28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin

Li welatiyê bi navê A.D. ku pere ji hevalê xwe Mehmet Îldem ê di Girtîgeha Bûrhaniye ya Tîpa T'yê de re şandiye, bi îdiaya "bi zanebûnî û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye" doz hat vekirin.

Welatiyê bi navê A.D. ji hevalê xwe Mehmet Îldem ê di Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê ya Tîpa T’yê de re pere şandiye. A.D., di 15’ê sibata 2021’î de polîsan avêtine ser malê û hatiye binçavkirin. Piştî 4 rojên di binçavan de A.D. bi şertê kontrolkirina edlî hatiye berdan. Paşê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê ve der barê A.D. de îdianame hat amadekirin. Dozger bi îdianameyê xwestiye ku bi îdiaya”bi zanebûnî û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” ji salekê heya 3 salan ceza li A.D. bê birîn. Di di heman demê de hatiye diyarkirin ku A.D., di îlona 2019’an de 500 lîre pere ji Îldem re şandiye.

Îldem, kurxalê hevjîna A.D. ye. Di îdanameyê de hatiye parastin ku tu merivantiyeke A.D. û Îldem tune ye. Her wiha di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Îldem di qawîşa PKK’yiyan de ye û di navbera 27’ê Mijdara 2018 û 26’ê gulana 2019’an de li girtîgehê bi daxwaza “demildest divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin” ketiye greva birçîbûnê.

Di îdianameya 7 rûpelî de di 4 rûpelan de behsa “Rêxistinbûyîna Girtîgehê ya PKK’ê” kiriye. Dozger di rûpelên din ên îdianameyê de jî derpêş kiriye ku A.D. bi fermana rêxistinê pere ji Îldem re şandiye û bi vî awayî “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye.”