spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her zindî xwedî şêwazekî ye

Taybetmendiyên ku mirovan dikin mirov çi ne? Mirov çiqas wan taybetmendiyan pêk tîne? Mirov dikare bêje kêfa min ji wan taybetmendiyan re nayê û ez najîm…? Mirov dikare pirsan zêdetir bike.

Îro em ê li ser berpirsyariya jiyanê û di nav vê berpirsyariya jiyanê de berpirsyariya mirov û civakbûnê bisekinin. Gelo mirov dikare li gorî dilê xwe nêzî berpirsiyariya jiyanê bibe? Di pêkanîna pêdiviyên jiyanê de dildarîbûn an jî mecbûrîtî heye? Tişta ku lazime em bikin, dildarî ye yan mecbûrî ye? Xeta di navber van herduyan de em ê çawa ji hev derxin? Belê, di serî de em vê yekê bêjin; berpirsyariya jiyanê erkeke mecbûrî ye. Piştî vê bersivê pirseke wisa tê hişê mirov. Baş e em çiqas di ferqa berpirsyariyê xwe de ne? Wek ku tê dîtin jî her bersivek pirseke din bi xwe re tîne. Em dîsa li pey bersivên pirsên xwe bikevin.
Şêwaza her cure zindîbûyînê heye. Her zindî jî divê li gorî wê şêwaza xwe tev bigere. Çiqas li gorî wê şêwazê tev bigere ewqas heqîqeta xwe pêk tîne. Berpirsyariya xwe ya li hemberî jiyanê jî pêk tîne.

Ji bo mirovan jî heman tişt derbasdar e. Wek her cure zindîbûyînê mirovan jî şêwazê jiyana xwe bixwe diyar nekirine. Hevsengiya gerdûnê heqîqeta jiyanê û li gorî vê heqîqetê her cure zindîbûyînê de heqîqeta zindiyan. Ji bo qewmê mirovan jî jiyana xwe berdewam bike hewcedarî bi civakbûnê hatiye dîtin. Di serî de tevger û pîvanê jiyana li gorî civakbûnê, tercîheke bi zanebûn nebûye. Şert û mercên jiyanê ew mecbûrê civakbûnê kirine. Ji bo vê yekê di nav civakbûyînê de wekî kes me vê şêwaza jiyana mirovahiyê hilnebijartiye. Jiyanê bixwe me mecbûrî vê şewazê kiriye. Mirov çiqas li gorî civakbûnê tev geriyaye ewqas xwe pêk aniye. Ji ber ku avakirina mirov bixwe jî di nav civakê de pêkan e. Ji ber vê yekê li gorî rêgezên civakê tev gerandin tiştekî teqez e.

Ji bo mirovan civakbûn heqîqeta wî ye. Ji bo vê yekê her kesek jî çiqas li gorî civakbûnê tev geriyaye ewqas bûye însan. Di însanbûnê de ferqkirin tişta herî bingehîne. Însan herî pêşî jiyan ferqkiriye. Jiyan ferqkirin bi xwe re li gorî şêwaza jiyanê tev gerandin derxistiye holê. Her ferq kirinek bi xwe re berpirsyariyekê jî tîne. Her însanê ku berpirsyariya xwe pêk tîne jiyana civakbûnê derdixe holê.

Di nav jiyana civakbûyînê de dildarîbûn û mecbûrîtî di nav hev de dijîn. însanê ku di ferqa xwe û ferqa jîyanê de be her peywireke jiyanê yê bizanibe ku mecbûre pêk bîne. Ku peywira jiyanê pêk bîne jî xwe ava dike. Her însanek ku ferq bike peywira jiyanê pêkanîn di heman demê de xwe înşakirine wê demê mecbûrîtî bi nêzîkatiyeke dildarî êdî pêk tê. Baş e rêgeza mirovatiyê civakbûn be çima ewqas ezezîtî? Mercê jiyana mirov civakbûn be, berpirsyariyê civakbûyînê pêk anîn çima ewqas zehmet e? Berpirsyariya sedemê jiyana me bixwe çima di pêkanînê de ewqas zehmetî dikşînin. Ku em ji xwe re dibêjin însan baş e ji bo peywirê însanetiyê em pêk bînin hewce ye ku kesek ji me re bêje? Cidiyeta li hemberî jiyanê berpirsyariya hin kesan e, yan jî ya me hemûyan e? Çima her însanek bi heman cidiyetê nêzîkê berpirsyariyê xwe yê jiyanê nabe? Wê demê mirov dikare ew kesên ku berpirsyariya xwe ya civakîbûnê pêk nîne bêje mirov?

Ji ber ku feraseta ezezîtiyê derketiye hertim mirovan ji peywirê wan ê jiyanê dûr dixe. Ew kesên ku di ferqa heqîqeta xwe de nebin, bi awayekî hêsan dikeve bin bandora vê ferasetê. Jiyana rojane, ferqnekirin û nefikirandin ji însanetiyê ketine.
Kesên ku ji xwe re dibêjin însan, dema peywira însanetiyê pêk tînin, çima ji bo wan zehmet e? An jî çima zahmet be? Çima berpirsyariya civakibûnê wî-wê kêfxweş nake? Çima hinek ciddî tev nagere?

Belê, wek ku tê dîtin jî bersiva zêdetir pirs derketin pêş. Her kesên ku vê nivîsê bixwîne bersiva van pirsan bide ji xwe nivîs digihîje armanca xwe. Pêkneanîna her berpirsyariyekê, ne tenê ji bo jiyana me, hevsengiya gerdûnê jî dixe nav xeteriyê. Her parçeyek ji gerdûnê bi hev ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê pêkanîna her berpirsyariyekê mecbûrîtiyek e. Hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo gerdûnê nebe nabe.