spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên Îranê kolberek kuştin

Rejîma Îranê, li herêma Newsûdê êrîşî kolberan kir. Di encama êrîşê de kolberek jiyana xwe ji dest da û 9 kolber jî bi giranî birîndar bûn.

Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberan didomin. Di vê çarçoveyê de rejîma Îranê li herêma Newsûdê êrîşî kolberan kirin. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di 6’ê tebaxê de leşkerên Îranê li herêma Newsûd a li rohilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kirine.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Aso Kerîm ê xelkê bajarê Paweyê jiyana xwe ji dest daye û 9 kolber jî bi giranî birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneya Paweyê. Li gorî nûçeyê piştî legerîna 19 saetan cenazeyê Aso Kerîm hatiye dîtin.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, di nava 6 mehên dawî de herî kêm 11 kolber li herêmên ser sînor ên Ûrmiye, Sinê, Kirmanşa di êrîşên leşkerên Îranê, qeza û sermaye de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 50 kolber jî birîndar bûne.