22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê bîlançoya êrîşên Tirkiyeyê aşkera kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê ya 28-29’ê mijdarê daxuyaniyek weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya êrîşên dewleta tirk ên di 29’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi êrîşên xwe xetereyê li ser jiyana zêdetirî 5 milyon welatiyan û penaberan çêdike. Her wiha HSD’ê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ev 10 roj in bênavber didomin.

Bîlançoya HSD’ê wiha ye: 

Erîşên 28’ê mijdarê 

Herêma Cizîrê 

* Dewleta tirk a dagirker gundê Guzeliyê yê Til Temirê 6 caran bi çekên giran topbaran kir û di encamê de zirarên madî gihîştin malên welatiyan.

Herêma Firatê 

* Dewleta tirk a dagirker gundên Cîsan, Ziyaret, Zormixar, Carxilî, bajarokê Şiyûx, Kaniya Kurda û Girê Meştenûrê yên Kobanê 5 caran bi hewan û 2 caran jî bi çekên giran topbaran kir.

* Dewleta tirk a dagirker gundên Selîbiye, Qezelî, Cideyde, Mieleq û Seyda yên Girê Spî bi çekên giran û hewanan topbaran kir.

Herêma Şehbayê

* Dewleta tirk gundên Ewn Dadat, Til El Hemam ên Minbicê 2 caran bi hewanan topbaran kir.

Êrîşên 29’ê mijdarê 

Herêma Efrîn û Şehbayê 

* Dewleta tirk a dagirker gundên Meyase, Bênê, Soxanekê, Şewarxe, Tinib, Tatmeraş, Merenaz, Elqemiyê, Îrşadiyê, Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Keştar, Bendava Şehbayê û bajarokê Til Rifatê 63 caran bi çekên giran, 11 caran bi hewanan û 2 caran jî bi tankan topbaran kir. Di encama topbarana li ser gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.

Herêma Cizîrê

* Dewleta tirk a dagirker gundên Guzeliyê, Um El Kêf, Tawîle, Til El Leben bi çekên giran û hewanan topbaran kir.

* Çeteyên dewleta tirk li gundê Dibsê kom bûn û hewl dan ji wir êrîşî herêmê bikin. Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ew hewldan têk bir û 2 çete birîndar bûn.

* Dewleta tirk a dagirker gundên Bobî, Esediyê û Mihermle yên Zirganê 60 caran bi hewan û doçkayan topbaran kirin.

Hêzên me her tim bersiva jêderên topbaranê dan.

Herêma Firatê

* Dewleta tirk a dagirker gundên Carxilî, Zormixar, Xirab Eto, Xirabîsan, Koran û bajarokê Şiyûx ên Kobanê 5 caran bi hewan, 12 caran bi çekên giran û carekê jî bi tank û doçkayê topbaran kir.

* Dewleta tirk a dagirker gundên Cedîde, Erîda, Qezelî, Xirbet Nayif, Ebû Sira, Îbrahîm Kurdo, Dibis û Zenûbya yên Girê Spî bi hewan û çekên giran topbaran kir.

* Dewleta tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Ewn Dadat û Mehsenlî yên Minbicê du caran bi hewanan û carekê bi çekên giran topbaran kir.

* Her wiha dewleta tirk bajarokê Oymer ê Tirwaziyê 2 caran bi çekên giran topbaran kir.”