6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku pêşeroja Tirkiyeyê di komara demokratîk de ye û wiha got: “Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e.”

Komara Tirkiyeyê ku li ser xerabeyên Osmaniyan hate avakirin, ji 29’ê cotmeha 1923’yan roja hatiye damezirandin heta roja me karektera xwe ya olîgarşîk parast. Bi vê karektera xwe dest bi sedsaleke nû dike. Ji bo yekitiya kurd-tirkan di “Şerê Rizgariyê” di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de derfet çêbûn û hinek gav hatin avêtin. Bi vê boneyê di Makeqanûna ewil (Makeqanûna 1921’an) a Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de hêmayên demokratîk ên komara demokratîk bi aşkerayî hatin destnîşankirin. Di 10’ê sibata sala 1922’yan de jî Qanûna Xweseriya Kurd hate qebûlkirin.

Piştî ku ingilîzan şertê “An komar an jî Mûsil-Kerkûk” danîn pêşiya wan, Komara Tirkiyeyê ji bo Kurdistanê serî li rêya înkar û tunekirinê da. Di vê çarçoveyê de komar bi lez û bez ber bi dîktatoriya yekpartîtiyê ve çû. Li hemberî Şêx Seîd di 15’ê sibata 1925’an de komployeke dîrokî hate kirin û konsepta tunekirina kurdan kete meriyetê. Bi vê yekê re şensê avakirina komara demokratîk jî ji holê hate rakirin. Ji ber polîtîkayên qirkirina kurdan, Komara Tirkiyeyê di tevahiya dîroka xwe de nekarî demokratîk bibe. Heman komar, sedsala xwe ya nû di bin hegemonyaya AKP’ê de pêşwazî dike.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di girtîgehê de teza Komara Demokratîk pêş xist û ev pêşniyar di sedsala duyemîn a komarê de tê nîqaşkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo Tirkiye di sedsala xwe ya nû de demokratîk bibe têdikoşe, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedar jî di nav de bi giştî zêdetirî 500 kes dê di 4-5’ê sibatê de li Stenbolê “Konferansa Komara Demokratîk” li dar bixin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku digot; “Pêşeroja Tirkiyeyê di Komara Demokratîk de ye”, her cara ku firsend didît diyar kir ku rêya çareserkirina hemû pirsgirêkan avakirina Komara Demokratîk e.

‘Doza min doıza demokratîkbûnê ye’

Abdullah Ocaln ku digot ji sala 1990’an ve li Tirkiyeyê pêşketinên ji bo komara demokratîk çêdibin, di hevdîtina bi parêzeran a di sala 1999’an de wiha digot: “Pêvajoya pergala demokratîk a li Tirkiyeyê dest pê kiriye. Yên asteng dikin jî hene. Pergala demokratîk li Tirkiyeyê di meriyetê de ye. Çand jî li ber vê dikeve. Sazî, enîstîtû û hwd. divê mirov van tiştan biçûk nebîne. Karîger nakin. Doza min doza demokratîkkirina komarê ye. Heke doza demokratîkbûn an jî nedemokratîkbûna komarê bibe, wê demê dê rola xwe bilîze. Dê zehmetî nekarin pêşî li ber pergala demokratîk bigirin. Pêvajoya piştî salên 90’î ya komarê, pêvajoya demokratîkbûnê ye. Ev yek, pêşketineke bi ser îradeyan re ye. Pêvajoyeke bi ser şexsan re ye ku tenê bi vî awayî dikare ber bi çareseriyê ve biçe. Divê kurd bi îfadeyeke azad li komarê bên zêdekirin. Bernameya hemwelatîtiya azad ji bîr kir. Di komara demokratîk de ya esas, yekitî ye. Komara demokratîk, mîsogerî ye. Wê demê dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd derfetek çêbibe.”

‘Divê kurd bibin hêza bingehîn a demokratîkbûnê’

Abdullah Ocalan, diyar kir ku divê kurd welatên ku lê dijîn ber bi demokratîkbûnê ve bibin û di hevdîtina 12’ê tebaxa 1999’an de wiha got: “Kurd, divê li her welatê lê dijîn bibin hêza bingehîn a demokratîkbûnê. Siyasîbûn, lêzêdekirina gelên herêmê ya li komara demokratîk e. Di komara demokratîk de yekitî lê divê kesek bikare çanda xwe heta dawiyê bikare bijî. Dema em qala siyasîbûnê dikin, em ne qala cudabûnê lê qala yekitiya demokratîk dikin.”

Nifteya çareseriya hemû pirsgirêkan

Di hevdîtina 21’ê cotmeha sala 1999’an de Abdullah Ocalan ji parêzerên xwe re wiha dibêje: “Pêşeroja Tirkiyeyê di komara demokratîk de ye.” Di hevdîtina 29’ê mijdara sala 1999’an de jî vê nirxandinê dike: “Komara demokratîk, nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Di çarçoveya îdeolojîk û dogmatîk ên salên 70’an de mimkin nebû ku em jî vê rastiyê bibînin. Lê piştî salên 90’î ev zanebûn pêş ket. Di salên 70’an de ev zanebûn di kesekî de nebû. Heke ji min re bibêjin tu dixwazî bibî çi, bicihanîna pêdiviyên hemwelatiyên komara demokratîk dê bo min bûbûya karê sereke. Hemwelatiyekî wiha ez weke mirovê herî binirx dibînim. Ez, peywir û berpirsyariya xwe bi vî awayî dinirxînim. Li gorî min jiyan jî bi vî awayî binirx dibe. Wisa hîs dikim ku ez xwedî wê hêzê me ku pêwîstiyên ve fêm bikin û bi cih bînim.”

Hewldana rizgarkirina sedsalê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzeran re ya di 13’ê kanûna 1999’an de jî bal kişand ser “Hemwelatiya komara demokratîk” û wiha got: “Gelê herêmê ji bo demokrasiyê hêza bingehîn e. Em jî mîsogeriya demokrasî û yekitiya azad in. Kurdê berê êdî çû û kurdê nû tê. Ocalan, têgeha hemwelatiya demokratîk hem ji hêla teorîk ve hem jî ji hêla pratîkî ve têxe meriyetê. Guherîn, qanûna xwezayê ye. Tenê di gerdûnê de guherîn heye, yan din diçe. Qanûna xwezayê ev e. Rêbaz, zanistîtî ye. Materyalîzma qebe nîne. Demokrasî ji kapîtalîzmê zêdetir karê sosyalîzmê ye. Cewhera hizra min a sosyalîzmê jî ev e. Sosyalîzm ji ewilî demokrasiyê bi xwe re tîne. Tu kesî dev ji sosyalîzmê bernedaye. Sedsala 21’emîn sedsala serkeftina demokrasiyê ye. Çareseriya demokratîk, çareseriya gerdûnî ye. Lê li Tirkiyeyê gelê kurd cara ewil e şensê momenta wê bi dest xist. Tirkiye amade ye. Me jî 30 salan şer kir û amade ne. Dê ev çawa pêk bê? Divê mirov hizra xwe baş li ser bike. Hewcehî bi tifaqan heye. Her mal û şaredariyê bikin dibistan. Rêxistiniyên pir mezin û tifaqên perwerdeyê bikin. Hûn dê pênc sal piştre berhema wê jê bigirin. Hewcehî bi afirandina netew-dewletê nîne. Êdî dewletên xwe dispêrin neteweyan li paş ve dimînin. Hewldana me ya ji bo aştiyê ne hewldaneke sereyî ye. Ji bo rizgarkirina sedsalê ye. Ev ne teslimiyet lê hemwelatîtiya li ser bingeha demokrasiyê ya rewa ye.”

Mafê tayînkirtina qedera xwe

Abdullah Ocalan dibêje ku tayînkirina qedera xwe ya gel, nûveyeke bingehîn ê Komara Demokratîk e û wiha domand: “Xebatên ji bo zanekirina mirovan di hêla demokrasiyê de, bicihanîna pêdiviyên komara demokratîk e. Ev nayê wateya dabeşkeriya siyasî. Divê ji 7 salî heta 70’ê salî em xwe birêxistin bikin û alîkariyê bidin Komara Demokratîk. Ev yek ferman û pêdiviyeke Komara Demokratîk e. Em ê li ser vê bingehê xwedî li Komara Demokratîk derkevin. Em ê bi nasnameya xwe ya demokratîk tev li vê bibin.”

Îdeala min komara demokratîk e

Di hevdîtina 19’ê kanûna 2000’an de Abdullah Ocalan dibêje ku “Komara Demokratîk îdeala min e” û vê nirxandinê dike: “Heke min bidarve bikin jî dê hedefa min bibe Komara Demokratîk. Komara Demokratîk tê wê wateyê ku dibêjim ez jî heme. Hewl bidin kevir bi kevir ava bikin. Lê dema hûn ava dikin li neqşan hişyar bin. Ji bo wê mejî û dil hewce dike. Her zayînek di nava êşan de dibe. Rê vebûye lê xetere hene.”

‘Rêya sêyemîn rêya demokratîk e’

Rêberê PKK’ê di hevdîtina 13’ê çileya 2010’an de dibêje ku li Tirkiyeyê faşîzmeke sazîbûyî heye û van tiştan tîne ziman: “Şert û mercên vê girtîgeha ku niha lê têm ragirtin jî berhemeke vê faşîzma sazûmanbûyî ye. Nîşan dide ku ew faşîzm hêjta didome. Ev faşîzma sazûmanbûyî ev sed sal in neguherî ye û heta roja me hat. Ev feraset, xeteke hişk a neteweperestî û nîjadperestiyê ye. Em ne neteweperestiya MHP û CHP’ê û ne jî hegemonyaya îslamîst a AKP’ê qebûl dikin. Em her duyan jî red dikin û rast nabînin. Li Tirkiyeyê hêj niha jî hêza hegemonîk a ku senteza neteweperestî û nîjadperestiya hişk û tirk-îslamê diparêze heye. Ez rêya sêyemîn weke rêya rast dibînim. Ev rêya sêyemîn jî mîna min her carê gotibû, rêya demokrasiyê ye. Konfederalîzma demokratîk, komara demokratîk, welatê demokratîk û neteweya demokratîk e.”

MA / Ozgur Paksoy