30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

125 roj in girtiyên siyasî ji bo Azadiya Ocalan’ di grevê de ne

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, 125 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî 125 roj in çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên siyasî bi navê Denîz Kaya di 12’ê sibatê de daxuyaniyeke din dan û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”