3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR: Leşkerên tirk ciwanekî din li ser sînor kuştin

Li gorî agahiyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja 16 adara 2022’an laşê ciwanekî sûreyeyî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hate dîtin. Di encama lêkolînê de derkete holê ku dema wî ciwanî xwestiye sînorê Tirkiyeyê derbas bike ji alî leşkerên tirk ve hatiye girtin û îşkencekirin. Di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye û piştre leşkeran laşê wî avêtiye ser sînorê Rojava nêzî bajarê Dirbêsiyê .

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya  Mafê Mirovan a Sûriyeyê ciwanê ku di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku xwestine cenazeyê wî ciwanî ji ber sînor bibin jî rastî gulebarana leşkerên tirk hatine.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka sala 2022’an de li deverên cuda ên li ser sînorê Sûriyeyê 13 sivîl ku di nava wan de 3 zarok jî hene, rastî guleberana cendermeyên artêşa tirk hatine.