spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da  

Komîteya Girtiyan a Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), têkildarî êrîşa hêzên rejîma Îranê yên li ser Girtîgeha Evînê hişyarî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên rejîmê êrîşî Girtîgeha Evînê kiriye, li girtîgehê şewateke mezin derketiye, gule li girtiyan hatine reşandin û ev tişt hatin gotin: “Bûyereke trajîk li Girtîgeha Evînê diqewime. Ji ber astengkirinên rejîmê, têkildarî êrîşê tu agahiyên zelal nayên bidestxistin.”

Di berdewamiyê de Komîteya Girtiyan a KODAR’ê wiha got: “Rejîm ji bo tepisandina girtiyên siyasî û aktivîstên sivîl ên girtî, bi vekirî serî li rêbaza derxistina kaos û seneryoyên cuda daye. Piştî xwepêşandanên ku 28 roj in li pey xwe hişt, bi hezaran ciwanên hezkiriyên azadiyê hatin girtin û şandin girtîgehê. Bêguman rejîm li hemberî van ketiye nava hewldanên seneryoyên xeternak. Rejîm divê baş bizanibe ku bi van seneryoyên bi zext wê nikare pêşiya serhildanên gel bigire. 43 sal in, girtîgeh li dijî rejîma zextê, bûye navendên lêgerîna berxwedan û azadiyê. Seneryoya rejîmê ya şeva bihûrî, tê wateya dewama komkujiya girtiyên siyasî ya sala 1988’an. Divê gelê bi xîret û serhildêr ê Îranê baş bizanibe ku ev bi van cure kiryarên tirsê û terorê dixwaze serhildanê bitepisîne.”

Bang li Îranê kir

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Dema bûyera li bûyerên 1’ê cotmehê ya Girtîgeha Navendî ya Sandadaj, Lakan Resht û herî dawî jî li ya Girtîgeha Evîn a Tehranê tê nihêrtin, tê dîtin ku ev êrîş bê şik û guman li dijî hemû girtiyên jin-mêr û dîsa aktîvîstên siyasî yên li girtîgehên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ye. Ji bo wê em Komîteya Girtiyan a Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji ber kiryarên komployî û zextên li ser girtiyan hişyarî didin. Rejîma Îranê di serî de ji jiyana Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî berpirs dibînin. Ji bo wê di serî de bang li hemû gelê kurd, gelê hezkiriyên azadiyê yên Îranê dikin ku ji bo parastina rûmet û jiyana girtiyên siyasî, dîsa parastina destketifyên serhildana 28 roj in li dû xwe hiştiye, biherikin hemû qadan. Yekitiya gelan dikare hewldanên kuştina hêzên muxalîf û girtiyan pûç bike.”