1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Awirên ters kirine hinceta şewitandina înfazê

Dayika girtî Hamza Yildiz ku du caran infaza kurê wê hatiye şewitandin Tirkan Yildiz, diyar kir ku cara yekemîn ji ber ku “poşmantiyê” qebûl nekiriye û cara duyemîn jî bi angaşta awirên ters infaza kurê wê du caran hatiye şewitandin

Li girtîgehên Tirkiyeyê zilm û îşkenceya li dijî girtiyên siyasî berdewam dike. Bi sedan girtî tevî ku cezayên wan qediyane jî ji ber ku ji aliyê lijneyên Çavdêriya Îdarî yên Girtîgehane (ÎGK) ve înfazên wan hatine şewitandin nayên berdan. Yek ji van girtiyan jî Hamza Yildiz e. Yildiz, bi angaşta ku tev li şerê xwerêveberiyê yê li navçeya Farqînê ya Amedê bûye di sala 2016’an de li navçeyê tê binçavkirin û piştre tê girtin.

Di sala 2017’an de bi îfadeyên îtîrafkarekî û bi angaşta wêneyêk wî yê bi gerîlayên HPG’ê re Yildiz bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” tê cezakirin. Cezayê Yildiz di 28’ê çileya 2022’yan de bi dawî bûye û ji ber ku ferzkirina “poşmaniyê” ya ÎGK’ê qebûl nekiriye înfaza wî destpêkê ji bo 6 mehan hatiye şewitandin. Piştî 6 mehan di meha tîrmehê de jî bi angaşta ku dernakeve ÎGK’ê careke din ji bo 6 mehan înfaza wî tê şewitandin û berdana wî tê astengkirin.

Amûrên kurê dayika Tirkan

Ji bo ku der barê rewşa Hamza Yildiz de bibim xwedî agahî û berteka malbatê ya li dijî rewşa wî hîn bikim serdana malbata wî ya li Farqînê kir. Beriya niha jî min xwestibû li Amedê bi malbatê re bêm gel hev lê dayika Yildiz, Tirkan Yildiz gotibû ku amûrên kurê wê li malê hene û ji min xwestibû ku em li mala wan a li Farqînê hev bibînin û der barê kurê xwe de agahî bide min. Min jî wisa kir û di nav hefteyê de çûm mala wan.

Li malê berî ku em dest bi axaftinê bikin dayika Tirkan Yildiz selika ku amûrên kurê wê têdebûn anî û amûrên kurê xwe li ber min rêz kirin. Ji êlêk û potê sifrê bigire heta kevçî, mûçing û teyfik jî di nav amûran de hene. Dema ku me li amûran dinêrt dayika Tirkan qala teyfikan kir û got ku kurê wê jê re gotiye ku teyfik û kevçiyên ji wan re şandiye gelek kesan di wan de xwarin xwariye û xwestiye ku tiştek bi wan nebe.

Sûc kurdbûn e

Piştî lênêrîna van amûrên ku li ber dilê dayika Tirkan gelek bi qîmet in em derbasî meseleya bingehîn; şewitandina infaza kurê wê bûn. Dayika Tirkan destpêkê qala pêvajoya binçavkirin, girtin û cezabirîna li kurê xwe kir û bi van hevokan bertek nîşanî astengkirina berdana kurê xwe da: “Kesên ku esrar difiroşin, nelirêtî û fûhûşê dikin ber didin lê zarokên me bernadin. Çima zarokên me bernadin, sûcê me û zarokên me çi ye? Em di xwe de tiştekî nabîninin. Sucê me yê ku heye ziman û kurdbûna me ye. Kurê min dîl girtine.”

Dayika Tirkan, diyar kir ku destpêkê kurê wê jê re gotiye belgeya berdana wî jê re hatiye û wiha got: “Berî ku biçim hevdîtinê li min geriya got; ‘Belgeya berdana min hatiye ez ê bêm berdan’. Piştre ez çûm hevdîtina wî. Roja ku ez çûm hevdîtina wî diviyabû ku roja din bihatina berdan. Lê nehat berdan. Dema ku ez ji bo berdana kurê xwe çûm girtîgehê ji min re gotin ku nayê berdan û li benda wî nesekine. Piştî vê bersivê ez bi dilekî bi êş û kul hatim malê. Ez dibêjim ev zilm e.”

Du caran infaza Yildiz dişewitînin

Li gorî agahiya ku dayika Tirkan da; piştî ku belgeya berdana kurê wê jê re diçe ÎGK gazî wî dike û dixwaze ku kaxizek pê bide îmzekirin. Di kaxizê de “poşmanî” li kurê wê tê ferzkirin û ji ber ku poşmaniya lê tê ferzkirin qebûl nake infaza wî ji bo 6 mehan tê şewitandin û nayê berdan. Dema ku “cezayê” Yildiz ê 6 mehan dimîne, 21 roj şûnde ÎGK’ê careke din bangî wî dike û dixwaze pê re hevdîtin bike, lê Yildiz naçe hevdîtinê. Li ser vê ÎGK ji Yildiz re dibêje ku li dijî gardiyanan derketiye û dema ku gardiyan diçine jimartinê di bin çavan de li wan dinêre û bi vê angaştê careke din ji bo 6 mehan infaza wî tê şewitandin.

‘Hamza girtî bû pirsa Hamza dikirin’

Dayika Tirkan piştî ku qala rewşa kurê xwe Hamza Yildiz kir da zanîn ku polisan gelek caran bi ser mala wan de girtiye û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Pir bi ser mala me de digirtin. Derê mal dişikandin û zilmê li me dikirin. Di serdegirtinekê de polisên tevgera taybet çek xistin serê min û xwestin ez xwe biavêjim erdê lê min bi ya wan nekir û xwe neavêt erdê. Min ji wan re got, ‘şerm e ji we re dayik û xwişkên we jî hene. Hamza li girtîgehê bû dihatin digotin em li Hamza digerin. Ji ber ku bi ser mala me de digirtin min êdî ji polisan re got; ‘Ez nifteya mala xwe bidim we.”

Kurê dayika Tirkan ê bi navê Malîk Yildiz jî ji ber van zextên li ser malbata xwe neçar dimîne ku welat terk bike û derdikeve derveyî welat.