21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran bi şewata li girtîgeha Evînê dixwaze serhildana gel tesfiye bike

Kongra Star helwesta rejîma Îranê şermezar kir û diyar kir ku şewata li Girtîgeha Evîn a bakurê Tehranê bi hişmendiya dewletê hatiye kirin ku dixwaze serhildana heyî tasfiye bike.

Di 15’ê cotmehê de li Girtîgeha Evîn a li bakurê Tehranê ku bi hezaran girtî tê de ne û beşek zêde girtiyên siyasî ne, dengê guleyan û teqînan bilind bû û şewat li girtîgehê derket. Hate ragihandin ku di êrîşa hêzên Îranê ya li ser girtiyan de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rejîma Îranê ev demek tengav bûye û hewl dide bi qetilamên li dijî gelê Kurd, Belûçî û hemû gelên ku li dijî wê derdikevin gel bitirsînin. Ev şewata li ser girtîgehê jî bi hişmendiya dewletê hate kirin ku dixwaze wê serhildana heyî tasfiye bike. Rejîm dixwaze ji aliyekî rojevê biguhere û di heman demê de bi astengkirina ragihandinê agahiyan berevajî bike û rastiya şewatê veşêre.

Daxuyaniya konga Star

Der barê şewata lşi girtîgeha Evîn a Îranê de, Kongra Star daxuyaniyek da û helwesta rejîma Îranê şermezar kir. Di daxiuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî Kongreya Star rejîma Îranê bi tûndî ji bo şewat û êrişa li girtîgeha Evin de şermezar dikin. Ew ji bo ewlehiya hemû girtiyan û ji bo şewata û êrişa ku pêk hat berpirsiyar e. Heta niha agahiyên ser girtiyên girtîgeha Evîn ne diyar in, divê rejîma Îranê rewşa hemû girtiyan eşkere bike.”

Di daxuyaniyê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û wiha behsa wan hate kirin: “Em hemû şehîdên girtîgehê û hemû kesên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin bibîrtinin. Em têkoşîna girtiyan û hemû gelê Rojhilat û Îranê silav dikin. Divê em bi rihê berxwedana şehîd Şirin Alam-Holi têkoşîna xwe ji bo azadiya jinan û hemû gelan bilind bikin.”

Kongra Star di daxuyaniyê banga serhildanê li hemû jinan hate kirin û wiha hate gotin: “Bi rihê şehîd Şirin Alam-Holi, şehîd Jîna Emînî û berxwedana Zeyneb Calaliyan em dibêjin Jin Jiyan Azadî. Em bang li hemû jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demomratîk dikin ku ji her cîhî tev lI berxwedanê bibin û piştgirî bibin berxwedana gelan. Divê em li her derê dengê xwe bidin têkoşerên azadixwaz û  berxwedêrên girtîgehan.” 

Nerazîbûna Ingilistanê

Der barê şewata li girtîgeha Evînê Ingilistanê jî daxuyaniyek da. Wezîrê dewletê yê kar û barên Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê Tariq Ehmed got ku ew rewşa şewata girtîgeha Evîn a ku 4 kesan tê de jiyana xwe ji dest da, ji nêz ve dişopînin. Tariq Ehmed li ser hesabê xwe yê dijîtal der barê mijarê de parvekirinek kir û tê de wiha got: “ Rayedarên Îranê ji ewlekariya jiyana hemû girtiyan berpirsiyar in.”

Girtîgeha Evîn a Tehranê

Girtîgeha Evîn li Tehranê gelek bi nav û deng e û bi hovîtiya xwe û îşkenceyê tê naskirin. Girtiyên di wê girtîgehê de piraniya xwe siyasî ne, çalakvan û tekoşerên demokrasî û azadiyê ne, ew kes in ku pêşengên guhertin û berxwedana wî welatî ne. Di pêvajoya dawî de gelek xwepêşandêrên ku ji hêla rejîmê hatin girtin di girîtgeha Evînê de ne. Beriya vê şewatê jî di girtîgeha Evîn ve gelek kes şehîd bûn, cezayê darvekirinê li girtiyan hat ferzkirin û çarenûsa gelek girtiyên siyasî yên di girtîgehê de bi salane hîna nediyar e.

Ev ne cara yekem e ku rejîma Îranê qetilamê di girtîgehan de li hemberî kesên banga azadî û demokrasî dikin pêk tîne. Di sala 1981’ê heta 1988’an di girtîgehên Evîn û Koherdeşt bi destê rêjîma Xumeynî bi hazaran kesên azadî û demokrasîxwaz hatin qetilkirin, heta niha hijmara wan nayê zanîn.  Ji ber rejîma Îranê vê qetilamê bi dizî û hêdî hêdî pêk tîne. Ev qetilam û êrîş li hemberî kesên ku girtî ne û nikarin xwe li hember van êrîşan biparêzin hişmendiyeke tund tê kirin.

9’ê Gulana 2010’an 4 girtiyên siyasî yên Kurd Şirin Alam-Holi, Farzad Kamangar, Ali Heydarian û Farhad Wekili ku berê bi salan li wir girtî bûn di eynî girtîgehê de hatin îdamkirin. Şêrin Alam-Holi dema xwe ya di girtîgeha Evîn de li ser dîwara  hûcreyê xwe ‘Jin Jiyan Azadî’ nivisand. Rihê berxwedana Şêrin û rêhevalê xwe di tekoşînên roja me ya îro ku bi heman slogan û daxwaz bi pêşengtiya jin şoreşekê jiyan dike. Di heman girtîgehê de ku duh şev şewat çêbû rihê Jin Jiyan Azadi hêvî ava kir û slogana berxwedanê bû. Wexta dewlet êrişî wê girtîgehê dike, dixwaze berxwedana ku bi slogana Jin Jiyan Azadî xwe da pêş tune bike. Ji ber rejîma Iranê nas kir ku ruxmî hemû şerê taybet û îçkenceyê nikare berxwedanê vemirîne, wê cihê ku cara yekêm slogana Jin Jiyan Azadî li Rojhilat û Iran bilind bû êrîş dike.