7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Mêrdînê guh neda hişyariyên Dîwana Çavdêriya Darayî

Qeyûmê Şaredariyê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Tûncay Akkoyûn guh neda hişyariyên Dîwana Çavdêriya Darayî û îhaleya kanalîzasyonê ya MARSU’yê  bi behaneya “karesatê” bi şêwaza “bazarkirinê” çêkir.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Tûncay Akkoyûn bêyî guh bide hişyariyên Dîwana Çevdêriya Darayî, îhaleyan bi şêwazên derveyî hiqûqê çêdike. Qeyûm di meha çileyê de îhaleya kanalîzasonê ya 16 mîlyonan bi hinceta “karesatê” bi ûsilên derveyî hiqûqê çêkir û niha jî bi îhaleyeke binîqaş, di rojevê de ye. Şaredariya bi destê Qeyûm Akkoyûn tê birêvebirin, di 19’ê sibatê de îhaleya navê “Li navçeyên Mêrdînê Karê Çêkirina Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê” derveyî şêwazên hiqûqê çêkir.

Li gorî madeya 21B’yê ya Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê (KÎK) di demên “karesat, nexweşiyên pandemiyê, talûkeya can û mal” hebin, destûr dide îhaleya bi usilê bazarkirinê tên li dar xistin. Dîwana Çavdêriya Darayî gelek caran bi gotina “derveyî mijareyê ye” Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û MARSU hişyar kiribû.

Bi 2 teklîfan îhale çêkir  

Rêveberiya qeyûm tevî hişyariyên Dîwana Çavdêriya Darayî îhaleyê bi usila “bazarkirinê” çêkir û guh neda şertê 3 teklîfan ên îhaleyan. Du şîrketên daxwazkar ji bo îhaleyê bistînin teklîfê dan. Şîrketa Bazirganiya Lîmîtedê ya Înşeat, Veguhezbarî Xurek û Pîşesaziyê ya Veysel Olukçuluk bi 2 mîlyon û 34 hezar û 250  lîreyan îhaleyê stend.

Rêveberiya Qeyûm di meha çileyê de jî bi hinceta “karesatê” îhaleya bi 16 mîlyonan jî bi usilê “bazariyê” çêkiribû û guh nedabû hişyariyan.