17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê teqîneke dijwar

Li navçeya Aybak a li bakurê Afganistanê teqîneke mezin pêk hat û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya herêmî ya Afgansitanê di encama teqîna li bakurê Afganistanê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn. Li gorî heman çavkaniyan teqîn di dema nimêja êvarê de li medreseyeke olî ya li bajarokê Aybakê çêbûye.  Piştî bûyerê hêzên Talîbanê nehiştine ku rojnameger ji nêz ve cihê teqînê bikişînin.

Hêjayî gotinê ye tevî ku hîna çavkaniyên herêmî behsa berpirsên vê teqînê nekirine lê ji dema ku hêzên Talîbanê hatine ser desthilatdariyê gelek teqînên bi vî rengî li dijî camî û medreseyên oldariyê ji alî çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kirin.