2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar bang li wezîrê dadê kir

Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir û got: “Kesê ku berpirsiyarê edaletê ye, hêviya edaletê nake. Ew ji wezîfeya xwe berpirsiyar e ku bîne cih.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 841’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû îro li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam belav kir û axaftina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a derbarê 10’ê Tîrmehê Roja Hiqûqa Cîhanê bi bîr xist û ev peyam da: “Yilmaz Tunç hêvî kiriye ku hiqûq serwer be, di nav mirovahiyê de heqaniyet û edalet serwer be. Kesê ku berpirsiyarê edaletê ye, hêviya edaletê nake. Ew ji wezîfeya xwe berpirsiyar e ku bîne cih. Li dijî hiqûqa serdestan 842 roj in têkoşînek didome û hemû dinya dişopîne.”