5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Selo can başkan an jî populîstê qadê

Pirsgirêka gelê kurd ji mêjdeye sînorên xwe derbaskirine û gelek caran ketiye rojeva dinyayê. Bêguman ev bi birdoziyekê û bi hin pergalan çêbûye. Li her parçekî Kurdistanê nîqaşên şert û mercên azadiya kurdan hene û dê her hebin.

Êdî polîtîkayên serwer û dagirkeran jî bêyî cî dayîna van nîqaşan polîtîkayên xwe kifş nakin. Bêguman ev bi ked, têkoşîn û berdêlên mezin çêbûne. Her parçeyeke welat li gorî xwe ked û berxwedan û berdêl dane.

Ji ber wê yekê mafê her partî û saziyeke kurdan heye ku li ser pirsgirêkên kurdan fikr û rexneyên xwe bibêjin. Xwedî feraset û nirxandinên xwe bin. Heqê her kesê heye ji bo gelê xwe di nava hewldanekê de be. Ev dê hêz bide hêzbûna gelê kurd.

Heke hewldan û nîqaş di xizmeta nîrxên gel de bidomin mafê tu kesê nîne li ber astengiyan deynin. Bes dema nîqaş û peyamên têne dayîn ji nîrxên gel dûr ve dê bi qasî polîtîkayên puçkirinê zirarê bidin tevgera gelê kurd. Pêşiyê yên ku dibêjin em pêşkêşiya siyaseta hestên welatparêziyê dikin divê baldar û şiyar bin. Peyveke şaş û ji nirxan qut, gelek caran xwediyê xwe ji rêveberiya hestên welatparêziyê jî qut dike. Hezke bila peyvên weke tîra ku ji kevanekê ji aştî, biratî û çareseriyê xemilandî firiya be jî bê gotin. Gel cihê ku tîr lê dikeve dibine. Gel armancê nas dike.

Divê bê zanîn heke peyvek an jî daxuyaniyek bi erênî bikeve rojeva dagirkeran wê peyv û daxuyaniyê armanc şaşkiriye. Peyva ku armanc şaşkiriye êdî di xizmeta dijberan de ye û zirarê dide xwe.

Di xwezaya zilm û zoriyê de di xwezaya teb û dagirkeriyê de tirs, mitkirin çilmisandin heye. Di xwezaya tirs, mitkirin û çilmisandinê de jî hestên teslîmbûnê hene. Di xwezaya teslîmbûnê de jî peyv û nêzîkatiya razîkirina tebedarên xwe heye. Kurd di dîroka xwe de ji van tiştan pir tecrube girtine û di qada pisporetiyê de ne.

Bêguman gelek amûrên ji bo tirsê hene, heke tirs amûra teslîm girtin û tepeserkirinê be dibe ku bêzanîn zindan ji bo wê armancê hatine çêkirin. Cihê tirs û xofeke wisa ye ku destûra tirsandinê bi xwe jî nadin. Bes siyaseta kurd a nûjen li dijî wê tirsê şîn bû û mezin bû. Mezinatiya sîyaseta kurd heke hêvênê xwe ji wê negire dê nikare nûnertiya nirxên bingehîn bike. Ji bo ku siyaseta kurd di zîndanan de li ser nirxên giranbûha bi bedelên mezin li dijî zilm û zorê, li dijî tepeserkirinê bi berxwedanê xwe daye qebûlkirin, erêniya gel ji wê ye. Dema ji wê rastiyê qutbûn çêbû erêniya gel jî dê nebe.

Ji ber wê yekê gel tu bangawazî û daxuyaniyan di ser nirxên xwe re nagire û napejirîne. Ma ne ew e ku li dijî tecrîdê ewqas cidî û baldar e. Lê tişteke ecêbe ku li aliyekî tecrîdeke ewqas dijwar heye û li aliyekî din deryekî mezin vekiriye û her hevdîtin û daxuyanî têne kirin. Ji her cureyan, ji her partî û şepêlan bi rojane hevdîtin têne çêkirin. Gelo ev ne pirsgirêk û tişteke ecêb e. Gelo di van zindanên ku her roj cendek derdikevin de destûra cilekî, pirtûkekê nîne ku bikeve hûndir. Ewqas hevdîtin û ewqas peyam çawa û bi çi mexsedî bi destûr têne dayîn. Gelo çend rêberên û siyasetmedarên kurd ku di siyasetê de xwedî roleke xurt û girîng in, xwedî maf û îmkanekî wisa ne. Gelo edalet ji bo wan jî çima van derfetan nade. Weke kurdekî mafê min heye ku ez vê ji xwediyê ku mafê hemû hevdîtin û daxuyaniyê di xwe de dibîne bikim an na. Mînak Leyla Guven, Gulten Kişanak, Sabahet Tuncel,Îdrîs Balûken û yên din xwedî îmkan û derfetên bi vî rengî ne yan na. Ji bo çi ew maf ji bo wan nîne. Gelo dibe ku wan bi sekna xwe pergala teslîmiyetê bê hêvî kiriye.  Ji ber wê di nava tecrîdê de ne. An jî mirov dikare ku hin kesan hêviyek dabe ku daxuyaniyên ji bo dilxweşkirina dijberan dide.

A din gelo çima ewqas mafê wî heye ku partiyeke ku hevserokên wê hene wî weke kesekî nevendî dibînin û demildest li daxuyaniyên wî xwedî derdikevin. Gelo ew partî qet guh dide daxuyanî û peyamên siyasetmedarên din ên di girtîgehan de ne. Ev pirseke girîng e.

Mesele ew e ku li her derê dinyayê qîrîna jin, jiyan, azadî li esmanê berxwedanê geş dibe û li aliyê din li ser cendekê jinên kurd daxuyaniyên şermezarkirinê weke xaleke reş li ser esmanê berxwedanê bi hemû kirêtiya xwe disekine. Weke du ferasetan, ferasetek a Selocan Başkan e ku porê xwe ji bo hêz bide dengê jin, jiyan, azadiyê diqusîne û bi hezaran kes dibin şopdarên wî. Ya din jî  feraseta populîstê qadê ye û xwedî şermezarkirina li ser cendekên keçên kurd e ku bûye kelem û ketiye ser dilan. Ji ber wê bi hezaran kes pişta xwe didinê .Divê siyaseta kurd yekê ji wan feraseta bipejirîne.