10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz û komek parlementerên HDP’ê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Di daxwaznameya serlêdanê de ku pêşkêşî Wezareta Edaletê hat kirin, hat xwestin ku biçin serdana Abdullah Ocalan ku ev 20 meh in agahî jê nayê girtin.

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, berdevka Partiyê Ebrû Gunay, birazayê Abdullah Ocalan û parlamenterê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn. Lê hêj têkildarî serlêdanê de tu bersiv nehatine dayîn.