4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leyla Zana: Divê demildest komkujiya Roboskî ronî bikin

Siyasetmedara kurd Leyla Zana serdana gora kesên di komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin kir û got:"Ji bo siberojeke azad divê demildest komkujiya Roboskiyê bê ronîkirin."

Siyasetmedara kurd Leyla Zana û şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana Goristana Roboskiyê ya Qilebana Şirnexê. Parlamenterên DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Zeki Îrmez jî bi şandeyê re bûn. Leylayê ji aliyê malbatên Roboskiyê ve hat pêşwazîkirin. Leyla şandeya pê re çûn ser gora jê 17 zarok 34 kesên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de bi êrişa TSK’ê hatin qetilkirin.

Leyla Zana anî ziman ku birîna Roboskiyê hîn teze ye û wiha axivî:”Em di nava kedereke mezin de ne. Ev birîn hîn nû ye. Êşa li Newala Qesaba, Zîlan, Dêrsim û Roboskiyê êşa gelê kurd e. Hûn ne tenê zarokên Roboskiyê yên Kurdistanê ne. Xwezî ev bar tenê li ser milê we nemaya, hat gotin wê ev komkujî di dehlizên Enqereyê de neyê windakirin lê belê wekî Newala Qesaba di tariyê de hat hiştin. Hûn ê jî tu carî ji bîr nekin, Roboskî her tim di hişê me de ye. Dayikên Roboskiyê hîn edaletê dixwazin. Ji bo siberojeke azad divê ev komkujî demildest bê ronîkirin, di tariyê de nemîne.”

Serdan bi danî qurnefîlan a ser gorên kesên hatin qetilkirin, bi dawî bû.