27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên Ukraynayê di şert û mercên zehmet de şer dikin

Leşkerekî Ukraynayê çirava di nava kozika xwe de nîşan dide û wiha dibêje: “ Wekî hûn dibînin em di nava vê çiravê de li ber xwe didin.”

Hin wêneyên leşkerên Ukraynayê yên di çeperên şer de ji alî ajansa Reuters’ê ve hatin servîskirin. Di wan dîmenan de leşkerekî Ukraynayê çirava di nava kozika xwe de nîşan dide û wiha dibêje: “ Wekî hûn dibînin em di nava vê çiravê de li ber xwe didin.”

Wekî tê zanîn şerê Rûsya û Ukraynayê 10 mehin berdewam dike û bi hatina zivistanê re şert û mercên şer jî zehmet û giran dibin. Bi roj berf û barane û bi şev jî qeşem û sermaye.  Rewş li bajarê Ukraynayê jî ne zêde başe ji ber ku di vê dema dawî de Rûsyayê giranî dabû ser êrîşên li dijî binesaziya wî welatî.

Di vê der barê de generalê amerîkî General Mark Milley behsa riyên çareseriyê kiribû û wiha gotibû: “ Ez texmîn dikin ku bi hatina zivistanê re dê şerê li Ukraynayê jî ji ber şert û mercên zivistanê hinekî sivik bibe û dibe ku ew bibe firsendek ji bo çareserî û lihevkirinekê.

Lê Enstîtuya Lêkolîna Şer wiha texmîn dike ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê hewl bide ku operasyonên leşkerî bidomîne da ku herêmên xistine bin destê xwe ji dest bernede.

Her wiha difikire ku dibe Moskovayê li hêviya wê yekê be ku welatên Rojava piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê kêm bikin ji ber şert û mercên zivistanê û kêmbûna petrol û gazê ya li wan welatan.