3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê 157 kesan ji sermana jiyana xwe ji dest da

Li Afganistanê, ji ber sir û sermaya zêde 157 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 hezar jî sewal mirin.

Di vê pêvajoya ku li piraniya welatên herêmê şilî nabare û talûkeya hişkesaliyê heye, li Afganistanê bi dehan kes ji sermana jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê Wezareta Têkoşîna Li Dijî Bobelatan a Afganistanê Shafîûllah Rahîmî, der barê mijarê de diyar kir ji ser sermayê heta niha 157 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha hat ragihandin ku 70 hezar sewal jî ji sermana mirine .

Li gorî saziyên alîkariyê nîvê welat birçî ye û 4 milyon zarok nikarin têr xwarinê bixwin.

Li hin deverên Afganistanê germahiya hewayê dadikeve -33 pîleyan