spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê Iraqê: ‘Sedema êrîşên dewleta tirk bêdengiya hikûmeta Iraqê ye’

Parlamenterê Iraqê Elî Seedî nerazîbûna xwe ji destwerdana Tirkiye ya Iraqê anî ziman û wiha got: Tirkiyeyê herêmek berfireh dagirkiriye, ev jî binpêkirin û gefeke û sedema êrîşan bêdengiya hikumetê Iraqê ye

Êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber didomin, tevî ku rojane dewleta tirk xelkê sivîl dike hedef, Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdeng dimînin. Parlamenterê Iraqê Elî Seedî der barê êrîşan de ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Parlamenter Seedî sedema berdewamiya êrîşên dewleta tirk bi bêdengiya Hikumeta Iraqê ve girêda û wiha got; “Bêdengî bûye sedem ku serweriya Iraqê bê binpêkirin. Bêyî ku Bexdayê bibîne, Tirkiye operasyonan bi awayekî berfireh pêk tîne. Tirkiyeyê li Iraqê herêmek berfireh dagirkiriye, ev jî binpêkirin û gefek aşkere ya ser ewlekariya welat e. Bi taybet Tirkiye bi armanca kontrolkirina bîrên petrolê, li Herêma Kurdistanê gelek baregehên leşkerî ava kirine.”

Di dawiya axaftina xwe de parlamenter Seedî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk yên li ser cihên sivîl û got; “Tevî li wan herêman geştiyar hene êrîş pêk tên, Tirkiye dixwaze aboriya Herêma Kurdistan û Iraqê lewaz bike.”