19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gorî Pekoz Enqereyê ferq kiriye ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe

Dr. Mûstafa Pekoz, diyar kir ku NATO di mijara parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hemfikir e û wiha got: “Enqereyê ev rastî dît û ferq kir ku nikare bi daxwaza tesfiyekirina HSDê re vê pirsgirêkê bi DYA û NATO’yê re çareser bike.”

Lûtkeya NATO’yê duh li bajarê Vilnius ê Lîtvanyayê dest pê kir û îro hêj didome. Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê, endamtiya Swêdê ya NATO’yê ye. Tirkiye heta niha li dijî endamtiya Swêdê derdiket lê ji duh ve pozîsyona xwe guherand. Her wiha nediyariya di mijara balafirên F-16’an de jî didome. Tê payîn ku ji bo endamtiya Swêdê ya NATO’yê, di rojên pêş de li Meclisê biryar were dayîn.

Zanyarê siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz, têkildarî hevsengiya Tirkiyeyê ya di navbera NATO-Rûsyayê de, civîna NATO’yê, endamtiya Swêdê û bandora vê pêvajoya ya li ser kurdan ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan re axivî. Pekoz, anî ziman ku dê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de krîzên nû derkevin û hewldana Tirkiyeyê ya ji di qada navneteweyî de li dijî kurdan jî dê bêencam bimîne.

‘NATO’yê stratejiyeke nû ya şer amade kir’

Mûstafa Pekoz, diyar kir ku Lûtkeya NATO’yê ya dawî ji gelek aliyan ve girîng e û wiha got: “Dema peywira Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg hate dirêjkirin û xala herî girîng jî erêkirina endamtiya NATO’yê ya Swêdê ye. Swêd û Fînlandiya bi tena serê xwe ne tiştekî girîng in lê NATO’yê ji bo heta salên 2035-2040’an stratejiyeke nû ya leşkerî diyar kir û bi tevlêkirina welatên Baltikê bi taybet jî Fînlandiya û Swêdê re polîtîkayeke leşkerî diyar kir. Wisa tê hesabkirin ku dê qadên pevçûnan li van herêman belav bibin. Wateyeke vê ya din ev e; sînorê NATO û Rûsyayê dê bibe 2 hezar û 200 kîlometre.”

Endamtiya Swêdê çima ewqas girîng e?

Pekoz, got ku zehmete ku di navbera Rûsya û NATO’yê de li ser sînorê li jor diyar kirî şerek derkeve û sedema wê wiha vegot: “Mijara behsa xeberê ne tenê ewlehiya welatên Îskandînavê ne. Di esasê xwe de li ser Tengava Berîngê, ji bo ewlehiya leşkerî ya DYA’yê jî girîng e. Di heman demê de li kûrahiya herêmên qutbê yên Bakur gelek rezervên gaza xwezayî, petrol û çavkaniyên enerjiyê hatine tespîtkirin. Gelemperiya van herêman weke herêmên Rûsyayê hatin qebûlkirin. Lewma konsepta şerê leşkerî ya nû ya NATO’yê ya li dijî Rûsyayê, di mijara têkiliyên kûrewî de girîng e. Sedema şerekî nû ya li van herêman ji dibêtiya êrişeke leşkerî ya Rûsyayê zêdetir, sedemên jeo-polîtîk û aborî ne.”

‘Enqere li dijî Swêdê xuya dikir lê di rastiyê de wisa nebû’

Bi domdarî Pekoz anî ziman ku Tirkiye her çiqas ji bo endamtiya Swêdê zêde xwe hişk nîşan dabe jî her kes dizane ku di rastiyê de tiştekî wisa nîne û sedema wê wiha vegot: “Enqereyê endamtiya NATO’yê weke hincet nîşan da û xwest ku Swêd xebatên PKK’ê qedexe bike. Ev daxwaz jî zêdetir ji bo polîtîkaya hundir bû. Jixwe bi qasî ku ez dizanim tu xebatên fermî yên PKK’ê li Swêdê nînin. Her wiha ji ber ku NATO, PKK’ê weke ‘tevgereke terorê’ pênase dike, tiştekî asayî ye ku Swêd hinek tevdîran bigire. Lê tişta esasî ya ku Enqere dixwaze, bidawîkirina xebatên rêxistinên civaka sivîl ên kurd û tesfiyekirina wan e. Mimkin nîne hikûmeta Swêdê vê daxwazê qebûl bike.

Armanca esasî modernîzekirina F-16’an bû

Enqereyê di raya giştî de zêdetir li ser PKK’ê disekinî lê armanca wê ya esasî ew bû ku di hevsengiyên hêzên leşkerî yên herêmê de pozîsyona xwe biparêze û ji bo vê jî teqez diviya F-16 hatibûna modernîzekirin. Tirkiye ji bernameya F-35’ê hate derxistin. Li dijî vê, Kongreya DYA’yê biryar da ku F-35’an bifiroşin Yewnanistanê. Anku hevsengiyên li Ege û Behra Spî li dijî Tirkiyeyê ava dibin. Mijara herî girîng a wezaretên karên derve û parastinê li pişt perdeyê li ser disekinîn, rakirina bloqeya li ser modernîzasyona F-16’an bû. Tê zanîn ku rêveberiya Biden vê daxwazê erênî pêşwazî dike û ji bo biryareke erênî jî pêşniyar bo kongreyê kir. Hem Kongreyê, hem wezareta karên derve û hem jî Komîteya Parastinê ji bo vê yekê şertê endamtiya NATO’yê ya Swêdê danîn. Armanca vê jî ew bû ku zextê li Tirkiyeyê bikin. Anku heke îktîdara AKP’ê endamtiya Swêdê qebûl neke dê modernîzekirina F-16’an çênebe. Lewma Tirkiye ji neçarî dê vê pêvajoyê erê bike.”

Hevsengiya di navbera NATO û Rûsyayê de

Têkildarî hevsengiya Tirkiyeyê di navbera NATO û Rûsyayê de jî Sonmez ev tişt anîn ziman: “Piştî ku Hakan Fîdan bûy wezîrê karên derve û Îbrahîm Kalin jî bû serokê MÎT’ê, mirov dikare bibêje ku bi NATO’yê re serdemeke nû dest pê kir. Dê bandoreke zêde ya Fîdan û Kalin li ser polîtîkayên navneteweyî û herêmî çêbibe. Meyla van her du kesan jî zêdetir li ser welatên rojavayî ne. Di mijara polîtîkaya derve de em ê bandora vê bêhtir hîs bikin. Dê bandora van her du kesan a di dîplomasiya pişt perdeyê hîn zêdetir bibe. Tu gumanên min nînin ku dê Tirkiye endamtiya NATO’yê ya Swêdê erê bike. Em dikarin bibêjin hinek aliyên polîtîkaya Tirkiyeyê xitimî ne. Dê Fîdan û Kalin di mijara adaptasyona Tirkiyeyê ya NATO’yê de rolekî mezin bilîzin.

Bandora li Rûsyayê

Em dikarin bibêjin ku dê hevsengiya Enqereyê di têkiliyên Ûkrayna û Rûsyayê de ava kiribû roj bi roj biguhere û ji kontrolê derkeve. Dê di hewldanên polîtîk ên Tirkiyeyê yên dema pêş de pirsgirêkên din bibin rojev. Fîdan, her ku diçe bêhtir berê xwe dide NATO’yê û ev jî bandorê li ser polîtîka û gotinên serokkomar dike. Lê serokkomar bêyî ku têkiliyên dîplomatîk û hevsengiyan hesab bike van tiştan dike. Ev yek jî di qada navneteweyî de bi xwe re pirsgirêkan tîne. Weke mînak; çendek roj berê di hevdîtina bi Zelenskî de got; ‘Divê Ûkrayna bibe endama NATO’yê ye.’ Hem DYA, hem Ewropa û hem jî Rûsya şaş man. 5 fermandarên ‘Tabûa Azovê’ ku weke neo-faşîst tên naskirin radestî Ûkraynayê kir. Rûsyayê jî bertekên pir tund nîşan dan. Ji ber ku li gorî lihevkirina heyî, heta ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de xelas dibû diviya li Tirkiyeyê mabûna. Tiştekî jirêzê nîne ku beriya civîna NATO’yê wiha kirin. Tê wateya peyama guherînê ya radîkal. Dema em li daxuyaniyên Rûsyayê dinêrin, dibînin ku dê têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re pir zêde nebaştir bibin û bi xwe re encamên girîng bîne.

Dibe ku Tirkiye Idlîb, Efrîn û Babê radestî Şamê bike

Gelek dane hene ku dê asta têkiliyên niha yên bi Rûsyayê re, di pêşerojê de bi xwe re gelek krîzan bînin. Belkî jî di halê hazir de yek ji tiştên ku herî zêde Enqere naxwaze çêbibe, xerabûna têkiliyên bi Rûsyayê re ne. Lê pêvajo ber bi wê derê ve diçe. Ji bo sererastkirina van têkiliyan jî dibe ku Tirkiye li Sûriyeyê li gorî daxwaza Rûsyayê gavan biavêje û pêvajoya radestkirina Idlib, Efrîn û Babê ya ji bo hikûmeta Şamê bide destpêkirin. Enqere ji hêla aborî, polîtîk û leşkerî ve di dorpêça Rûsyayê de ye û divê heta demekî Rûsyayê aciz neke.”

Tirkiye êdî ferq dike ku pirsgirêk bi tesfeiyekirina HSD’ê çareser nabe

Zanyarê siyasetê Pekoz, diyar kir ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê di esasê xwe de girêdayî têkiliyên bi DYA’yê re ne û ev nirxandin kir: “Aliyekê vê yê din jî têkiliyên leşkerî û polîtîk ên DYA’yê yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ne ku roj bi roj ev têkilî bêhtir mayînde dibin. Tirkiye her çiqas HSD’ê di çarçoveya ‘rêxistina terorê’ de binirxîne jî, tu endamên NATO’yê wiha nêz nabin. Berevajî vê, weke rêxistineke ku divê pê re hevkarî were kirin dinirxînin. Lewma şertê HSD’ê yê ku Tirkiye dideyne ser maseyê, ji bo Enqereyê nabe destkeftiyek. Berevajî vê, zirarê dide. Ji ber ku NATO, li gorî guherîn û veguherîna li Sûriyeyê, hemfikire ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze. Enqereyê ev rastî dît û êdî di wê ferqê de ye ku nikare pirsgirêka bi DYA û NATO’yê re li ser bingeha daxwaza tesfiyekirina HSD’ê çareser bike. Di demên pêş de Wezîrê Karên Derve Fîdan dê di van mijaran de çendek gavan biavêje û heke hevsengiyeke polîtîk ê nû were avakirin dê ev yek nebe surprîzek.”

Herî dawî jî Pekoz ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî dibe ku ji bo modernîzasyona F-16’an rê li ber Tirkiyeyê were vekirin, îzolasyona di polîtîkaya derve de were rakirin û heke Enqere li gorî krîterên hatine diyarkirin tevbigere, dibe ku pêvajoya Yekitiya Ewropayê dîsa dest pê bike.”