12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derwêş: Gelê kurd Newrozê wekî nasnameyê dibîne

Gelê kurd li çar parçeyê Kurdistanê û li dîasporayê ji niha de Newrozê pîroz dikin. Amadekariyên agirê mezin dikin. Dê îsal li gelek navendan mîtîngên Newrozê li dar bixin û bi milyonan kurd û dostên kurdan dê beşdarî Newrozê bibin. Nivîskar û lêkolîner Duzgun Derwêş diyar kir ku gelê kurd ne tenê wekî cejn, di heman demê de wekî nasnameyê li Newrozê dinerin û wiha got: “Çiqas têkoşîn û dijberiya têkoşînê hişk dibe Newroz radîkaltir dibe. Dê îsal Newroz bêtir radîkal be û peyam dê bêtir zelal bin. Ev yek dê bandora xwe li ser gelê Ewropa jî bike.”

Duzgun Derwêş, anî ziman ku Newroz li Ewropayê ji ber pandemiyê bi awayekî girseyî nayê pîrozkirin û wiha got: Tirsa pandemiyê li ser rayedarên dewletan jî û li ser civakê jî heye. Civak dixwaze demek di ser pandemiyê re derbas bibe. Hem aliyê civakê û hem aliyê rêveberiyên dewletan fikarên wan zêde ye.”

Derwêş, da zanîn ku Newroz ji bo gelê kurd pir girîng e û wiha axivî: “Gelê kurd Newrozê ne tenê wekî cejnê, di heman demê de wekî Nasnameyê dibîne. Ji ber ve yekê Newroz her dem ji bo gelê kurd bi wate ye. Bi taybet li diyasporayê civaka kurd bi awayekî xurt li vê nasnameyê xwedî derdikeve. Astengiya li pêş pîrozbahiyan parçebûna welat ne. Her çend Yekîta Ewropa hebe jî, dewlet hêj li gorî prosedurên xwe tev digere. Tenê di aliye bazirganî û geştê de yekîtî heye. Tevî vê yekê sazî û dezgehên kurdan dîsa biryar dan ku li gorî welatan xwe bi plan bikin û Newrozê pîroz bikin.  KCD-K’ê diyar kir ku dê li Frankford a Almanyaye Newrozê pîroz bikin. Li Brîtanyayê li çend bajaran Newrozê pîroz bikin. Pîrozbahî li hefteyekî belav kirine. Li Londonê dê di 20’ê mehê de bê pîrozkirin. Li Belçîka û Holanda dê dîsa bê pîrozkirin. Dê li Fransayê dîsa cuda pîroz bikin. Gelê kurd li ewropa li gorî welatan plansaziya Newrozê amade kiriye. Wê hefteyekê Newroz li Ewropa bê birozkirin. Mixabin hêj me bandorek mezin li ser siyaseta Ewropa nekiriye. Ji ber vê yekê hêj ev roj li Ewropa wekî rojek fermî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê her kes nikare destûrê ji cihê kar bigirin û beşdarî Newrozê bibin.”

‘Li Ewropa têkiliyên bi ziman lawaz in’

Duzgun Derwêş li ser nezîkatiya gelê Ewropa ya li hemberî Newrozê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Mirov dikare ji du aliyan li vê meseleyê binere. Yek kêmasiyên kurdistaniyên li Ewropa, ya din jî pêşdîtina cîhana Ewropayê ye. Ev herdu faktor li pêş me astengî ne. Ya yekemîn têkiliyên me bi zimanê ewropa û mekanîzmaya ziman re gelek lawaz e. Ji ber em xîtabê civaka ewropa dikin divê em zimanê wan jî karibin bikar bînin. Divê di daxuyanî, pankart û belavokan de zimanê ewropî ji bê bikaranîn.  Ya din jî civakên ewropa pozbilindiyek wan heye. Eger ku belavok û daxuyaniyek ne bi zimanê wan be zêde qîmeta wê tune ye. Ji bo ku gelê kurd peyama xwe raste rast bigîne wan divê zimanê wan jî bikar bîne. Ji ber kêmasiya ziman tevlêbûna Almanya, Fransa û welatên din ên Ewropa kêm e. Lê di salên dawî de tevlêbûn zêde dibe. Ji ber têkiliyên kurdan ên bi ewropiyan re û ji ber fêrbûna zimanê wan e. Aliyê din têkoşîna gelê kurd a Kurdistanê ye. Eger kuştina Olof Palme nebûya, dê têkoşîna gelê kurd a li Ewropayê bilintir bûbûya. Kuştina Olof Palme wekî perdeyek xist navbera gelê kurd û Ewropayê. Lê tekoşîna Rojava û bi taybetî berxwedana Kobanê rolek mezin lîst û ew dîwar şikand. Têkoşina li welat çiqas xurt bibe, bêtir bandora xwe li Ewropayê dike. Kurdan bêtir cîddî digirin.”

‘Dê Newroz radîkaltir be’

Duzgun, li ser Newroza îsal bê pîrozkirin jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Dema mirov li derûniya civakê dinere, têkoşîn û dijberiya têkoşînê her ku diçe hişktir dibe. Herêmên nerm kêmtir dibin. Ji ber vê yekê dê tevlêbûna Newrozê zêdetir be. Newroz dê radîkaltir bibe. Li gorî fêrbûn û tecrûbeyên siyasetê û dewletan vê yekê nîşanî me dide. Bi sedan salan kurd ji aliyê dagirkeran ve hatiye birêvebirin. Gelê kurd her ku fêr dibe, bêtir tama azadiyê digire. Dema fêr dibe daxwaz zêdetir dibin. Ew herêma nerm ku dewlet karibin lê tev bigerin namîne. Ji ber vê yekê Newroz dê bêtir Radîkal be. Gel dê bêtir bi zelalî daxwazên xwe bîne ziman. Pêlên ku li welat bêtir zelal derkevin holê dê bêtir bandora xwe li diasporayê jî bike.”

‘Rola medya Ewropa li ser tevlêbûna gelê Ewropa zêde ye’

Duzgun Derwêş, li ser bandora medya ewroya ya li ser gelê Ewropa jî Newroz heta ku nekeve medya Ewropayê, medya me zêde bandorê li civaka Ewropa nake. Ji ber ku Ewropî bêtir medya xwe referans dikgirin û baweriyê zêdetir bi wan tînin. Medya Ewropa û siyasetmedarên Ewropa her sal tên dişopînin. Lê ya girîng edîtoryala navendî v ê yekê çiqas dixe navendê. Ew giring e. Eger edîtoryala ajansên Ewropa vê bibîne û têxe navenda rojevê dê dengê Newrozê bêtir biçe civaka Ewropayê. Ji ber vê yekê diplomasiya me û medya le ya Ewropa divê bandorê li ser edîtoryala ajansên Ewropa bike. Ewropî li gorî têgehan sînoran datinin. Dema  tu bêje gelê kurd sînorekî datînin. Dema tu bêje civakên li Tirkiyeyê dê sînorekî din dîne pêş. Gelê kurd motora demokratîkbûna herêmê ye. Eger nasnameya gelê kurd ne li pêş be, dê bêjim meseleyek hundirîn e. Dema bêjin meseleyek hundirîn û civakî ye, zêde wan eleqeder nake. Lê dema rengê şoreşa gelê kurd bide pêş, dê bêtir bandorê li ser civaka ewropa bike. Têkoşîna gelê kurd navekî dide ve meseleyê û divê mirov vî navî bilintir bike.”

‘Dîplomasî girîng e’

Duzgun, li ser girîngiya dîplomasiyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê dîplomasî û siyaseta kurdan li Ewropa beriya pîrozbahiyê bi saziyên din re resepsiyonekê pêk bîne ku têkeve rojeva wan. Ya din jî divê li kolanan dîplomasiya gel pêş bikeve. Dîplomasiya gel û siyasetê dema bê cem hev dê bêtir bandora xwe li civaka ewropayê bike. Bandora kolanê daîmî û demdirêj e.  Bandora siyasetê xurttir û zûtir e, lê ne nayinde ye. Divê em 6 meh berê plana Newrozê bikin û gelên din dawetî Newrozê bikin.”