3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên Rûsya gihan Belarûsyayê

Li gorî daxuyaniya rayedarên Belarûsyayê îro beşa pêşî ya leşkerên Rûsyayê gihane Belarûsyayê.  Leşkerên rûsî yên ku cihê xwe di nava hêza leşkerî ya hevbeş a Moskova û Mînskê de cih bigirin gihîştin Belarûsê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya heftiyekê herdu aliyan dabû xuyakirin ku ew ji bo parastina sînorên Belarûsyayê li hemberî Ukraynayê hêzeke leşkerî ya hebeş ava dikin.

Wezareta Parastinê ya Belarûsê di daxuyaniyekê de behsa gihiştina leşkerên rûsî kiriye û di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:  “Yekemîn trênên leşkerên Rûsyayê yên ku koma leşkerî ya ji koma herêmî ya yekemîn pêk tê, gihîştin Belarûsê.”

Serokê Belarûsyayê Aleksander Lukaşenko jî der barê mijarê de got ku welatê wî û Rûsyayê dê hêzeke leşkerî ya hevbeş bi cîh bikin wekî bersivekê li hemberî gefên li ser sînorê Belarûsyayê.