2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê di êrîşeke li dijî bazareke gel de 34 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Omdurman ê Sûdanê li dijî bazareke netewî êrîşeke bombeyî pêk hat û di êrîşê de zarok jî di nav de 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Sûdanê, şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ji meha nîsanê ve berdewam dike.  Di encama şer de bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes jî koçber bûne. Tevî ku gelek caran her du aliyan agirbest ragihandine jî şerê di navbera wan de bi dawî nebûye û aloziya li welat didome.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh êvarê bazareke bi navûdeng a li bajarê Omdurman ê nêzîkî paytext Xartumê bêserûber hatiye bombebarankirin. Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de zarok jî di nav de 34 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hate destnîşankirin ku piraniya qurbaniyan bazirgan û kesên xwedî wesayîtên veguhestinê ne.