyeke wisa şêlû nedîtiye. Sûcdar çi ye, delîl çi ye? Di îdianameyê de tiştekî wiha tune. Delîl li hev nayên, sûc li hev nakin, kes li hev nakin, dîrok li hev nake. 11 bernameyên ku min çêkirine hatin hilbijartin û li îdianameyê hatin zêdekirin. Vê jî kirine mijara sûc. Em dev ji parastina nûçe û bernameyên xwe bernadin.”

‘Dozger hem sûcdar kiriye hem destek kiriye’

Oruç parastina xwe wiha berdewam kir: “Gelo li kolanan girtina mîkrofonê ya agahdarkirina raya giştî sûc e? Dozger wisa têgihiştine ku hevpeyvînên min ên li MA’yê hatine weşandin, wekî ku min îfade daye nîşandan. Jixwe qedexe jî li ser van nûçeyan nîne. Her wiha wêneyek di kompîtura rojnamevanekî de derketiye. Lê dozger bi xwe jî gotiye ku şikra min ez ne li wê çalakiyê û şahiyê bûme. Di îdianameyê de qeydek HTS’ê heye. Bi ya min diviyabû çend qeydên HTS’ê yên din jî hebûna. Dozger hem me sûcdar kir û hem jî piştgirî daye me. Nizanim bersiva îdianameyê çawa bidim. Di îdianameyê de em wekî ‘terorîst’ tên nîşandan. ‘Terorîstbûn’ ewqas hêsan e ku her kes dibe ‘terorîst’. Heta nanpêj jî wek ‘terorîst’ hatiye ragihandin. Di ferhengê de peyva ‘terorîst’ ji bo kê tê gotin nivîsandî ye. Li vî welatî ev hejmar her roj zêde dibe.”

‘Wê kî hesab bide’

Orûç destnîşan kir ku rojnamegerî yek ji pîşeyên herî dijwar a vî welatî ye û ew ji tehliyeyê bêtir dixwazin ku heqaniyet di vê danişînê de derkeve holê û got: “400 roj hesabê vê neheqiyê wê kê bide? Mixabin wê kes nede.”

Danişîn bi parastina rojnamegerên din didome.