8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameyên erebî: Îsraîl peyaman ji Esed re dişîne

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de êrîşa Îsraîlê ya li Helebê û plana çareseriya demkî ya ku Îsraîlê pêşniyar kiriye, nirxandin

Rojnameya El Ereb têkildarî êrişên Îsraîlê yên li ser Helebê nûçeyek bi sernavê “Îsraîl Helebê wek xala bingehîn a kombûna moşek û balafirên bêpîlot ên Îranê kir armanc” weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku êrişa vê carê ya Îsraîlê ya li baregehên derdora bajarê Helebê ji êrişên berê cudatir e. Hate ragihandin ku di vê êrişê de 10 leşkerên hikumeta Şamê û çekdarên Hizbullahê hatine kuştin. Rojnameyê êriş wekî “peyamek ji bo çalakiyên Îran an ên Hizbullah li bajarekî ku Îsraîlê wek xala bingehîn a kombûna moşek û balafirên bêpîlot ên çekdarên Hizbullahê û şêwirmendên îranî dibîne” nirxand.

Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku êrişên Îsraîlê ji bo Beşar Esed peyam in,  naveroka peyamê ew e ku çalakiyên Îran û Hizbullahê yên li Sûriyeyê ziyanê didin Şamê û ewlehiya wê.

‘Plana Israîlê çareseriya daîmî 5 salan taloq dike’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser plana nû ya Îsraîlê ya ji bo çareseriya demkî ji pirsgirêka Filistînê re. Hate diyarkirin ku plana nû ya Îsraîlê ji çareseriyên demkî yên ji bo rawestandina aloziya li herêmên Filistînê pêk tê û hate gotin çareseriya daîmî 5 salan taloq dike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin “Plana nû ji aliyê endamê Meclisa Fermandariya Şer Gadî Eisenkot ve hat pêşkêşkirin. Di planê de banga paşxistina pêkanîna çareseriya daîmî ya pirsgirêka Filistînê ji bo 5 salan dike, ji bo ku rêveberiyên filistînî bên ceribandin bê ka pabendî têkoşîna li dijî terorê û sorkirina li dijî Îsraîlê ne yan na. Li gorî planê; dezgeha ewlehiyê ya Îsraîlê ewlehiya deryayî heta çem kontrol bike û operasyonên tunekirina hêza leşkerî ya Hemasê bidome.”